Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hînkirinên Kitêba Pîroz Serwaxtî Wextda

Hînkirinên Kitêba Pîroz Serwaxtî Wextda

BIDE BER ÇEVÊ XWE: Tu diçî mûzêyê, ku tiştên terîxiyêye kevin temaşe bikî. Heçî zef ji wan tiştên kevin ziyankirî ne, û pareke wan şkestî ye yan undakirî ye. Lê heye tiştek, ku qe nehatibû ziyankirinê; rast e dîzayna wê çetin e, lê ev hemû aliyava zelal e. Tu rêberê xwe pirs dikî: “Gelo dibe ku ev tişt, ne usa kevin e, ça yên din?” Rêber dibêje: “Na. Ev ji hemû tiştên din gelek kevin e û qe carek jî tezeda nehatibû çêkirinê”. Tu dîsa pirs dikî: “Diqewime ew rind xwey kirine?” Rêberê te dibêje: “Na. Ev tişt nava ba-bager û baranada derbaz bû. Û gelek qaçax dixwestin ev xirab kin”. Bi ecêbmayîbûnê tu dibêjî: “Gelo ev ji çi hatiye çêkirinê?”

Em dikarin bêjin wekî ev tiştê mûhîm, heye Kitêba Pîroz. Ev kitêb ji hemû kitêbên din kevintir e. Hemikî kitêbên terîxiyêye din jî hene. Û wek wan tiştên terîxiyêye ziyankirî, nivîsandinên kevin ya wan kitêba jî pey wedera hatine ziyankirinê. Fikirên ku wan kitêbada ser zandariyê hatibûn gotinê himberî zanebûne modêrn derdikevin û ev îzbatkirî ne. Şîretên wan derheqa mêdîsînayê gelek car ziyanê tînin, ne ku alîkariyê. Dêmek gelek nivîsandinên kevin ev tenê îzbatî ne, ku eyan dikin wekî wextekî ewana hebûn; parên wan nivîsandina hatine undakirinê yan ziyankirinê.

Lê Kitêba Pîroz ji wan hemû tiştên kevin cude dibe. Nivîsandina vê kitêbê 35 zêdetir qirna pêşda destpêbû û ev nehatiye guhastinê. Nava qirnada ev zeft dikirin, dişewitandin, qedexe dikirin û ber tu tiştî hesab nedikirin. Lê dîsa jî, çi ku vê kitêbêda hatibû nivîsandinê, nehate guhastinê û ziyankirinê. Himberî zanebûna modêrn usa tê kifşê, ku ev  kitêbeke kevin e, lê Kitêba Pîroz gelek tişta eyan dike, hela hê derheqa axiriyê jî. (Binihêre çargoşe “Kevin e yan Axiriyê Eyan Dike?”

PRÎNSÎPÊN BI KÎJANÎ KU MERIV DIJÎN

Dibe ku tu difikirî: “Gelo hînkirinên Kitêba Pîroz bi rastî kêrhatî ne, seva rojên me?” Seva ku caba vê pirsê bidî, ji xwe bipirse: “Însanet îro rastî kîjan problêma tên? Kîjan ji wan problêma, daha ecêb in?” Dibe ku tu difikirî derheqa şer, qirêjayê, qaçaxtiyê yan korûpsiyayê. Niha werên em şêwir kin derheqa hine prînsîpên Kitêba Pîroz. Wedê şêwirkirinê bifikire derheqa vê pirsê: “Hergê meriv bi wan prînsîpa bijîtana, gelo halê dinyayê wê daha baş nîbûya?”

EDILAYÎHIZÎ

“Xwezî li wan, ku edilayiyê dikin, çimkî ewê zarêd Xwedê bêne hesabê” (Metta 5:9). “Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin” (Romayî 12:18).

BAXŞANDIN, DILREMÎ

“Xwezî li dilrema, çimkî ewê remê bibînin” (Metta 5:7). “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13).

YEKTÎ NAVA MILETADA

Xwedê “hemû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand, ku ser rûyê temamiya dinyayê bijîn” (Karên Şandiya 17:26). “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35).

XWEYÎTIYA ERDÊ

“Xudan Xwedê ew mêr hilda danî baxçê Êdênê, wekî wê bêcer ke û xweyîtîyê lê bike” (Destpêbûn 2:15). Xwedê wê qira wan bîne, yêd ku dinê xirab dikin (Eyantî 11:18).

