Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 3

Şîretên ku Jiyanê Diguherin

Şîretên ku Jiyanê Diguherin

MESELA, em bêjin doktorekî nû hat herêma we. Dibe ku hûn di destpêkê de bi şik nêzîkî wî bibin. Lê belê, eger hûn bibihîzin, ku ji hevalên we gelek çûne ba wî û siheta wan qenc bûye, weyê çi bikira? Belkî hûn jî difikirîn ku herin ba wî.

Nivîsarên Pîroz jî ji hin aliyan ve dişibin doktorekî. Hin mirov bi şik difikirin wan. Lê wexta ku ew şîretên tê de pêk tînin, jiyana wan tê guhertin û bêtir bextewar dibin. Em hinek mînakan bibînin.

Pirsgirêkên di Zewacê de Tên Çareserkirin

Sumiatun wiha dibêje: “Di salên pêşî yên zewaca me de, ez difikirîm ku hevserê min Dumas, min îhmal dike. Loma hundirê min bi hêrsê ve tije dibû û ez tim diqîriyam ser wî. Heta carinan min hinek tişt diavêtin ser wî û lê dixist. Carinan jî ez dibehicîm û ji bîr ve diçûm.

Wexta ku hevserê min der barê Nivîsarên Pîroz de dest bi lêkolînê kir, min qerfên xwe bi wî kirin. Lê gava wî lêkolîn dikir, min bi dizîka li odeya kêlekê ev yek guhdarî dikir. Carekê min bihîst ku ev ayet dihat xwendin: “Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wisa bi ya mêrê xwe bikin. … Û bila jin siyaneta mêrê xwe bigire” (Efesî 5:22, 33). Van peyvan bandoreke kûr li ser min hişt. Min ji Xwedê lava kir, da ew ji bo ku min heqaret li hevserê xwe kir, min bibexşîne û ji min re alîkariyê bike, da ku ez bibim hevsereke qenctir. Piştî zemanekî kurt min jî bi hevserê xwe re dest bi lêkolîna Nivîsarên Pîroz kir.”

Dumas û Sumiatun

Di Nivîsarên Pîroz de ev gotin jî tên dîtin: “Her mêr jî deyndar e, ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike” (Efesî 5:28). Sumiatun dibêje: “Tiştên ku em hîn bûn, wan li ser me her duyan jî gelek bandor hişt. Dema ku hevserê min ji kar dihat malê, min dest pê dikir ji wî re çay dianî û bi awayekî rûnermtir pê re diaxivîm. Wî jî dest pê kir li hember min bi şeklekî dilgermtir tevdigerî û di karên malê de, alîkariya min dikir. Me her duyan jî hewl dida ku li gor ayeta di Efesî 4:32yan de, bikin, ango wekî cihê ku dibêje, divê em li hember hevdû bi şewqet tevbigerin, “dilovan bin û … li hevdû bibihûrin”. Bi vî awayî hezkirin û hurmeta di navbera me de, her ku diçû zêde dibû. Niha jî, ji 40 salan zêdetir e, ku em zewicî ne û zehf bextewar in. Bi rastî şîretên qenc ên ji Gotina Xwedê zewaca me rizgar kir!”

Hînî Zeftkirina Hêrsa Xwe Dibe

Tayib wiha dibêje: “Ez yekî zehf esabî bûm. Min tim pevçûn derdixistin û mirov bi çekan tehdît dikirin. Min li hevsera xwe Kustriyahê jî dixist. Carinan min ev qas xerab li wê dixist ku ew diket erdê. Piraniya xelkê ji min ditirsiya.

Kustriyah û Tayib her şev bi hev re dua dikin

Min rojekê ev gotina Îsa pêxember xwend: “Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir” (Yûhenna 13:34). Vê gotinê di dilê min de cih girt û min biryar da ku xwe biguherim. Her ku ez bi hêrsbûna xwe dihesiyam, min ji Xwedê re dua dikir û ji bo ku aş bibim qewet jê dixwest. Gava min wisa dikir, hêrsa min di demeke kurt de, dadiket. Min bi hevsera xwe re ev şîreta di Efesî 4:26, 27an de, pêk dianî: “Bila roj li ser hêrsa we neçe ava. Ne jî rê bidin Îblîs.” Me dest pê kir her şev bi hev re ji Nivîsarên Pîroz dixwend û dua dikir. Vê yekê tevahiya giraniya rojê ji ser me diavêt û em bêtir nêzîkî hevdû dikirin.

“Ez êdî wekî yekî milayîm dihatim nasîn. Hevsera min û zarokên min siyaneta min digirin û ji min hez dikin. Gelek dostên min hene û ez hîs dikim ku ez nêzîkî Xwedê me. Bi rastî jî ez pir dilşad im.”

Dev ji Narkotîkê Berdide

Goin

Goin wiha dibêje: “Min bi hin xortên din re çeteyek damezrandibû. Min pir cixare dikişand. Gelek caran jî ez serxweş dibûm û min şeva xwe li kolanan li ser erdê dirêjbûyî dibihûrand. Her wiha min narkotîkên mîna esrar û ecstasy jî hem difirotin û hem jî bi xwe bi kar dianîn. Min ev di bin kincê xwe yê ku qirşûn nikare qûl bike de digerandin. Ez ji derve hişk xuya dibûm, lê belê bi rastî di nav tirsê de dijiyam.

