Kurdî (Kurmancî)
Kerem kin, werin Komcivîna sala 2026an a bi navê “Dilxweşiya Herheyî”
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/1102026198/univ/art/1102026198_univ_sqr_xl.jpg

Em We ji Dil Dawet Dikin!

Dilxweşiya Herheyî

Komcivîna Şahidên Yehowa – 2026

Komcivîneke Nêzîkî Xwe Bibîne

Her kes dikare were Pere nayê topkirin

Bernameya Komcivînê – Bi Kurtasî

Roja Înê: Em çima dikarin bibêjin ku Xwedê û Îsa Mesîh dixwazin em dilxweş bin?

Roja Şemiyê: Ji Weaza Îsa Mesîh a li ser Çiyê hîn bibe ku em çawa dikarin li ser rêya dilxweşiya herheyî bimeşin.

Roja Yekşemê: Li gotara bi navê: “Gelo Te Xezîneya Herî Mezin Dîtiye?” bibîne ku rastiya Kitêba Pîroz jiyana bi milyonan kesan xweştir kiriye.

Fîlm

Jiyan û Xizmeta Îsa Mesîh: Beş 4-6

Îsa Mesîh xelk hîn dikir, yên nexweş qenc dikirin û yên mirî ji mirinê rakirin. Ev tiştên xweş di vê rêzefîlmê de li ber çavê me zindî dibin. Her roj beşek tê nîşandayîn.

Ji bo dîtina bernameya komcivînê û temaşekirina li van vîdeoyan here ser jw.org:

Komcivînên Me Çawa Derbas Dibin?

Tu dikarî li komcivînên Şahidên Yehowa çi bibînî?

Bibîne ku emê îsal li komcivînê çi bibînin.

Îsa Mesîh bi destê qeweta xwe çawa alî kesên din dikir?

Li beşên berê temaşe bike.