Here Naverokê

Here naverokê

Bila Yehowa Hemû Planên Te Pêk Bîne

Bila Yehowa Hemû Planên Te Pêk Bîne

“Ji Xudan lezetê bistîne, ewê daxwazên dilê te bi cih bîne” (ZEB. 37:⁠4).

KILAM: 135, 81

1. Gerek hemû ciwan li ser çi qerar bidin? Çima ne lazim e ku ew bi zêdeyî endîşe bikin? (Li rêsmê ewilî binêre.)

BERÎ ku em bikevin ser rê, wê baş be ku em plan bikin ku em bi ku de herin. Jiyan jî wek rê ye, û çaxa em ciwan in, gerek em qerar bidin ku em dixwazin bi ku de herin. Helbet ev carinan ne hêsan e. Keçikeke bi navê Heather wisa dibêje: “Ev tiştekî pir zor e. Lazim e ku mirov riya jiyana xwe hilbijêre.” Lê ciwanno, cesareta xwe winda nekin! Yehowa ji xizmetkarên xwe re wisa dibêje: “Li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ez ê te zexm bikim; belê, ezê alî te bikim” (Îşa. 41:10).

2. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze ku em bextewar bin?

2 Yehowa dixwaze ku hûn planên baş çêkin (Waiz 12:1; Met. 6:20). Tiştên xweş ên ku em di tebîatê de dibînin, dibihîzin û tehm dikin îsbat dikin ku ew dixwaze ku hûn bextewar bin. Ew her tim bi me re eleqedar e û riya jiyanê rêyî me dide. Yehowa ji kesên ku şîretên wî qebûl nakin re wisa dibêje: “Tiştê ku jê hez nakim, we kirin. . . . A vay, dê qûlên min kêfxweş bibin û hûn ê fedî bikin; a vay, qûlên min dê ji firehiya dil bistirên” (Îşa. 65:​12-14). Belê, qerarên aqilmend hurmet didin Yehowa (Mtl. 27:11).

PLANÊN BAŞ ÇÊKIN

3. Yehowa dixwaze ku em çi cure planan bikin?

3 Yehowa dixwaze ku em çi cure planan bikin? Ji bo ku em bextewar bin, gerek em wî nas bikin û jê re bi dilsozî xizmet bikin (Zeb. 128:1; Met. 5:⁠3). Ji vê aliyê ve, em ji heywanan bi temamî cuda ne. Ji bo wan bes e ku ew bixwin, vexwin û zêde bibin. Lê Xwedê dixwaze ku em ne tenê ji bo van tiştan plan bikin. Li gor Kitêba Pîroz, Yehowa hezkirin e û dilşad e, û wî însan di sûretê xwe de afirandine (2. Kor. 13:11; 1. Tîm. 1:11; 1. Mû. 1:27). Eger em Xwedayê dilovan ji xwe re bikin nimûne, emê dilşad bibin. Mesela, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35). Em bi rastî wisa hatine afirandin, ne wisa ye? Loma Yehowa dixwaze ku em plan bikin ku em çawa karibin nîşan bidin ku em ji Xwedê û ji kesên din hez dikin (Metta 22:​36-39 bixwîne).

4, 5. Îsa ji çi kêf distand?

4 Îsa Mesîh ji bo ciwanan bû emsal. Çaxa ew biçûk bû, ew bêguman wek hemû zarokên din dilîst. Jixwe, Kitêba Pîroz dibêje ku “wexta kenînê heye . . . û wexta lîstinê heye” (Waiz 3:⁠4). Lê ji xeynî van tiştan, Îsa Nivîsarên Pîroz dixwendin û wisa nêzîkî Yehowa dibû. Belê, ew bi mewzûyên ruhî jî mijûl dibû. Çaxa ew 12 salî bû, mamosteyên li perestgehê “li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman” (Lûqa 2:​42, 46, 47).

5 Îsa zilamekî dilşad bû. Lê çi ew dilşad dikir? Îsa bi xwe gotibû ku daxwaza Xwedê ji bo wî çi ye: “Wî ez mesh kirime da ez Mizgîniyê bidim belengazan; . . . û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin” (Lûqa 4:18). Îsa ev daxwaza Xwedê dianî cih û wisa dilşad dibû. Zebûr 40:8 der heqê wî de wisa dibêje: “Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min.” Îsa her tim behsa Bavê xweyî ezmanî dikir û ji vê xebatê pir kêf distand (Lûqa 10:21 bixwîne). Carekê, piştî ku Îsa bi jinekê re der heqê îbadeta rast de xeber dabû, wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (Yûh. 4:​31-34). Îsa bi saya hezkirina Xwedê û hezkirina însanan bextewar dibû. Ciwanno, eger hûn Îsa ji xwe re bikin nimûne, hûnê jî dilşad bibin!

