Here Naverokê


KURSA KITÊBA PÎROZ A BI MAMOSTEYEKÎ RE

Heta bi Hetayê Dilşad Be!

Kursa Kitêba Pîroz, yanî kursa Tewrat, Zebûr û Încîlê, bêpere ye û mirov bersivên van pirsan distîne:

  • Mirov çawa dikare dilxweş bibe?

  • Gelo zilm û zordarî wê rojekê tune bibin?

  • Gelo kesên mirî wê rojekê ji tirbê rabin?

  • Xwedê xema me dixwe?

  • Divê em çawa dua bikin?

Bê Pere

Kurs bi temamî bêpere ye. Her wiha pirtûka kursê ya bi navê Heta bi Hetayê Dilşad Be! û Kitêba Pîroz jî belaş in.

Li Gor Kêfa Te

Tu kengê û li ku derê bixwazî, tu dikarî vê kursê rû bi rû, bi telefonê yan jî bi vîdeokonferansê derbas bikî.

Mecbûriyet Nîne

Gava ku kurs ne bi dilê te be, tu dikarî dev jê berdî.

Kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe?

Mamosteyeke yan mamosteyekî Kitêba Pîroz wê gav bi gav alî te bike ku tu ji Kitêba Pîroz fehm bikî. Bi alîkariya pirtûka kursê ya bi navê Heta bi Hetayê Dilşad Be!, tuyê bibînî ku Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje û gotinên wê çawa dikarin alî te şexsî bikin. Ji bo zêdetir agahiyan, li vê vîdeoyê temaşe bike yan der barê kursê de bala xwe bide qismê Pirsên Pir Tên Pirsîn.

Tu dixwazî çav bidî hin dersên kursê?

Li vir tu dikarî li dersên pêşîn binêrî.

Gelo ez dikarim kursê biceribînim?

Erê, tu dikarî ji bo kursa Kitêba Pîroz ziyaretekê bixwazî.