Here Naverokê

Gelo Kitêba Pîroz ji Aliyê Ilm û Zanistê ve Rast e?

Gelo Kitêba Pîroz ji Aliyê Ilm û Zanistê ve Rast e?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Belê. Kitêba Pîroz, yanî Tewrat, Zebûr û Încîl, helbet ne pirtûkeke zanistî ye, lê gotinên wê yên di heqê mijarên zanistî de gişt rast in. Di demên berê de, gelek mirov di heqê rastiyên zanistî de xwediyê nêrîn û baweriyên şaş bûn. Ka em bala xwe bidin hin mînakên ku nîşan didin ku Kitêba Pîroz ji aliyê zanistê ve rast e.

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku destpêka gerdûnê hebûye (1. Mûsa 1:1). Lê berevajî vê, li gor hin efsaneyên kevnare dihat gotin ku gerdûn nehatiye afirandin, lê ji kaoseke heyî pêk hatiye. Bo mînak, Babîliyan bawer dikir ku îlahên ku gerdûn anîne meydanê, ji du behrên mezin derketine. Û li gor hin efsaneyên din jî dihat gotin ku gerdûn ji hêkeke mezin derketiye.

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku gerdûn ne li gor kêf û daxwaza îlahan, lê li gor qanûnên tebîetê tevdigere (Eyûb 38:33; Yêremya 33:25). Lê belê, gotegot û efsaneyên li seranserê dinyayê hîn dikin ku mirov û bextê wan di destê xwedawendan de ne, yên ku kiryarên wan ne diyar in û carinan bêrehm in.

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku dinya ne li ser tiştekî daleqandî ye, lê di nav valahiyê de ye (Eyûb 26:7). Lê belê, di demên berê de, gelek kesan bawer dikir ku dinya pehn e û li ser pişta dêwekî yan heywanekî mîna ga yan jî kûsî disekine.

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku çerxa avê heye: Ava behrê û kaniyên din dibe hilm, bilindî atmosferê dibe, tîr dibe û ewran tîne holê, paşê wek berf, baran an zîpik li ser erdê dibare û bi vî awayî çem û kanî dîsa tije dibin (Eyûb 36:27, 28; Waiz 1:7; Îşaya 55:10; Amos 9:6). Lê, di demên berê de, Yûnaniyan bawer dikir ku ava çeman ji behrên di bin erdê de derdikeve, û ev nêrîna hanê heta sedsala 18emîn berbelav bû.

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku çiya bilind dibin û nizm dibin, û çiyayên îro di demên berê de di bin okyanûsê de bûn (Zebûr 104:6, 8). Lê berevajî vê, gelek efsane dibêjin ku çiyayên îro ji aliyê îlahan ve hatine çêkirin.

  •   Kitêba Pîroz dibêje ku hîjyen, yanî paqijî, sihet û tenduristiya mirovan diparêze. Bo mînak, li gor qanûna ku Xwedê dabû Mûsa pêxember, gerek mirovan piştî destdana laşekî mirî xwe bişuştana, kesên ku nexweşiyên bienfeksiyon bi wan re hebûn, diketin karantînayê, û mirovan pîsiya xwe di bin axê de vedişartin (3. Mûsa 11:28; 13:1-5; 5. Mûsa 23:13). Lê berevajî vê, wê çaxê, gava Misriyan birînên xwe melhem dikirin, di melhemê de pîsiya mirov jî hebû.

Gelo di Kitêba Pîroz de şaşiyên zanistî hene?

 Eger em Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin, emê bibînin ku tê de şaşiyên zanistî tune ne. Hin nêrînên şaş, ên ku der barê Kitêba Pîroz de tên gotin, ev in:

 Îdîa: Kitêba Pîroz dibêje ku tevahiya gerdûnê di şeş rojên herfî de hatiye afirandin.

 Rastî: Di Kitêba Pîroz de nayê gotin ku gerdûn tam kengê ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin (1. Mûsa 1:1). Rojên afirandinê, yên ku di 1. Mûsa beşa 1ê de derbas dibin, tên maneya dem û dewranên ku dirêjahiya wan nediyar e. Ev yek jî pir balkêş e: Ji bo hemû dem û dewranên ku tê de ezman û erd hatine afirandin jî, “rojek“ tê gotin (1. Mûsa 2:4, NWT).

 Îdîa: Kitêba Pîroz dibêje ku nebat berî rojê hatine afirandin, lê bê tava rojê fotosentez çênabe (1. Mûsa 1:11, 16).

 Rastî: Li gor Kitêba Pîroz, roj ku yek ji stêrkên ezmanan e, berî nebatan hatiye afirandin (1. Mûsa 1:1). Ronahiya rojê di “roja” pêşîn a afirandinê de gihîştiye rûyê erdê. Atmosfer gav bi gav zelal bûye û di roja “sisêyan” a afirandinê de, ronahî ew qas xurt bûbû ku têra fotosentezê dikir (1. Mûsa 1:3-5, 12, 13). Û ancax dû re, roj dikaribû ji dinyayê ve bi zelalî bihata dîtin (1. Mûsa 1:16).

 Îdîa: Kitêba Pîroz dibêje ku roj li dora dinyayê dizivire.

 Rastî: Kitêba Piroz wisa dibêje: “Roj dertê û roj diçe ava, dîsa baz dide dera ku jê hilatiye” (Waiz 1:5, Mizgînî). Lê belê, ev gotin liv û gera rojê, çawa ku ji rûyê erdê tê dîtin, tarîf dike. Îro jî, mirov peyvên “rojhilat” û “rojava” bi kar tînin, dîsa jî her kes pê dizane ku dinya li dora rojê digere.

 Îdîa: Kitêba Pîroz dibêje ku dinya pehn an dûz e.

 Rastî: Di Kitêba Pîroz de gotina “dawiyên dinyayê” tê maneya “cihê dinyayê yê herî dûr”; ev gotin bi herfî nayê fehmkirin, yanî ew nayê maneya ku dinya pehn e yan dawiya wê heye (Lûqa 11:31, KP). Mesela, gava ku mirov gotina “çar aliyên dinyayê” tîne zimên, ew bi vê gotina hanê qala tevahiya rûyê erdê dike (Îşaya 11:12, Mizgînî; Lûqa 13:29).

 Îdîa: Kitêba Pîroz dibêje ku derdora giroverê tam 3 caran ji dirêjahiya eşkêla wê mezintir e, lê belê hejmara rast pî (π) ye, yanî teqrîben 3,1416.

 Rastî: Di 1. Qiralan 7:23 û 2. Dîrokan 4:2 de behsa pîvanên ‘hewzeke gilover’ tê kirin: Dirêjahiya eşkêla wê “deh gaz” bû û derdora wê jî “sî gaz” bû. Dibe ku ev pîvan hejmarên tam yên herî nêzîk bûn, yan dibe ku ev hejmar pîvanên hundir yan derveyî hewzê bûn.