KILAM 109
Ji Dil Hez Bike
(1. Petrûs 1:22)
-
1. Hezkirina pak û rastîn
dilê Yehowa şa dike.
Xwedê bi xwe hezkirin e,
gerek em wek wî bin.
Dilsozî û dilovanî
dostaniyan xurttir dikin.
Bi rastî jî muhîm e ku
em ji dil hez bikin.
Eger dostek muhtac be,
emê alîkariyê bidin.
Eger derdên wî hebin,
emê wî destek bikin.
Ji bo me emsal e Îsa,
wî hezkirin eyan dikir.
Em jî dixwazin mîna wî
hem dilrehm û dilgerm bin,
hem jî ji dil hez bikin.
(Li van ayetan jî binêre: 1. Ptr. 2:17; 3:8; 4:8; 1. Yûh. 3:11)