6. Çima wê baş be ku em ji bo planên xwe ji xwişk û birayên ceribandî aqil bistînin?

6 Gelek xwişk û birayên me di ciwantiya xwe de pêşengî dikir û ji vê xizmetê kêf distand. Ma tu naxwazî ji bo planên xwe ji wan aqil bistînî? “Li cîhê ku şîret tunebe fenekî vala derdikevin; lê belê bi pirraniya şîretkiran ve disekine” (Mtl. 15:22). Bi îhtimaleke mezin, xwişk û birayên ceribandî wê ji te re bibêjin ku xizmeta tamrojî wê dersên muhîm bide te, yên ku ji bo hemû emrê te bifeyde ne. Îsa li ezmanan ji Bavê xwe pir tiştan elimîbû. Gava ew daket ser erdê, ew dîsa pir tiştên nû elimî. Mesela, ew elimî ku belavkirina mizgînê çi qas kêf dide, û mirov çi qas dilşad dibe gava ew li hemberî îmtihanan dilsoz dimîne (Îşaya 50:4 bixwîne; Îbr. 5:8; 12:⁠2). Xizmeta tamrojî çawa dikare te bextewar bike? Niha emê çend nuqteyan bibînin.

XEBATA HERÎ BAŞ

7. Gelek ciwan çima ji belavkirina mizgînê kêf distînin?

7 Îsa wisa got: “Herin . . . miletan bikin şagirtên min . . . hînî wan bikin” (Met. 28:​19, 20). Eger tu plan bikî ku tu vê xebatê hê zêdetir bikî, tuyê hem dilşad bibî hem jî hurmet bidî Xwedê. Lê ji bo ku tu di vê xebatê de hunermend bibî, wext lazim e. Timothy, birayekî me yê ku di ciwantiya xwe de dest bi pêşengiyê kiribû, wisa dibêje: “Bi saya xizmeta tamrojî, ez dikarim nîşan bidim ku ez ji Yehowa çi qas hez dikim. Ewilî min tu kesê ku dixwaze Kitêba Pîroz bielime nedîtibû, lê paşê, min mala xwe bar kir cihekî din. Li wê derê, di hundirê mehekê de, çend kes dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Yek ji wan jî hat Salona Îbadetê. Piştî ku min Kursa Kitêba Pîroz ji bo Birayên Azip * xelas kir, wan ez şandim cihekî din. Li wê derê, min bi çar kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ez ji vê pir kêf distînim, çimkî ez dibînim ku ruhê pîroz wan çawa diguherîne” (1. Sel. 2:19).

8. Hin ciwan çi kir ji bo ku ew xizmeta xwe firehtir bikin?

8 Hin ciwanên me zimanekî nû elimîne. Mesela, Jacob, birayekî ji Amerîkaya Bakur, wisa dinivîse: “Çaxa ez heft salî bûm, gelekî hevaldersên min Viyetnamî bûn. Min pir dixwest ji wan re behsa Yehowa bikim. Ji bo vê, min plan kir ku ez zimanê wan bielimim. Mesela, min kovara Birca Çavdêriyê ya bi zimanê Îngilîzî û bi zimanê Viyetnamî didan ber hev. Vê yekê pir alî min dikir ku ez vî zimanî bielimim. Wekî din, li nêzikî me civateke bi zimanê Viyetnamî hebû, û min ji wê derê ji xwe re çend heval dîtin. Çaxa ez 18 salî bûm, min dest bi pêşengiyê kir. Dû re ez çûm Kursa Kitêba Pîroz ji bo Birayên Azip. Ev kurs ji bo xizmeta min a pêşengiyê pir bifeyde bûye, çimkî niha li koma bi zimanê Viyetnamî tenê ez kaltî dikim. Gelek Viyetnamî ecêbmayî dimînin ku ez zimanê wan elimîme. Ew min dawet dikin mala xwe, û gelek caran fersend çêdibe ku ez bi wan re dest bi kursa Kitêba Pîroz bikim. Hinek jî hatine bin av kirin” (Li Karên Şandiyan 2:​7, 8 jî binêre).

