Here Naverokê

Here naverokê

 DERS 18

Malzemeya Balkêş

Malzemeya Balkêş

1. Korîntî 9:19-23

BI KURTASÎ: Lazim e ku malzeme ji bo guhdaran balkêş be, da ku ew li ser temayê bifikirin û piştî pêşkêşiyê şa bin ku ew tiştekî bifeyde hîn bûne.

ÇAWA:

  • Hesab bike ku guhdar jixwe çi dizanin. Li şûna vê ku tu tiştên ku ew jixwe dizanin dubare bikî, alî wan bike ku ew tiştekî teze hîn bibin.

  • Lêkolîn bike û kûr bifikire. Eger fersend hebe, fikrên nû bi alîkariya melûmat an nûçeyên balkêş pêşkêş bike. Li ser malzemeya xwe kûr bifikire û kontrol bike ka malzeme bi rastî bi temaya te ve girêdayî ye.

  • Nîşan bide ku gotinên te çima bifeyde ne. Îzah bike ku prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin roj bi roj alî guhdaran bikin. Bala wan bikişîne ser hin rewş û halan, ên ku ji bo wan muhîm in.