Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
Duşem, 22 Adar, 2027
Di salê de carekê, Şahidên Yehowa li gor emrê Îsa Mesîh Bîranîna Mirina wî pîroz dikin. Wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19).
Em te û malbata te dawetî vê civînê dikin.
Pirsên Pir Tên Pirsîn
Kî dikare were?
Her kes dikare were. Hatina te, malbata te û dostên te jî ser seran û ser çavan e!
Bername wê çi qas wext bistîne?
Ewê bi qasî saetekê bistîne.
Bîranîn wê li ku derê bê derbaskirin?
Kerem ke, ji Şahidekî Yehowa bipirse.
Gelo derbasbûn bi pere ye?
Na.
Gelo pere tê topkirin?
Na. Şahidên Yehowa tu caran di civînên xwe de pereyan top nakin (Meta 10:8).
Gelo hewce ye ku mirov cil û bergên xisûsî li xwe bike?
Na. Şahidên Yehowa cilên sade û maqûl li xwe dikin.
Bîranîn wê çawa derbas bibe?
Di gotara Bîranînê de wê bê zelalkirin ku mirina Îsa Mesîh çima ew qas muhîm e. Wekî din, emê bibînin ku Xwedê û Îsa Mesîh ji bo me çi kirine û ev kirinên wan çima ji bo me bifeyde ne. Di destpêk û dawiya civînê de, kilam wê bên gotin, û Şahidekî Yehowa wê dua bike.
Ji bo agahiyên berfirehtir, li meqaleya bi navê “Şahidên Yehowa Şîva Efendî Çawa Derbas Dikin?” binêre.
Bîranîn wê di pêşerojê de kengê bên pîrozkirin?
2027: Duşem, 22yê Adarê
2028: Yekşem, 9ê Nîsanê
2029: Pêncşem, 29ê Adarê

