Here Naverokê

Here naverokê

DERS 15

Xeberdana bi Piştrastî

Xeberdana bi Piştrastî

1. Selanîkî 1:5

BI KURTASÎ: Nîşan bide ku tu bi rastiya Kitêba Pîroz bawer dikî û ku gotinên te pir muhîm in.

ÇAWA:

  • Rind haziriyê bike. Malzemeyê hûr û kûr lêkolîn bike heta ku tu fehm bikî ku fikrên sereke kîjan in û Kitêba Pîroz van fikran çawa îsbat dike. Fikrên sereke bi çend gotinên hêsan bîne zimên. Bala xwe bide vê yekê ku ev fikir çawa dikarin alî guhdaran bikin. Dua bike ku Xwedê ruhê pîroz bide te.

  • Baweriya xwe bi peyvên xwe nîşan bide. Li şûna ku tu hevokên malzemeyê rasterast dubare bikî, bi peyvên xwe xeber bide. Nîşan bide ku tu bi gotinên xwe bawer î.

  • Ji dil û bi sergiranî bipeyive. Bi dengê bilind bipeyive ku her kes karibe te rind bibihîze. Li çavên guhdaran binêre (eger li gor adetên herêmê normal e).