Paşê rojekê yekî ev ayet nîşanî min da: ‘Lawê min, hînkariyên min ji bîr neke … ji ber ku wê vana temena te dirêj bikin û salên jiyana te û dilxweşiya te zêde bikin’ (Methelokên Silêman 3:1, 2). Bi rastî min tim jiyaneke dirêj û bi selametî dixwest! Her wiha van peyvan jî li ser min gelek bandor çêkir: “Hezkirîno, madem ku em xwediyê van sozan in, em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin û bi tirsa Xwedê pîroziyê temam bikin” (2. Korîntî 7:1). Min di netîceya vê de, dev ji bikaranîna narkotîkê berda, ji çeteyê veqetiyam û min dest bi jiyaneke ku Xwedê dixwaze kir.

Ev 17 sal in ku ez narkotîkê bi kar naynim. Niha pir bi tenduristî me; malbateke min a bextewar û dostên min ên qenc hene. Wijdana min jî rihet e. Êdî ez ji dêla ku şevê bi serxweşî li kolanan derbas bikim, bi awayekî di nav hizûrê de, di cilên xwe de radikevim.”

Pêşdaraziya Xwe Bindest Dike

Bambang wiha dibêje: “Bi rastî ez di ciwantiya xwe de tim tev li sûcan dibûm. Piraniya kesên ku min ji xwe re hedef digirtin û jê nefret dikirin, ji nîjadeke hindikayî bûn.

Lê belê, min piştî demekê dest pê kir ez li Xwedê geriyam. Ez beşdarî hevdîtina komeke ku der barê Nivîsarên Pîroz de lêkolîn dikir, bûm. Yên ku li wê derê bûn, bi awayekî zehf dilgerm ez qebûl kirim, heta ji wan hinek ji koma nîjada ku min jê nefret dikir, dihatin. Gava min dît mirovên ji qewmên nîjadên cuda bi kêfxweşî li hev dicivin û di nav aştiyê de ne, min nedikarî ku vê yekê ji çavên serê xwe bawer bikim! Hingê min fehm kir ku ev ayet tê çi wateyê: ‘Li ba Xwedê xatirgirtin tune. Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e’ (Karên Şandiyan 10:34-35).

Êdî ez ji pêşdîtiniyên ku berê dilê min dijehrandin rizgar bûm. Niha jî, ji koma nîjada ku wextekê min jê nefret dikir, gelek dostên min hene. Xwedê bi navgîniya Nivîsarên Pîroz hezkirin fêrî min kir.”

Bambang hînî hezkirina mirovên koma ji nîjadên din bû

Êdî Serî li Zordariyê Nade

Garoga çîroka xwe wiha tîne ziman: “Ez di ciwantiya xwe de sê caran ketim hebsê. Ji wan dido ji rûyê diziyê bûn, a din jî ji ber ku min bi kêrê yek bi awayekî giran birîndar kiribû hat serê min. Paşê jî ez beşdarî komeke serhildêran bûm û min gelek kes kuştin. Piştî ku pevçûn bi dawî bûn, ez bûm serokê mafyayê. Min zilamên xwe dişandin, ji derdorê xerac dicivand û bi ku derê ve biçûma, bi mihafizên xwe ve diçûm. Ez yekî zordar û bixeter bûm.

Garoga dev ji zordariyê berda û bû yekî ku Nivîsarên Pîroz hîn dike û siyaneta ji mirovan qezenc dike

Rojekê min ev ayet xwend: ‘Hezkirin pirr bisebir e û dilovan e; hezkirin çavnebariyê nake; hezkirin pesnê xwe nade, quretiyê nake; bi hovîtiyê nake, li menfaeta xwe nagere, hêrs nabe, xerabiyê bibîr nayne’ (1. Korîntî 13:4, 5, KP). Van peyvan bandoreke kûr li ser min hişt, min mala xwe bir herêmeke cuda, li Nivîsarên Pîroz kola û dest pê kir şîretên tê de di jiyana xwe de pêk anîn.

Êdî ez ne yekî zordar û bixeter bûm. Îro ji dêla vê ez bûm yekî ku Nivîsarên Pîroz hîn dike û siyaneta ji mirovan qezenc dike. Niha wate û armanceke jiyana min heye.”

Nivîsarên Pîroz Bibandor in

Ji van hemûyan û tecrûbeya bi hezaran kesên din, bi eşkereyî tê dîtin ku “Gotina Xwedê zindî ye û bi bandor e” (Îbranî 4:12, KP). Şîretên wê hêsan, rast û bikêr in.

Gelo Nivîsarên Pîroz dikarin ji we re jî bifeyde bin? Helbet! Pirsgirêkên ku derdikevin pêşberî we çi dibin bila bibin, şîretên ku ew didin, dikarin ji we re alîkariyê bikin. “Her Nivîsa ku peyxama Xwedê ye û bona hînkirin, azirandin, anîna rêyê û perwerdekirina di rastiyê de ye jî qenc e; da ku zilamê Xwedê bona her karê qenc hatiye xemilandin bûne ve rayedar bibe” (2. Tîmotêyos 3:16, 17, KP).

Nexwe em binêrin hin zanyariyên bingehîn, ên di Nivîsarên Pîroz de.