NEFRETKIRINA TIMAYÊ Û BÊNAMÛSIYÊ

“Haş ji xwe hebin û hevza xwe ji timayê bikin, çimkî emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne” (Lûqa 12:15). “Lê heta navê qaviyê û her heramiyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeta Xwedê nakeve” (Efesî 5:3).

DILPAKÎ Û XEBAT

“Îsafa me rihet e û dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18). “Ewê ku diziyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye helal bi destêd xwe bixebite” (Efesî 4:28).

ALÎKARÎ WANRA, KÎ KU HEWCE NE

“Kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe” (1 Têsalonîkî 5:14). “Telî-tengiyada dest bavêjine sêwiya û jinebiya û hevza xwe jî ji lekêd dinê bike” (Aqûb 1:27).

Kitêba Pîroz ne ku tenê derheqa wan prînsîpa dibêje. Ev yek me hîn dike wan prînsîpa qîmet kin û jîyîna xweda rast bidine xebatê. Hergê gelek ji meriya ewan prînsîpa bidana xebatê, derheqa kîjana ku jorê hatibû gotinê, îro li dinyayêda wê problêmên me kêm bûna. Bi rastî jî prînsîpên  Kitêba Pîroz kar in û wextda nin! Lê gelo hînkirinên Kitêba Pîroz çi karê dikarin îro tera bînin?

ÇAWA HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ DIKARIN ÎRO TERA KARÊ BÎNIN

Carekê merivekî bîlan giliyê usa got: “Serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe ku ew rast e” (Metta 11:19). Dibe ku hûn jî wan giliyara qayîl in. Serwaxtî wê yekêda tê kifşê, ku çawa tu ev didî xebatê. Diqewime tu difikirî: “Hergê Kitêba Pîroz bi rastî kêrhatî ye, dêmek ev gerekê li ser jîyîna min hukum ke? Çawa ev dikare nava problêmên minda alî min bike?” Werê em meselekî şêwir kin.

Zeyneb *, bi jîyîneke bextewar û şa dijît. Lê nişkêva jîyîna wêda, kul-derd qewimîn. Qîza wê ya negihîştî mir. Ev tevî mêrê xwe hev qetiyan. Him jî aliyê perada ew gelek destteng bû. Ew dibêje: “Min fem nedikir ez bûme çi, ne qîza min hebû ne mêrê min, ne jî mal. Nêta jîyîna min îda tune bû”.

Pêşiya wê yekê Zeyneb usa zelal li ser xwe texmîn nekiribû ew giliyên ji Zebûrê: “Rojed emirê me heftê sal in, heger bi sihet-qewat heyştê sal bin, dîsa rûmeta wan zemet û keder e, ew zû dibihurin, em jî difirîn diçin” (Zebûr 90:10).

Nava çetinayên xweda, Zeyneb ji Kitêba Pîroz  alîkarî dît. Çi ku ewê bi saya Kitêba Pîroz stand, bi rastî jî mûhîm e. Sê gotarên dinda tê şirowekirinê, ku çawa gelek merivên din jî, alîkarî ji vê kitêbê dîtin, çaxê rêberiya wê didane xebatê. Wana li ser xwe texmîn kir, ku Kitêba Pîroz anegorî tiştê terîxiyêye kevin, pir mûhîm e. Ew ne mîna gelek kitêbên din e, kîjan ku kevin û bêkêr dibin. Gelo çima ev kitêb usa cude dibe? Çimkî vê kitêbêda fikirên Xwedê ne, ne ku ya meriya (1 Têsalonîkî 2:13).

Hemikî jîyîna me kin e û tije problêma ye. Çaxê jîyîna teda problêm pey problêma tên, gelo kîderê tu dikarî berdilî, alîkarî û şîretên baş bivînî?

Dîna xwe bidin sê tişta kîderê ku zelal dibe, wekî Kitêba Pîroz kêrhatî ye bona jîyîna te. Ev dikare te hîn ke ku çawa,

  1. xwe xwey kî ji problêma, çaxê dikarî.

  2. safî kî çetinaya, rastî kîjanî tu têy.

  3. teyax kî wan derecên çetinda, kîjan ku em nikarin biguhêzin.

Gotarên dinda wê derheqa wan sê dereca bê şêwirkirinê.

^ abz. 24 Di vê gotarêda û sê gotarên dinda, hine nav hatine guhastinê.