Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

Dilrastiya Xwe Biparêze!

Dilrastiya Xwe Biparêze!

“Heta ku ez hilma xwe yî dawîn bidim, ez ê bêsûciya xwe [“dilrastiya xwe”, WDN] ji xwe ve neqetînim” (EYÛB 27:5).

KILAM 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

PÊŞGOTIN *

1. Xwişk û birayên me carinan li gel kîjan tengahiyan dilsoz dimînin?

XWIŞK û birayên me carinan rastî tengahiyên wisa tên: (1) Li mektebê, mamoste rojekê dibêje ku ji bo pîrozkirina cejnekê, gerek hemû telebe hazir bin. Keçikek dizane ku ev cejn li dijî qanûnên Xwedê ye. Ji ber vê yekê, ew ji mamoste re dibêje ku ew nikare li pîrozkirina cejnê hazir be. (2) Xortekî şermok mizgînê mal bi mal belav dike. Ew dizane ku mala din, mala hevaldersekî wî ye, yê ku qerfên xwe bi Şahidên Yehowa kiribûn. Dîsa jî, ew li deriyê vê malê dixe. (3) Zilamek ji bo nanê malbata xwe bi xîret dixebite. Rojeke ji rojan, patronê wî dixwaze ku ew tiştekî bêqanûnî bike. Zilam dizane ku patron dikare wî ji xebatê derxîne, lê ew dîsa jî dibêje ku gerek ew durist bimîne û guhdariya qanûnan bike, çimkî Xwedê wisa dixwaze (Rom. 13:1-4; Îbr. 13:18).

2. Emê li ser kîjan pirsan bişêwirin, û çima?

2 Bi dîtina te, ev sê xwişk û birayên me xwediyê kîjan sifatê ne? Tuyê belkî bibêjî ku gelek sifatên wan ên baş hene, mesela cesaret û duristî. Lê belê, sifata wan a herî muhîm, dilrastî ye. Ew li ber Yehowa dilrast man û ji riya Yehowa derneketin. Yehowa bêguman ji xizmetkarên xwe razî ye, yên ku dilrastiya xwe wisa îsbat dikin. Bêguman em jî dixwazin dilê Xwedê şa bikin. Ji ber vê yekê, emê li ser van pirsan bişêwirin: Dilrastî çi ye? Dilrastî çima ew qas muhîm e? Em çawa dikarin li gel tengahiyan dilrast bimînin?

DILRASTÎ ÇI YE?

3. (a) Dilrastî çi ye? (b) Gelo însan jî qîmetê didin bêkêmasiyê? Mîsalekê bide.

3 Ji bo xizmetkarên Xwedê, dilrastî ev e ku ew bi hemû dil û can ji Yehowa hez bikin û ji wî re dilsoz bin. Kesên dilrast di hemû qerarên xwe de herî zêde bala xwe didin daxwaza Xwedê. Peyva ku li Kitêba Pîroz wek “dilrastî” tê wergerandin tê maneya “tam”, “saxlem” an “bêkêmasî”. Mesela, gava Îsraêliyan ji Yehowa re heywan qurban dikirin, Qanûna Mûsa digot ku gerek heywanên qurbankirî “bêqisûr” bin * (3. Mû. 22:21, 22). Îzin tune bû ku xizmetkarên Xwedê heywanên bêling, bêguh an bêçav an heywanekî nexweş pêşkêş bikirana. Yehowa dixwest ku heywanên qurbankirî tam, saxlem û bêkêmasî bin (Malx. 1:6-9). Rind tê fehm kirin ku Yehowa çima qîmetê dide saxlemtî an bêkêmasiyê. Bi eslê xwe, em jî qîmetê didin bêkêmasiyê. Gava em tiştên wek meywe, kitêb an hacetekê dikirin, em naxwazin ku kêmasiyên vî tiştî hebin. Em tenê tiştekî tam, saxlem û bêkêmasî qebûl dikin. Yehowa dixwaze ku hezkirin û dilsoziya me jî wisa be. Gerek hezkirin û dilsoziya me tam, saxlem û bêkêmasî bin.

4. (a) Însanekî biqisûr çawa dikare dilrast be? (b) Li gor Zebûr 103:12-14, Yehowa ji me çi dixwaze?

