Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 62

Strana Nû

Strana Nû

(Zebûr 98)

  1. 1. Navê Yehowa li her derê îlan bike,

    behsa hemû sifet û karên wî bike.

    Hêz û qudreta Xwedayê me bêemsal e,

    her hukmê Yehowa,

    tam rast û adil e.

    (DÎSGOTIN)

    Strana nû

    şev û roj bixwîne!

    Bêje ku

    Xwedê Padîşah e.

  2. 2. Geş û dilxweş be, çimkî Xwedê bi me re ye.

    Navê wî bilind be, û tim birûmet be.

    Strana Yehowa bi dengê bilind bixwîne.

    Bi borî û sazan

    pesnê Xwedê bide.

    (DÎSGOTIN)

    Strana nû

    şev û roj bixwîne!

    Bêje ku

    Xwedê Padîşah e.

  3. 3. Erd û çem û behr bila pesnan bidin Xudan,

    dar û gul û kulîlk pev re bi çepikan.

    Ber Xwedê bila her kes bikeve ser çokan.

    Wî birûmet bike

    li hemû welatan.

    (DÎSGOTIN)

    Strana nû

    şev û roj bixwîne!

    Bêje ku

    Xwedê Padîşah e.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 96:1; 149:1; Îşa. 42:10)