Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 13

Îmana Rast Dibe Bextewariya Herheyî

Îmana Rast Dibe Bextewariya Herheyî

DI NIVÎSARÊN Pîroz de, tê gotin ku “yê rastdar wê bi baweriyê [îmanê] bijî” (Romayî 1:17). Ev gotinên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, wehdeke muhteşem, a ku tesîrê li jiyana we jî dike, di nav xwe de dihewînin. Gelo çawa?

Îsa Mesîh piştî ku karê xwe yê li ser rûyê erdê temam kir, hat hilkişandin ezmên cem Yehowa Xwedê. Hê ku şagirtên wî “lê dinêrî, ew bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew ji ber çavê wan stand” (Karên Şandiyan 1:9). Xwedê ew li ezmanan wek padîşahekî hêzdar tayîn kir. Di demeke kurt de Îsa pêxember wê vegere, ewê “bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hîngê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rune. Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne” (Metta 25:31, 32). Gelo ev yek wê kengê bibe?

Nivîsarên Pîroz ji berê ve gotibû ku li seranserê cîhanê wê heyameke ku tengahiyên mezin biqewimiyana, bihata. Ev heyam, wê bibûya elameteke nîşandayîna nêzîkbûyîna zemanê ku Mesîh wê miletan bidarizîne. Îsa pêxember di wê heyamê de, gotibû ku ev tişt wê biqewimin: “Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe. Erdhejînên mezin wê çêbin û li cîh cihan xela û êşa zirav wê derkevin. Tiştên tirsehêz … wê bibin” (Lûqa 21:7, 10, 11).

Tengahiyên ku îro hene, nîşan didin ku Mesîh wê di demeke nêzîk de, miletan bidarizîne

Em îro dibînin ku ev peyvên Îsa Mesîh bi eşkereyî pêk hatine. Îsa di demeke kurt de wê bê û yên xerab tune bike. Heta, di dawiyê de Şeytan jî wê were tunekirin! Tevahiya dinyayê wê bizivire cenetê. Di mabêna hemû mirovan de, heta, di navbera heywanan de wê aştî bibe. “Wê gur tevî berxikê rune û piling tevî karikê rakeve û golik û şêrê ciwan û ganêrê xurt li cem hev bin û wê lawikek biçûk wan biajo”. Ewê li tu dereke ser rûyê erdê “xesarê nedin û helak nekin” (Îşaya 11:6, 9). “Yê ku li wir rudine wê nebêje: ‘Ez nexweş im’ … wê gavê çavên koran vebin, guhên kerran jî vebin” (Îşaya 33:24; 35:5). Heta, yên mirî jî wê bên vejandin. “XUDAN wê ji hemû wecan histêrên çavan paqij bike” û “êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Îşaya 25:8; Peyxam 21:4). Hingê armanca Xwedê ya ewil a derheqê rûyê erdê de wê pêk bê. Xwedayê me bi rastî jî ji me re pêşerojeke muhteşem wehd dike!

Xurtkirina Îmana Xwe Berdewam Bikin

Gelo Xwedayê me, di cenetê de wê kê xelat bike? Yên ku xwediyê îmana rast in.

Wek ku me berê jî dît, îmana rast xwe dispêre zanyariya tam a derheqê Nivîsarên Pîroz de. Loma, divê em li ser Xwedê û Îsa pêxember bi berdewamî zanyariyê bistînin!

Yên ku xwediyê îmana rast in, wê di cenetê de heta hetayê bijîn!

Îmana rast bi emelên ango kiryarên qenc diyar dibe. Gotina Xwedê dibêje: “Baweriya ku bê kirin e, mirî ye” (Aqûb 2:26). Em dikarin bi navgîniya karên xwe yên qenc sifetên Xwedê, yên mîna qudret, edalet, hîkmet û hezkirina wî, nîşan bidin. Divê em hewl bidin ku tim van sifetên qenc, bi pêş bixin.

Îmana rast raza jiyaneke bextewar e. Bi rastî jî îmaneke wiha, ji me re gelek nîmetan tîne, hem niha hem jî heta hetayê!