Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 104

Ruhê Pîroz – Hediyeya Xwedê

Ruhê Pîroz – Hediyeya Xwedê

(Lûqa 11:13)

  1. 1. Bavê ezmanî, tu dilovan î,

    tu mezintir î ji dilê me.

    Alî me bike, ruhê xwe bide,

    me dilrihet û teselî bike.

  2. 2. Em qisûrdar in û gunehkar in,

    em hewceyî desteka te ne.

    Xwedê, hawara me bibihîze,

    ruhê pîroz her tim li ser me be.

  3. 3. Gava em sist in yan jî bêhal in,

    ruhê te qewetê dide me.

    Bi saya te em hêzê distînin,

    ruhê te barê me sivik dike.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 51:11; Yûh. 14:26; Kar. 9:31)