4 Ma ev yek tê maneya ku ji bo ku em dilrast bin, gerek em bi temamî bêqisûr bin? Helbet na! Kitêba Pîroz du sebeban nîşan dide ku em çima dikarin li gel şaşiyên xwe dilrast bin. A yekê, Yehowa bala xwe nade qisûrên me. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan, ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan?” (Zeb. 130:3). Xwedê dizane ku em biqisûr û gunehkar in, û ew me bi comerdî efû dike (Zeb. 86:5). A diduyan, Yehowa sînorên me dizane, û ew tiştên ku em nikarin bikin ji me naxwaze (Zebûr 103:12-14 bixwîne). Îcar em çawa dikarin li ber çavê wî tam, saxlem û bêkêmasî bin?

5. Ji bo ku xizmetkarên Yehowa dilrast bin, çima muhîm e ku ew ji wî hez bikin?

5 Ji bo xizmetkarên Yehowa, bingeha dilrastiyê hezkirin e. Lazim e ku hezkirin û dilsoziya me li ber Xwedê tam, saxlem û bêkêmasî bin. Gava kesekî dilrast tê ceribandin, hezkirina wî kêm nabe (1. Dîr. 28:9; Met. 22:37). Xwişk û birayên me, yên ku paragrafa yekê behsa wan kiribûn, dîsa bîne ber çavê xwe. Sebeba hal û hereketên wan çi bû? Ma wan dixwest biketana vî halî? Helbet na. Lê belê ji ber ku ew ji Yehowa hez dikin, wan li gor daxwaza wî qerar da. Ew qanûnên Yehowa dizanin, û ew dixwazin dilê wî şa bikin. Bi vî awayî, ew dilrastiya xwe eyan dikin.

DILRASTÎ ÇIMA EW QAS MUHÎM E?

6. (a) Dilrastî çima ji me re lazim e? (b) Adem û Hewayê dilrastiya xwe çawa xera kir?

6 Dilrastî çima ji me re lazim e? Em hewceyî dilrastiyê ne ji ber ku Îblîs li ber Yehowa serî hildaye û wî sûcdar dike, û Îblîs me jî sûcdar dike. Li baxçeyê Adenê, vî melekê serhildêr xwe kir “Şeytan”. Ev peyva Îbranî tê maneya “Dijber”. Wî navê Yehowa reş kir û îma kir ku Xwedê Hikumdarekî xerab, xwehez û nedurist e. Çi heyf e ku Adem û Hewayê alî Îblîs girt û li hemberî Yehowa serî hilda (1. Mû. 3:1-6). Jiyana li baxçeyê Adenê ew qas xweş bû ku wanê bi hêsanî bikaribûya hezkirina xwe ji Yehowa re zêde bikira. Lê li dema ku Îblîs ew ceribandin, hezkirina wan ne tam, saxlem û bêkêmasî bû. Paşê jî, pirseke din derket holê: Gelo însan wê ji hezkirinê dilsoz bimana an na? Yanî, gelo însan dikarin dilrast bimînin? Serpêhatiya Eyûb cewabên van pirsan dide.

7. Li gor Eyûb 1:8-11, Yehowa û Îblîs li dilrastiya Eyûb çawa dinêrîn?

7 Eyûb bi hezaran sal berê, li dema ku miletê Îsraêl li Misrê bû, dijiya. Dilrastiya wî bêemsal bû. Mîna me, ew jî ne bêqisûr bû, yanî Eyûb jî şaşî dikirin. Dîsa jî, Eyûb mirovekî dilrast bû, û ji ber vê yekê, Yehowa ji wî hez dikir. Bi îhtimaleke mezin, Îblîs berê jî gotibû ku mirov nikarin dilrast bimînin. Loma, Yehowa bala Îblîs kişand ser Eyûb. Serpêhatiya Eyûb nîşan dide ku Îblîs derewçîn e. Îblîs dixwest ku dilrastiya Eyûb bê ceribandin. Ji ber ku Yehowa bi dostê xwe Eyûb bawerî dianî, wî îzin da ku Îblîs wî biceribîne (Eyûb 1:8-11 bixwîne).

8. Îblîs çawa hicûmî Eyûb kir?

