Nameya ji Kolosiyan re 1:1-29

  • Silavên Pawlos (1, 2)

  • Şikir ji bo baweriya Kolosiyan (3-8)

  • Dua ji bo pêşveçûyîna ruhî (9-12)

  • Rola sereke ya Mesîh (13-23)

  • Keda Pawlos a ji bo civatê (24-29)

1  Ez Pawlos, ê ku bi daxwaza Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, bi birayê me Tîmotêyos re 2  vê nameyê ji pîrozan re û ji birayên dilsoz ên li Koloseyê re, yên ku şagirtên Mesîh in, dinivîsim: Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê li ser we be! 3  Her tim gava em ji bo we dua dikin, em ji Xwedê, Bavê Efendiyê me Îsa Mesîh re şikir dikin. 4  Çimkî me li ser baweriya we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst. 5  Ji ber hêviya ku li ezmanan li benda we ye, ev bawerî û hezkirin li ba we heye. Gava we rastiya vê mizgîniyê bihîst, hûn li ser vê hêviyê hîn bûn. 6  Mizgîniya ku gihîştiye we li seranserê dinyayê belav dibe û netîceyên baş tîne. Ji roja ku we mizgînî bihîstiye û li ser rastiya qenciya mezin a Xwedê hîn bûne, ew di nav we de jî netîceyên baş tîne meydanê. 7  We li ser qenciya mezin a Xwedê ji birayê meyî dilsoz û delal Êpafras, ê ku ji bo xêra me wek xulamê Mesîh xizmet dike, bihîst. 8  Û wî ji me re behsa hezkirina ku hûn bi destê ruhê Xwedê nîşan didin, kir. 9  Ji ber vê yekê, ji roja ku me ev xeber bihîst me dev jê bernedaye ku ji bo we dua bikin. Em ji Xwedê rica dikin ku hûn zanîna rast a li ser daxwaza wî fehm bikin û hemû hîkmet û fehmkirina ku ji Xwedê* tê bi dest bixin. 10  Em dua dikin ku hûn bi awayekî ku layîqî Yehowa ye bijîn û dilê wî bi temamî xweş bikin, bi vê yekê ku hûn her cureyî karên qenc dikin û zanîna xwe ya li ser Xwedê zêde dikin. 11  Û em dua dikin ku Xwedê bi qudreta xwe ya mezin qeweta ku ji we re lazim e bide we, da ku hûn bikarin bi sebir û bi kêfxweşî tehemul bikin. 12  Bi dewamî ji Bav Xwedê re şikir bikin, çimkî wî hûn bi pîrozên ku di ronahiyê de ne, kirine hevparên mîrasê. 13  Wî em ji bin destê tariyê xelas kirin û em derbasî hukimdariya Kurê xweyî ezîz kirin. 14  Bi saya fîdyeya Kurê wî gunehên me hatine efûkirin. 15  Ew sûretê Xwedayê ku nayê dîtin e, û ji hemû tiştên ku hatine çêkirin, ew kesê pêşîn e*. 16  Bi saya wî hemû tiştên din li erd û ezmanan, tiştên ku tên dîtin û tiştên ku nayên dîtin, hatine çêkirin: Serok, serwerî, hukûmet û qudret. Hemû tişt bi saya wî û ji bo wî hatine çêkirin. 17  Wekî din, ew berî her tiştî hebû û hemû tiştên din bi saya wî hatine çêkirin. 18  Ew serê bedenê, yanî serê civatê ye. Ew destpêk e û ew ê pêşîn* bû ku ji mirinê hat rakirin, da ku ew di her tiştî de bibe yê pêşîn. 19  Li Xwedê xweş hat ku her tiştî di wî de temam bike. 20  Û bi saya wî Xwedê hemû tiştên li erd û ezmanan bi xwe re li hev anîne. Bi saya xwîna ku Îsa li ser darê îşkenceyê rijand, bi Xwedê re aştî mumkin e. 21  Berê hûn jî ji Xwedê dûr bûn. Hûn dijminên wî bûn, çimkî fikrên we bi tiştên xerab ve tije bûn. 22  Lê niha Xwedê bi saya mirina Îsa ya di bedenê de hûn kirine dostên xwe. Wî ev yek kir, da ku hûn di çavê wî de wek miletekî pîroz, bêleke û bêsûc bin. 23  Helbet gerek hûn bi dewamî di baweriyê de xurt û qewî bimînin. Tu caran îznê nedin ku hêviya vê mizgîniyê, ya ku we bihîstiye û di bin ezmanan de di nav hemû mirovan de hatiye belavkirin, ji we bê standin. Ez Pawlos, xizmetkarê vê mizgîniyê me. 24  Ez dilxweş im ku ez ji bo xêra we cefayê dikişînim. Ez dizanim ku gerek ez bi dewamî ji bo xatirê bedena Mesîh, yanî ji bo xatirê civatê, cefayê bikişînim. 25  Ez ji vê civatê re xizmetê dikim, çimkî Xwedê ji bo xêra we ev mesûliyet daye destê min. Ji ber vê yekê ez peyva Xwedê bi dil û can belav dikim. 26  Sira pîroz ji mirovên ku berê dijiyan û ji neslên* berê veşartî bû. Lê niha ew ji pîrozên Xwedê re hatiye eşkerekirin. 27  Xwedê xwest vê sira xwe ya pîroz di nav miletan de bide eşkerekirin. Sir ev e ku Mesîh bi we re di yekîtiyê de ye û hêviya we ev e ku hûn bi wî re bên birûmetkirin. 28  Em xebera li ser wî belav dikin, her kesî hîn dikin û perwerde dikin. Û em hemû hîkmeta ku me standiye parve dikin, da ku em alî hemû şagirtên Mesîh bikin ku ew bibin kesên gihîştî. 29  Ji ber vê yekê ez pir xîret dikim û xwe bi dewamî dispêrim qudreta wî, ya ku di hundirê min de dixebite.

Jêrenot

Yan “ruhê Xwedê”.
Bi herfî “zarokê pêşîn e”.
Bi herfî “kurê pêşîn”.
Yan “nifşên”.