Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 126

Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be

Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be

(1. Korîntî 16:13)

  1. 1. Hişyar, qayîm û mêrxas be,

    sebir û sebat bike.

    Tuyê helbet serkeftî bî,

    tu caran guman neke!

    Bi dilsozî guh bide Îsa,

    bîne cih daxwaza Yehowa.

    (DÎSGOTIN)

    Biqewet, hişyar û mêrxas be,

    nêzî Xwedê bimîne.

  2. 2. Hişyar be, hay ji xwe hebe,

    bi dewamî hazir be

    û bi rêberiya Îsa

    bi dilnizmî bimeşe.

    Şîretên Xwedê qebûl bike,

    çimkî ew ji bo xêra te ne.

    (DÎSGOTIN)

    Biqewet, hişyar û mêrxas be,

    nêzî Xwedê bimîne.

  3. 3. Hişyar û baldar bimîne,

    rastiyê biparêze.

    Dijminên me gelek bin jî,

    Yehowa bi me re ye.

    Padîşahiyê îlan bike

    heta ku Xwedê bêje: “Bes e!”

    (DÎSGOTIN)

    Biqewet, hişyar û mêrxas be,

    nêzî Xwedê bimîne.

(Li van ayetan jî binêre: Met. 24:13; Îbr. 13:7, 17; 1. Ptr. 5:8)