Li gor Yûhena 14:1-31

  • Rêya ku dibe ba Bav tenê Îsa ye (1-14)

    • “Rê, rastî û jiyan ez im” (6)

  • Îsa soz dide ku ruhê pîroz wê bê dayîn (15-31)

    • “Bav ji min mezintir e” (28)

14  “Bila dilê we teng nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin.  Di mala Bavê min de gelek cih hene. Eger ne wisa bûya, minê ji we re bigota, çimkî ez diçim ku ji bo we cih hazir bikim.  Gava ez herim û ji bo we cih hazir bikim, ezê dîsa werim û we bibim ba xwe, da ku cihê ku ez lê bim, hûn jî li wê derê bin.  Hûn rêya cihê ku ez diçimê dizanin.”  Tomas ji Îsa re got: “Efendiyê min, em nizanin ku tu diçî ku derê. Emê çawa rêyê bizanin?”  Îsa ji wî re got: “Rê, rastî û jiyan ez im. Tu kes bêyî min nikare were cem Bav.  Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew dîtiye.”  Filîpos ji wî re got: “Efendiyê min, Bav nîşanî me bide, û ev ji me re bes e.”  Îsa ji wî re got: “Filîpos, ez ew qas wext bi we re me, û hê tu min nas nakî? Yê ku ez dîtime, Bav jî dîtiye. Îcar tu çawa dikarî bibêjî ‘Bav nîşanî me bide’? 10  Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re di yekîtiyê de me, û Bav bi min re di yekîtiyê de ye? Tiştên ku ez ji we re dibêjim, ez ne ji ber xwe dibêjim, lê Bavê ku bi min re di yekîtiyê de ye, karên xwe bi navgîniya min dike. 11  Bawer bin ku ez bi Bav re di yekîtiyê de me, û Bav bi min re di yekîtiyê de ye. Lê eger hûn bi gotinên min bawer nekin, bi karên min bawer bikin. 12  Bi rastî, yê ku baweriyê bi min bîne, ewê eynî karên ku ez dikim, bike. Û ewê karên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav. 13  Wekî din, her tiştê ku hûn bi navê min bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi saya Kur bê birûmetkirin. 14  Eger hûn bi navê min tiştekî bixwazin, ezê bikim. 15  Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. 16  Û ezê ji Bav bixwazim û ewê alîkarekî din* bide we ku heta hetayê bi we re bimîne. 17  Ew ruhê rastiyê ye, û dinya nikare wî bistîne, çimkî dinya ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re ye û di hundirê we de ye. 18  Ezê we sêwî nehêlim. Ezê werim ba we. 19  Di wexteke kin de, dinya wê min êdî nebîne, lê hûnê min bibînin, çimkî ez dijîm û hûnê jî bijîn. 20  Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re di yekîtiyê de me, hûn bi min re di yekîtiyê de ne, û ez bi we re di yekîtiyê de me. 21  Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew ji min hez dike. Û yê ku ji min hez dike, Bavê min wê ji wî hez bike, û ezê jî ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.” 22  Cihûda (ne Cihûdayê Îsxeryot) ji Îsa pirsî: “Efendiyê min, çi çêbû ku tu dixwazî xwe ji me re eşkere bikî, lê ne ji dinyayê re?” 23  Îsa cewaba wî da: “Yê ku ji min hez dike, ewê gotinên min bîne cih, û Bavê min wê ji wî hez bike. Emê werin ba wî û bi wî re bijîn. 24  Yê ku ji min hez nake, ew gotinên min nayne cih. Gotinên ku hûn dibihîzin, ne yên min in, lê yên Bavê min in, ê ku ez şandime. 25  Heta ku ez li ba we me, ez van hemû tiştan ji we re dibêjim. 26  Lê alîkar, yanî ruhê pîroz, ê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştan hînî we bike, û hemû tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we. 27  Ez aştiyê ji we re dihêlim, ez aştiya xwe didim we. Aştiya ku ez didim we, ne mîna vê aştiyê ye, ya ku dinya dide we. Bila dilê we teng nebe û tirs nekeve dilê we. 28  We bihîst ku min ji we re got: ‘Ez diçim, û ezê vegerim ba we.’ Eger hûn ji min hez dikin, hûnê kêfxweş bibin ku ez diçim ba Bav, çimkî Bav ji min mezintir e. 29  Min ev tişt berî ku ew çêbin ji we re gotine, da ku gava ew çêbin, hûn bawer bikin. 30  Êdî ez bi we re gelek xeber nadim, çimkî serokê vê dinyayê tê, lê ew nikare li ser min tesîr bike. 31  Lê da ku dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim, her tiştê ku Bav li min emir kiriye, ez eynî wisa dikim. Rabin, bila em ji vir herin.

Jêrenot

Yan “teselîker”. Li vir behsa ruhê pîroz tê kirin.