Yehowa Kî ye?
Bersiva Kitêba Pîroz
Yehowa Xwedayê rast e û Xaliqê her tiştî ye (Peyxam 4:11). Mûsa pêxember, Birahîm pêxember û Îsa Mesîh jî ji wî re îbadet dikir (1. Mûsa 24:27; 2. Mûsa 15:1, 2; Yûhena 20:17). Ew ne tenê Xwedayê yek miletî ye, lê yê “tevahiya erdê” ye (Zebûr 47:2).
Wek ku Kitêba Pîroz eşkere dike, navê Xwedê yê taybet Yehowa ye (2. Mûsa 3:15; Zebûr 83:18). Ev nav ji lêkereke Îbranî tê ku tê maneya “pêk hatin”. Li gor gelek zanyaran, ev nav tê maneya “Ew Pêk Tîne”. Ev şîrove nîşan dide ku Yehowa hem Afirandêr e hem jî armanca xwe pêk tîne (Îşaya 55:10, 11). Wekî din, Kitêba Pîroz alî me dike ku em Yehowa wek kesekî nas bikin û li ser sifetên wî bêtir fêr bibin. Sifetê wî yê sereke hezkirin e (2. Mûsa 34:5-7; Lûqa 6:35; 1. Yûhena 4:8).
Navê “Yehowa” wergera Kurmancî ya navê Xwedê ye. Ev nav bi zimanê Îbranî ji çar tîpên יהוה (YHWH) pêk tê û wek Tetragrammaton tê naskirin. Telafûza tam rast a navê Xwedê di Îbraniya kevnar de nayê zanîn.
Çima telafûza navê Xwedê di Îbraniya kevnar de nayê zanîn?
Di Îbraniya kevnar de, tenê tîpên nedengdêr dihatin nivîsandin. Xwendevanên wê demê dizanibû tîpên dengdêr çawa û kengê bi kar bînin. Lê belê, piştî ku Nivîsarên Îbranî (“Peymana Kevn”) temam bûn, hin Cihûyan baweriyeke sexte qebûl kir. Li gor vê baweriyê, divê navê Xwedê yê şexsî neyê gotin. Gava wan bi dengekî bilind ayetek dixwend û navê Xwedê tê de derbas dibû, wan li şûna navê Yehowa gotinên wek “Reb” an “Xudan” bi kar dianîn. Di sedsalan de, ev baweriya sexte belav bû û di dawiyê de telafûza eslî ya kevnar hat jibîrkirin. a
Hin kes difikirin ku navê Xwedê wek “Yahwe” tê telafûzkirin, lê kesên din dibêjin ku telafûzên din jî hene. Di Tomareke Behra Mirî de, qismek ji kitêba 3. Mûsa heye. Di wergera wê ya Yûnanî de, navê Xwedê wek Îao derbas dibe. Nivîskarên berê yên Yûnan jî difikirîn ku telafûzên wek Îae, Îabe û Îaoue dihatin bikaranîn, lê tu kes nikare îsbat bike ku yek ji van telafûzan Îbraniya kevnar bû. b
Nêrînên şaş ên li ser navê Xwedê
Hinek dibêjin: Wergerên ku navê “Yehowa” bi kar tînin, bi xwe ev peyv lê zêde kirine.
Rastî: Peyva Îbranî ya ji bo navê Xwedê ya wek Tetragrammatonê di Kitêba Pîroz de ji 7 hezar caran zêdetir derbas dibe. c Di piraniya wergeran de, li gor kêfa xwe navê Xwedê hatiye derxistin û li şûna wî sernavên wek “Reb” û “Xudan” hatine danîn.
Hinek dibêjin: Xwedê Teala ne hewceyî navekî taybet e.
Rastî: Xwedê bi xwe îlham da nivîskarên Kitêba Pîroz ku ew navê wî bi hezaran caran binivîsin û ew dixwaze kesên ku jê re îbadetê dikin navê wî bi kar bînin (Îşaya 42:8; Yowêl 2:32; Maleyaxî 3:16; Romayî 10:13). Bi rastî, ji ber ku pêxemberên sexte dixwest navê wî bidin jibîrkirin, Xwedê ew mehkûm kirin (Yêremya 23:27).
Hinek dibêjin: Li gor adetên Cihûyan, divê navê Xwedê ji Kitêba Pîroz bê derxistin.
Rastî: Belê, hin nivîskarên Cihûyan red dikir ku navê Xwedê bînin zimên. Lê dîsa jî, wan navê Yehowa ji metnên ku wan kopî kirin dernexist. Mesele çawa dibe bila bibe, Xwedê naxwaze ku em li gor adetên mirovan, ên ku li dijî qanûnên wî ne, bimeşin (Meta 15:1-3).
Hinek dibêjin: Ji ber ku telafûza tam rast a navê Xwedê di zimanê Îbranî de nayê zanîn, divê navê Xwedê di Kitêba Pîroz de neyê bikaranîn.
Rastî: Li gor vê mantiqê, Xwedê dixwaze ku mirovên ji zimanên cuda navê wî eynî wek hev bi lêv bikin. Lê belê, Kitêba Pîroz nîşan dide ku di demên berê de îbadetkarên Xwedê yên ji zimanên cuda navên hin kesan wek hev telafûz nedikirin.
Wek mînak, ka bala xwe bide navê hakimê Îsraîlî Yêşû. Di sedsala yekê de, Mesîhiyên Îbranîziman navê wî wek Yehoşûa telafûz dikir, lê Mesîhiyên Yûnanîziman eynî nav wek Îesous telafûz dikir. Ji ber ku di Nivîsarên Yûnanî de ne navê wî yê eslî, lê wergera navê wî derbas dibe, tê fehmkirin ku Mesîhiyan navên şexsî li gor qaîdeyên zimanê xwe telafûz dikirin (Karên Şandiyan 7:45; Îbranî 4:8).
Heman prensîp dikare ji bo wergerandina navê Xwedê jî bê bikaranîn. Danîna navê Xwedê di cihên eslî yên Kitêba Pîroz de ji telafûza tam rast a navê wî muhîmtir e.
a New Catholic Encyclopedia, Çapa Duyemîn, Cîld 14, rûpel 883-884, dibêje: “Di dema piştî sirgûnê de, navê Yehowa hêjayî rêzgirtineke ew qas mezin hat dîtin ku li şûna navê wî peyva ADONAY [Reb] an ELOHÎM [Xwedê] hat bikaranîn.”
b Ji bo agahiyên berfirehtir, binêre pêveka A4, “Navê Xwedê di Nivîsarên Îbranî de” ya di Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz de.
c Binêre Theological Lexicon of the Old Testament, Cîld 2, rûpel 523-524.

