Here Naverokê

Here naverokê

 DERS 1

Destpêka Bitesîr

Destpêka Bitesîr

Karên Şandiyan 17:22

BI KURTASÎ: Destpêka sohbet an gotara te gerek bala guhdaran bikişîne, temaya te xuyanî bike û nîşan bide ku temaya te ji bo wan çima muhîm e.

ÇAWA:

  • Bala guhdaran bikişîne. Bi alîkariya pirs, gotin, serpêhatî an nûçeyekê bala guhdaran bikişîne.

  • Temaya xwe xuyanî bike. Destpêka te gerek tema û armanca pêşkêşiya te xuyanî bike.

  • Nîşan bide ku tema çima muhîm e. Gotinên xwe li gor hewcedariyên guhdaran eyar bike. Gerek ew bi zelalî fehm bikin ku tema ji bo wan çima bifeyde ye.