8 Îblîs bi rastî jî zalim e. Ya ewilî, wî xizmetkarên Eyûb û hemû mal û milkê wî ji destê wî girtin, navê wî reş kir û 10 zarokên Eyûb kuştin. Paşê, wî Eyûb nexweş kir. Her dera bedena wî bi kînoran ve tije bû. Pîreka Eyûb ew qas xemgîn û bêçare ma ku wê ji Eyûb re got ku bila ew dev ji dilrastiya xwe berde, li Xwedê lanet bike û bimire. Eyûb jî dixwest bimira, lê wî dîsa jî dev ji dilrastiya xwe berneda. Îcar Îblîs bi metodeke din hicûmî wî kir. Sê hevalên Eyûb çend roj li cem wî man, lê wan dilê wî qet rihet nedikir. Wan ew tenê aciz dikir û dilê wî diêşand. Wan digot ku belayên ku hatibûn serê wî, ji Xwedê ne, û ku Xwedê qîmetê nade dilrastiya wî. Bi ser de, wan îdîa dikir ku Eyûb mirovekî xerab e û van belayan heq dike (Eyûb 1:13-22; 2:7-11; 15:4, 5; 22:3-6; 25:4-6).

9. Li hemberî tengahiyan, Eyûb dîsa jî çi nekir?

9 Eyûb li hemberî van tengahiyan çi kir? Qisûrên wî helbet hebûn. Mesela, Eyûb ji hevalên xwe re bi hêrs bû, û wî carinan bêhiş xeber dida. Ji xeynî vê, Eyûb ji edaleta Xwedê zêdetir bi heqdariya xwe eleqedar dibû (Eyûb 6:3; 13:4, 5; 32:2; 34:5). Lê belê halê wî çi qas xerab bû jî, wî tu caran li ber Yehowa serî hilneda. Wî bi derewên van hevalên sexte bawer nedianî. Eyûb wisa got: “Heta ku ez hilma xwe yî dawîn bidim, ez ê bêsûciya xwe [“dilrastiya xwe”, WDN] ji xwe ve neqetînim” (Eyûb 27:5). Çi qas zor bû jî, Eyûb dev ji dilrastiya xwe berneda, û em jî dikarin wisa bikin!

10. Doza ku Îblîs derxistibû meydanê, çawa bi me ve jî girêdayî ye?

10 Ev doza ku Îblîs derxistibû meydanê, bi me ve jî girêdayî ye. Bi eslê xwe, Îblîs dibêje ku tu bi rastî ji Yehowa hez nakî. Li gor îdîaya wî, dilrastiya te sexte ye, û eger serê te bikeve belayê, tuyê Yehowa bihêlî (Eyûb 2:4, 5; Pey. 12:10). Ma tu seba van gotinan aciz nabî? Lê belê, carekê bifikire: Yehowa bi te ew qas bawer e ku ew fersendeke bêemsal dide te. Ew îzin dide ku Îblîs dilrastiya te biceribîne. Yehowa bawer e ku tuyê dilrastiya xwe xwedî bikî û îsbat bikî ku Îblîs derewçîn e. Wekî din, Xwedê soz dide ku ewê alî te bike (Îbr. 13:6). Çi keremeke mezin e ku Serwerê kaînatê baweriya xwe bi me tîne! Gelo tu fehm dikî ku dilrastî çima ew qas muhîm e? Bi saya vê sifatê, em dikarin îsbat bikin ku Îblîs derewçîn e û hem navê Xwedê biparêzin hem jî piştgiriya hikumdariya wî bikin. Lê em çawa dikarin dilrastiya xwe xurt bikin?

EM ÇAWA DIKARIN DILRAST BIMÎNİN?

11. Em dikarin ji Eyûb çi bielimin?

11 Li van “rojên dawîn”, Îblîs hicûmên xwe zêde kirine (2. Tîm. 3:1). Li van rojên reş û tarî, em çawa dikarin dilrastiya xwe xurt bikin? Dîsa, serpêhatiya Eyûb dersên muhîm nîşan dide. Wexteke dirêj berî ku ew hatibû ceribandin, Eyûb jixwe zilamekî dilrast bû. Niha emê li sê dersan binêrin, ên ku nîşan didin ku Eyûb dilrastiya xwe çawa xurt kiribû û em çawa dikarin vê yekê bikin.

