DERS 20
Dawiya Bitesîr
Waiz 12:13, 14
BI KURTASÎ: Bi gotinên dawîn, guhdaran teşwîq bike ku ew tiştên ku ew hîn bûne qebûl bikin û di jiyana xwe de bixebitînin.
ÇAWA:
Bila dawiya pêşkêşiyê bi temayê ve girêdayî be. Tema û fikrên sereke dubare bike.
Guhdaran teşwîq bike. Rêyî guhdaran bide ku gerek ew çi bikin û çima. Bi sergiranî û bi bawerî bipeyive.
Bila dawiya pêşkêşiyê hêsan û kin be. Fikrên sereke zêde neke û xeberdana xwe dirêj neke. Cara dawîn nîşan bide ku gerek guhdar çi bikin.