Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 92

Maleke ji bo Navê Te

Maleke ji bo Navê Te

(1. Dîrokan 29:16)

  1. 1. Me ev mal ji bo şerefa te

    ava kiriye, Yehowa.

    Bi serbilindî em vê malê

    pêşkêşî te dikin niha.

    Em her çi didin destê te jî,

    gişt aîdî te ne jixwe.

    Loma em ji dil dişixulin

    ji bo şan û şohreta te.

    (DÎSGOTIN)

    Bila ev mal li te xweş bê

    û rûmetê bide te.

    Ji kerema xwe re, Xwedê,

    ji karê me razî be.

  2. 2. Heta ku ev avahî hebe,

    emê lê xwedî derkevin.

    Dua û kilamên şukranê

    li vir bila bên bihîstin.

    Mirovên dilpak bila werin,

    der barê te de hîn bibin,

    ji te re îbadetê bikin

    û pesnê navê te bidin.

    (DÎSGOTIN)

    Bila ev mal li te xweş bê

    û rûmetê bide te.

    Ji kerema xwe re, Xwedê,

    ji karê me razî be.

(Li van ayetan jî binêre: 1. Qra. 8:18, 27; 1. Dîr. 29:11-14; Kar. 20:24)