9. Xizmet çi dersên bifeyde dide me?

9 Xizmet dikare alî me bike ku em ji aliyê hunermendiya xebatê, xeberdana zelal, xwebawerî û zarşîrîniyê ve pêş ve herin (Mtl. 21:5; 2. Tîm. 2:24). Bi ser de, bi saya vê xebatê, em Kitêba Pîroz hûr û kûr nas dikin. Wekî din, em dielimin ku gerek em çawa bi Yehowa re hevkariyê bikin (1. Kor. 3:⁠9).

10. Eger xizmeta li herêma me zor be jî, em dîsa jî çawa dikarin jê kêf bistînin?

10 Eger mirovên ku guh didin me hindik bin jî, em dîsa jî dikarin ji xizmeta xwe kêf bistînin. Belavkirina mizgînê, ne tenê xebata yekî ye, lê xebata temamiya civatê ye. Ji ber vê yekê, gava kesekî nû dibe şagirtekî Îsa, ne tenê yê ku jê re Kitêba Pîroz elimandî, lê hemû mizgînvan şa dibin. Mesela, Brandon neh salan li herêmeke zor pêşengî dikir. Ew wisa dibêje: “Ez ji belavkirina mizgînê kêf distînim, çimkî Yehowa dixwaze ku em vê xebatê bikin. Piştî xelaskirina mektebê, pir derbas nebû ku min dest bi pêşengiyê kir. Gava ez birayên ciwan ên civata me teşwîq dikim û dibînim ku ew ji aliyê ruhî ve çi qas pêş ve diçin, ez pir kêfxweş dibim. Piştî Kursa Kitêba Pîroz ji bo Birayên Azip, wan ez ji bo xizmeta pêşengiyê şandim cihekî din. Rast e ku heta niha, tu xwendekarê min nehatiye bin av kirin. Lê çend xwendekarên xwişk û birayên din hatine bin av kirin. Ez şa me ku min plan kir ku ez heta ku ji destê min tê xebata belavkirina mizgînê bînim cih” (Waiz 11:⁠6).

PLANÊN TE DIKARIN JI BO KÎJAN ÎMTIYAZÊN DIN RÊ VEKIN?

11. Gelek ciwan di kîjan xizmeta pîroz de xebitiye?

11 Ji bo xizmetkirina Yehowa gelek fersend hene. Mesela, gelek ciwan di şixulê avakirinê de dixebitin. Bi rastî jî lazim e ku bi sedan Salonên Îbadetê bên avakirin. Ev xizmeta pîroz hurmet dide Yehowa û dikare me dilşad bike. Gava em bi hev re dixebitin, em jê pir kêf distînin. Wekî din, di şixulê avakirina teokratîk de, em dikarin bielimin ku gerek em çawa bala xwe bidin emniyetê, ku em xebata xwe baş bikin û ku em li gor rêberiya kesên mesûl bixebitin.

Xizmetkarên tamrojî gelek bereketan distînin (Li paragrafên 11 heta 13an binêre)

12. Xizmeta pêşengiyê çawa dikare riya fersendên din veke?

12 Birayekî bi navê Kevin wisa dibêje: “Ji biçûktiya xwe ve, min her tim dixwest rojekê bibim xizmetkarê Yehowa yê tamrojî. Çaxa ez 19 salî bûm, min dest bi pêşengiyê kir. Ji bo ku ez debar bikim, ez li cem birayekî înşaetvan di şixulekî nîvrojî de dixebitîm. Ez elimîm ku banî, pencere û derî çawa tên lêkirin. Paşê, ez du salan bi komeke alîkar re dixebitîm, a ku piştî firtoneyan Salonên Îbadetê û malên xwişk û birayan tamîr dike an ji nû ve ava dike. Gava min bihîst ku li Afrîkaya Başûr înşaetvan lazim in, min serî lê da û wan ez şandim. Li Afrîkayê, ez çend hefte di Saloneke Îbadetê de dixebitim û paşê diçim saloneke din. Koma min wek malbatekê ye. Em bi hev re dimînin, bi hev re Kitêba Pîroz lêkolîn dikin û bi hev re dixebitin. Planên ku min di biçûktiya xwe de çêkiribû wisa derketin ku ez pir dilşad bûme!”

