Here Naverokê

Here naverokê

DERS 01

Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?

Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?

Hema pirsên her însanekî yên li ser mexseda jiyanê, kul û derdên dinyayê, mirin û pêşerojê hene. Em xema meseleyên jiyana rojane jî dixwin. Wekî din, gerek em debara mala xwe bikin û em ji bo malbata xwe jiyaneke xweş dixwazin. Kitêba Pîroz, yanî Tewrat, Zebûr û Încîl, hem cewabên pirsên muhîm hem jî şîretên baş dide. Bi rastî Kitêba Pîroz ji bo her kesî bifeyde ye.

1. Kitêba Pîroz cewabên kîjan pirsan dide?

Kitêba Pîroz cewabên van pirsên muhîm dide: Jiyanê çawa dest pê kir? Mexseda jiyana me çi ye? Çima însan kul û derdan dikişîne? Piştî mirinê çi tê serê me? Her kes selametiyê dixwaze, lê çima ew qas şer hene? Gelo halê dinyayê wê çawa bibe? Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku em li cewabên van pirsan bigerin, û cewabên Kitêba Pîroz dilê bi milyonan însanan rihet kiriye.

2. Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike ku em ji jiyana xwe kêfê bistînin?

Kitêba Pîroz şîretên baş dide me. Mesela, ew alî malbatan dike ku ew bi rastî dilxweş bibin. Şîretên Kitêba Pîroz nîşanî me didin ku em çawa dikarin ji diltengiya xwe derkevin û ji şixulê xwe kêfê bistînin. Tu dikarî bi destê van ders û sohbetan bielimî ku Kitêba Pîroz li ser van meseleyan û li ser meseleyên din jî çi dibêje. Belkî tuyê jî rastiya van gotinan qebûl bikî: “Tevahiya Nivîsara Pîroz [her tiştê di Kitêba Pîroz de] ... bi kêr tê” (2. Tîmotêyos 3:16).

Ev weşan cihê Kitêba Pîroz nagire. Lê belê, ewê lêkolîna Kitêba Pîroz li ber dilê te xweş bike. Îcar ji kerema xwe re, ayetên Kitêba Pîroz bixwîne û bifikire ku ew ji bo te çima bifeyde ne.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo Kitêba Pîroz çawa alî însanan kiriye? Tu çawa dikarî ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê bistînî? Û ji bo ku tu ji Kitêba Pîroz fehm bikî, çima lazim e ku kesek alî te bike?

3. Kitêba Pîroz dikare rê nîşanî me bide

Kitêba Pîroz wek çirayê rêya me ronahî dike. Kitêba Pîroz dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin. Ew ji me re dibêje ku halê dinyayê wê çawa bibe.

Zebûr 119:105 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Pêxemberê Xwedê li ser Kitêba Pîroz çi difikirî?

  • Tu li ser Kitêba Pîroz çi difikirî?

4. Di Kitêba Pîroz de cewabên pirsên me hene

Serê jinikekê bi gelek salan bi pirsên giran re mijûl dibû. Lê, wê cewabên pirsên xwe di Kitêba Pîroz de dîtin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çi pirsên vê jinikê hebûn?

  • Lêkolîna Kitêba Pîroz çawa alî wê kir?

Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku em pirsan bipirsin. Metta 7:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi pirsên te hene ku tu dixwazî cewabên wan ji Kitêba Pîroz bistînî?

5. Tu dikarî ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê bistînî

Gelek kes ji xwendina Kitêba Pîroz hez dikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Kesên ciwan li ser xwendinê çi difikirîn?

  • Ew niha li ser xwendina Kitêba Pîroz çi difikirin?

Gotinên Kitêba Pîroz dilê me rihet dikin û hêviyê didin me. Romayî 15:4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gelo tu dixwazî van gotinên xweş baştir nas bikî?

6. Kesên din dikarin alî me bikin ku em ji Kitêba Pîroz fehm bikin

Gelek kes bi tena serê xwe Kitêba Pîroz dixwînin û bi kesên din re jî li ser wê sohbetê dikin. Bi vî awayî ew pir feydeyê distînin. Karên Şandiyan 8:26-31 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi dikare alî me bike ku em ji Kitêba Pîroz fehm bikin? (Li ayetên 30 û 31ê binêrin.)

Alîkarî ji zilamê Etyopyayî re lazim bû ku Nivîsarên Pîroz fehm bike. Îro jî, gelek kes hez dikin ku bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin

HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwendina Kitêba Pîroz bêfeyde ye.”

  • Gelo tu çi dibêjî û çima?

BI ÇEND GOTINAN

Kitêba Pîroz ji bo jiyanê şîretên baş dide. Ew cewabên pirsên muhîm dide. Û ew dilê me rihet dike û hêviyê dide me.

Tu çi elimî?

  • Kîjan şîret di Kitêba Pîroz de hene?

  • Kitêba Pîroz cewabên kîjan pirsan dide?

  • Tu dixwazî ji Kitêba Pîroz çi bielimî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Bala xwe bidê ku şîretên Kitêba Pîroz çima îro bifeyde ne.

“Kitêba Pîroz – Hîkmeta Xwedê Ye” (Birca Çavdêriyê No. 1 2018)

Zilamekî ji zaroktiya xwe ve bi çavekî nebaş li xwe dinêrî. Ka bibîne ku Kitêba Pîroz çawa alî wî kiriye.

Jiyaneke Xweş Dest Pê Dike (2:53)

Kitêba Pîroz ji bo jiyana malbateke xweş şîretên baş dide.

“12 Şîretên ji bo Jiyana Malbateke Xweş” (Hişyar Bin! No. 2 2018)

Dinya di bin destê kê de ye? Bibîne ku Kitêba Pîroz çi dibêje.

Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e? – Versiyona Dirêj (3:14)