Em We ji Dil Dawet Dikin!

Îbadeta Rast

2025 Komcivîna Şahidên Yehowa

Komcivîneke Nêzîkî Xwe Bibîne

Her kes dikare were Pere nayê topkirin

Bernameya Komcivînê – Bi Kurtasî

Roja Înê: Bi rêya hin vîdeoyan cihên ku Îsa Mesîh lê dima û xizmeta xwe dikir, nas bike.

Roja Şemiyê: Di destpêka xizmeta Îsa Mesîh de, gotinên pêxemberên berê çawa hatibûn cih?

Roja Yekşemê: Gelo muhîm e ku îmana me li ser çi be? Û heqîqet çawa dikare bê dîtin? Cewaba van pirsan li gotara bi navê: “Gelo Hûn Yê ku Hûn jê re Îbadetê Dikin Nas Dikin?” tê zelalkirin.

Fîlm

Jiyan û Xizmeta Îsa Mesîh: Beş 2 û 3

Di vaftîzbûna xwe de, Îsa bû Mesîh. Li mehên piştî vê, ew ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, şagirtên xwe yên pêşîn hilbijartin û mucîze çêkirin. Ev serpêhatî û yên din jî wê di her roja komcivînê de bên nîşandayîn.

Ji bo dîtina bernameya komcivînê û temaşekirina li van vîdeoyan here ser jw.org:

Komcivînên Me Çawa Derbas Dibin?

Tu dikarî li komcivînên Şahidên Yehowa çi bibînî?

Komcivîna Şahidên Yehowa 2025: “Îbadeta Rast”

Bibîne ku emê îsal li komcivînê çi hîn bibin.

Fragmana Fîlmê: Jiyan û Xizmeta Îsa Mesîh

Ji destpêka xizmeta Îsa Mesîh ve, hem mirov, hem jî Îblîs û cinên wî li dijî Îsa Mesîh rabûn. Gelo Îsa Mesîh li hemberî wan ji Xwedê re dilsoz ma?