13. Xizmeta Beytelê çawa kêf dide ciwanan?

13 Hin ciwanên ku plan kiribû ku ew xizmeta tamrojî bikin niha li Beytelê ne. Xizmeta Beytelê bi rastî jî pir kêf dide. Her tiştê ku li wê derê tê kirin, ji bo Yehowa ye. Malbata Beytelê di hazirkirina xwarina ruhî de dixebite. Beytelvanekî bi navê Dustin wisa dibêje: “Çaxa ez neh salî bûm, min qerar da ku ez xizmeta tamrojî bikim. Piştî xelaskirina mektebê, min dest bi pêşengiyê kir. Salek û nîv şûn de, Beytel bangî min kir. Li wê derê, ez hînî şixulê çapkirinê bûm û paşê jî nivîsandina programên kompîturê elimîm. Li Beytelê, ez rasterast dibihîzim ku şixulê belavkirina mizgînê çawa pêş ve diçe. Ez ji xizmeta Beytelê pir kêf distînim, çimkî xebata me alî mirovan dike ku ew nêzikî Yehowa bin.”

PLANÊN TE ÇI NE?

14. Tu çawa dikarî plan bikî ku tu dest bi xizmeta tamrojî bikî?

14 Tu çawa dikarî plan bikî ku tu bibî xizmetkarekî tamrojî? Ji bo ku tu di vê xizmetê de serkeftî bî, tiştê herî muhîm ev e ku tu ji aliyê ruhî ve pêş ve herî. Loma bi dil û can Peyva Xwedê lêkolîn bike, li ser wê kûr bifikire û baweriya xwe li civînan eyan bike. Heta ku mekteba te berdewam bike, tu dikarî di şixulê belavkirina mizgînê de tecrûbe û hunera xwe zêde bikî. Bi însanan re eleqedar bibe, fikrên wan bi zarşîrînî bipirse û guh bide cewabên wan. Wekî din, tu dikarî li civatê bixebitî; mesela, tu dikarî di şixulê paqijkirin û tamîrkirina Salona Îbadetê de alîkarî bikî. Yehowa kesên dilnizm û dilxwaz qebûl dike (Zebûr 110:3 bixwîne; Kar. 6:​1-3). Mesela, Pawlosê şandî bangî Tîmotêyos kir ku ew bibe mizgînvanê wezîfedar, çimkî “bira . . . li ser wî qencî dipeyivîn” (Kar. 16:​1-5).

15. Ji bo ku hûn di xizmetê de debar bikin, hûn dikarin çi bikin?

15 Ji bo piraniya xizmetkarên tamrojî lazim e ku ew di îşekî dinyewî de bişixulin ji bo ku ew debar bikin (Kar. 18:​2, 3). Ciwanno, gelo li derdora we kursên meslekî hene ji bo ku hûn ji xwe re şixulekî nîvrojî bibînin? Gava hûn planên xwe çêdikin, ji nazirê herêmî û ji pêşengên li herêma xwe jî aqil bistînin. Ji wan bipirsin ku ji bo pêşengan kîjan şixul hene. Wek Kitêba Pîroz dibêje, “karên ku tuyê bikî, emanetî XUDAN bike û wê çaxê dê pêşniyarên te bibin” (Mtl. 16:3; 20:18).

16. Wê çima baş be ku hûn di ciwantiya xwe de heta ku ji destê we tê ji Yehowa re xizmet bikin?

16 Ciwanno, bawer bin ku Yehowa dixwaze ku hûn dilşadiyê “bi dest bixin” (1. Tîmotêyos 6:​18, 19 bixwîne). Bi saya xizmeta tamrojî, hûnê xizmetkarên tamrojî yên din jî nas bikin û di riya rastiyê de gihîştî bibin. Gelek xwişk û birayan got ku ji ber ku wan di ciwantiya xwe de xizmeta tamrojî kiribû, zewaca wan hê serkeftîtir bûye. Gelek kesên ku berî zewacê pêşeng bûn, piştî zewacê jî bi hev re di vê xizmetê de berdewam dikin (Rom. 16:​3, 4).

17, 18. Planên me çawa bi dilê me ve girêdayî ne?

17 Planên me bi dilê me ve girêdayî ne. Zebûr 20:4 wisa dibêje: “Bila [Xwedê] bi dilê xwe bide te, hemû şîretên te bi cih bîne.” Rind bifikire ku tu di jiyana xwe de dixwazî çi bikî. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa armanca xwe niha çawa pêk tîne, û tu çawa dikarî jê re xizmet bikî. Paşê, ji bo pêkanîna vê xizmetê plan bike.

18 Eger em heta ku ji destê me tê ji Yehowa re xizmet bikin, emê pir bextewar bin, çimkî jiyaneke wisa hurmet dide Xwedê. Belê, “ji Xudan lezetê bistîne, ewê daxwazên dilê te bi cih bîne” (Zeb. 37:⁠4).

^ par. 7 Li dewsa vê kursê, niha Kursa ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê heye.