PIRSÊN PIR TÊN PIRSÎN

Avakarê Şahidên Yehowa Kî Bû?

Kurdî (Kurmancî)
Avakarê Şahidên Yehowa Kî Bû?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/502012473/univ/art/502012473_univ_sqr_xl.jpg
ijwfq meqale 10

Avakarê Şahidên Yehowa Kî Bû?

Avakarê Şahidên Yehowa Kî Bû?

 Teşkîlata Şahidên Yehowa ya îro di dawiya sedsala 19an de dest pê kir. Wê demê komeke biçûk a lêkolînerên Kitêba Pîroz a ku nêzîkî bajarê Pittsburghê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dijiya, dest bi lêkolîneke berfireh a Kitêba Pîroz kir. Wan hîndariyên dêran û tiştên ku Kitêba Pîroz bi rastî hîn dike, dan ber hev. Wan tiştên hînbûyî di pirtûk, rojname û kovara ku îro wek Birca Çavdêriyê – Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike de weşandin.

 Di nav wê koma lêkolînerên dilpak ên Kitêba Pîroz de zilamekî bi navê Charles Taze Russell hebû. Di wê demê de her çi qas Russell di xebata perwerdeya Kitêba Pîroz de pêşengî dikir û weşînerê pêşîn ê Birca Çavdêriyê bû jî, lê dîsa jî ew ne avakarê dîn û oleke nû bû. Armanca Russell û lêkolînerên din ên Kitêba Pîroz ên ku di wê demê de wek komekê dihatin naskirin, ew bû ku hîndariyên Îsa Mesîh belav bikin û di rêya civata Mesîhiyên sedsala yekem de bimeşin. Ji ber ku Îsa avakarê Mesîhîtiyê ye, em wî wek avakarê teşkîlata xwe dibînin (Kolosî 1:18-20).