KILAM 112
Yehowa, Xwedayê Aştiyê
(Filîpî 4:9)
-
1. Xwedayê aştiyê,
kaniya hezkirinê,
Te soz daye, tuyê bidî
hizûr û selametê.
Rêberê me Îsa
canê xwe ji bo me da
ku em bibin nêzîkî te,
Bavê hêja Yehowa.
-
2. Çavên me vebûne
bi saya Xebera te.
Derdora me tarî be jî,
rêya me ronahî ye.
Roj nêzîk e êdî,
hemû şer û xerabî
wê tune bin bi temamî,
tuyê aştiyê bînî.
-
3. Îro di nav me de
aştiya rastîn heye.
Em xulamên Yehowa ne,
wî em dawet kirine.
Loma, em rastiyê
hîn dikin li her derê.
Em bi xîret dişixulin
ji bo Padîşahiyê.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 4:8; Flp. 4:6, 7; 1. Sel. 5:23)