Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 23

Padîşahiya Xwedê wê Çi Bîne?

Padîşahiya Xwedê wê Çi Bîne?

(Peyxam 11:15)

  1. 1. Dengê xwe bilind bikin,

    pesnê Yehowa bidin.

    Kurê wî êdî bûye padîşah.

    Li ser text rûniştî ye,

    tac li ser serê wî ye.

    Lazim e ku

    kes jê nemîne bêagah.

    (DÎSGOTIN)

    Ev Padîşahî wê çi bîne?

    Heq, rastî û edaletê!

    Hem jî Xwedê çi soz daye me?

    Emrê heta bi hetayê!

    Vê peyamê ragihînin,

    şa bin bi vê mizgînê!

  2. 2. Dawiya vê dinyayê,

    roja Harmegedonê,

    êdî pir nêzîk e, hindik maye.

    Heta wê roja mezin

    bê rawestin kar bikin,

    da ku her kes

    vê xeberê bizanibe.

    (DÎSGOTIN)

    Ev Padîşahî wê çi bîne?

    Heq, rastî û edaletê!

    Hem jî Xwedê çi soz daye me?

    Emrê heta bi hetayê!

    Vê peyamê ragihînin,

    şa bin bi vê mizgînê!

  3. 3. Îsa bi navê Xwedê

    dike hukimdariyê,

    em serê xwe li ber wî xwar dikin.

    Ji bo hemû keseran

    ew e dewa û derman,

    bi dilsozî

    li benda wî bisekinin.

    (DÎSGOTIN)

    Ev Padîşahî wê çi bîne?

    Heq, rastî û edaletê!

    Hem jî Xwedê çi soz daye me?

    Emrê heta bi hetayê!

    Vê peyamê ragihînin,

    şa bin bi vê mizgînê!

(Li van ayetan jî binêre: 2. Sam. 7:22; Dan. 2:44; Pey. 7:15)