Kerem ke, were!
Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
Şemî, 12 Nîsan 2025
Em te dawetî van du civînan dikin
Gotara Xisûsî
“Gelo Rastî Dikare Bê Dîtin?”
Gelo Îsa Mesîh li ser rastiyê çi digot? Gelo wî çawa rêya dîtina rastiyê hîn dikir?
Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
Di vê civîna muhîm de, Şahidên Yehowa li gor emrê Îsa Mesîh Bîranîna Mirina wî pîroz dikin (Lûqa 22:19).
Pirsên Pir Tên Pirsîn
Kî dikare were?
Her kes dikare were. Hatina te, malbata te û dostên te jî ser seran û ser çavan e!
Ev civîn wê çi qas wext bistînin?
Gotara xisûsî wê nîv saet bistîne. Piştî vê gotarê, mijareke ji Kitêba Pîroz wê bi qasî saetekê bê pêşkêşkirin.
Bîranîna Îsa Mesîh wê teqrîben saetekê bistîne.
Bîranîn û gotara xisûsî wê li ku derê bên derbaskirin?
Ji bo dîtina cihekî nêzîkî te, li ser “Cihê Bîranînekê Bibîne” an li ser “Cihê Gotareke Xisûsî Bibîne” bitikîne.
Gelo derbasbûn bi pere ye?
Na.
Gelo pere tê topkirin?
Na. Şahidên Yehowa tu caran di civînên xwe de pereyan top nakin (Meta 10:8).
Gelo hewce ye ku mirov cil û bergên xisûsî li xwe bike?
Na. Şahidên Yehowa kincên sade û maqûl li xwe dikin.
Bîranîn wê çawa derbas bibe?
Di destpêk û dawiya civînê de, kilam wê bên gotin, û Şahidekî Yehowa wê dua bike. Di gotara Bîranînê de wê bê zelalkirin ku mirina Îsa Mesîh çima ew qas muhîm e. Wekî din, emê bibînin ku Xwedê û Îsa Mesîh ji bo me çi kirine û ev kirinên wan çima ji bo me bifeyde ne.
Ji bo agahiyên berfirehtir, li meqaleya bi navê “Şahidên Yehowa Şîva Xudan Çawa Derbas Dikin?” binêre.
Bîranîn wê di pêşerojê de kengê bên pîrozkirin?
2025: Şemî, 12ê Nîsanê
2026: Pêncşem, 2yê Nîsanê
2027: Duşem, 22yê Adarê
Ji bo tu zêde hîn bibî, li van vîdeoyan temaşe bike.
Di vê vîdeoyê de tê zelalkirin ku Bîranîna Îsa Mesîh çawa tê derbaskirin. Gelo mirina Îsa Mesîh pêşerojeke çawa mumkin dike?
Belkî te bihîstiye ku ew ji bo gunehên me miriye. Lê mirina mirovekî çawa dikare ji bo milyonan kesan bifeyde be?
Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin?
Kerem ke, were û bi çavê xwe bibîne.