Here Naverokê

Gelo Aştî wê Çawa Çêbe?

Gelo Aştî wê Çawa Çêbe?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Aştî wê ne bi destê mirovan, lê bi saya Padîşahiya Xwedê çêbe. Padîşahê vê Padîşahiyê Îsa Mesîh e. Bala xwe bide ku Kitêba Pîroz li ser bereketên vê Padîşahiyê çi dibêje.

  1.   Xwedê wê “li seranserê dinyayê şeran bisekinîne” û aştiyê bîne (Zebûr 46:9, NWT; Lûqa 2:14).

  2.   Padîşahiya Xwedê wê ji ezmanan li ser tevahiya erdê hikum bajo (Danîêl 7:14). Ewê miletperestiyê ji holê rake û bi vî awayî şeran tune bike.

  3.   Padîşahê Padîşahiya Xwedê – yanî Îsa Mesîh – wek “Serokê Aştiyê” tê bi nav kirin, û ewê aştiya daîmî bîne (Îşaya 9:6, 7).

  4.   Kesên ku dev ji şerkirinê nakin wê nikaribin li cenetê bijîn, çimkî Xwedê “ji her kesê ku ji zordariyê hez dike, nefret dike” (Zebûr 11:5, NWT; Methelokên Silêman 2:22).

  5.   Xwedê rêyî xizmetkarên xwe dide ku gerek ew çawa di aştiyê de bijîn. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ewê şûrên xwe bikin gîsin û rimên xwe bikin kêrên rezvanan. Tu milet wê şûrê xwe li dijî miletekî din hilnede, û ewê êdî cengê hîn nebin” (Îşaya 2:3, 4, NWT).

 Li seranserê dinyayê, bi milyonan Şahidên Yehowa ji Xwedê hîn dibin ku çawa di aştiyê de bijîn (Metta 5:9). Belê, em ji cure cure kok û miletan in û di zêdetirî 230 welatî de dijîn, lê em tu caran şer nakin.

Şahidên Yehowa îro hîn dibin ku di aştiyê de bijîn