Em çawa dikarin dilrastiya xwe xurttir bikin? (Li paragrafa 12an binêre) *

12. (a) Wek Eyûb 26:7, 8, 14 nîşan dide, Eyûb çima ji Yehowa re heyran bû? (b) Em çawa dikarin ji Xwedê re heyran bin?

12 Eyûb heyrana kirinên Yehowa bû. Bi saya vê, hezkirina wî ji Xwedê re zêde bû. Eyûb li tebîatê rind dinêrî (Eyûb 26:7, 8, 14 bixwîne). Gava ew li ser dinya, ezman, ewr û guregura ezmên difikirî, ew ecêbmayî dima, û wî fehm dikir ku zanîna wî di heqê tebîatê de çi qas hindik e. Wekî din, wî gotinên Yehowa wek xezîneyekê didît (Eyûb 23:12). Ji ber vê yekê, Eyûb ji Yehowa hez dikir û dixwest dilê wî şa bike. Bi vî awayî, daxwaza Eyûb her ku diçû zêde dibû ku dilrastiya xwe biparêze. Gerek em jî wisa bikin. Îro, zanîna me di heqê tebîatê de pir zêde bûye. Ji xeynî vê, temamiya Kitêba Pîroz êdî di destê me de heye. Loma, em bi hêsanî dikarin Yehowa rind nas bikin. Bi saya van melûmatan, emê heyrana wî bin û bixwazin guh bidin wî, ji wî hez bikin û dilrastiya xwe her tim biparêzin (Eyûb 28:28).

Ji bo ku dilrastiya me xurttir bibe, em li pornografiyê nanêrin (Li paragrafa 13an binêre) *

13-14. (a) Li gor Eyûb 31:1, Eyûb çawa eyan dikir ku ew yekî guhdar e? (b) Em çawa dikarin Eyûb ji xwe re bikin nimûne?

13 Eyûb guh dida qanûnên Yehowa û dilrastiya xwe bi vî awayî diparast. Eyûb dizanibû ku dilrastî, bi guhdayînê ve girêdayî ye. Her ku em guh bidin Xwedê, daxwaza me wê zêde bibe ku em dilrast bimînin. Eyûb her roj guh dida Xwedê. Mesela, wî xwe ji bêexlaqiyê dûr digirt (Eyûb 31:1 bixwîne). Ji ber ku ew zewicî bû, wî îzin nedida ku dilê wî bikeve jinên din. Îro, dinya her tim dixwaze bala me bikişîne ser bêexlaqiyê. Wek Eyûb, gelo emê jî hay ji xwe hebin ku dilê me nekeve kesekî ku ne jin an mêrê me ye? Gelo emê xwe ji pornografiyê dûr bigirin? (Met. 5:28). Eger em xwe roj bi roj wisa bigirin, ev yek wê alî me bike ku em her tim dilrast bimînin.

Ji bo ku dilrastiya me xurttir bibe, em li ser mal û milk dibin xwediyê nêrîneke maqûl (Li paragrafa 14an binêre) *

14 Wekî din, guhdayîna Eyûb ji vê eyan bû ku wî li mal û milk çawa dinêrî. Eyûb dizanibû ku eger wî xwe bisparta mal û milk, ev yek wê bibûya sûceke giran (Eyûb 31:24, 25, 28). Dinyaya îroyîn bi zêdeyî malperest e. Eger em li warê pere û maldariyê bibin xwediyê nêrîneke maqûl, ev yek wê alî me bike ku em her tim dilrast bimînin (Mtl. 30:8, 9; Met. 6:19-21).

Ji bo ku dilrastiya me xurttir bibe, em hêviya xwe her tim tînin bîra xwe (Li paragrafa 15an binêre) *

15. (a) Çi alî Eyûb kir ku ew dilrastiya xwe biparêze? (b) Çi dikare alî me bike ku em her tim bala xwe bidin hêviya ku Yehowa pêşkêşî me dike?

15 Hêviya xelatê alî Eyûb dikir ku ew dilrastiya xwe biparêze. Ew bawer bû ku Xwedê qîmetê dide dilrastiya wî (Eyûb 31:6). Halê Eyûb çi qas xerab bû jî, ew her tim bawer bû ku rojekê, Xwedê wê wî xelat bike. Vê baweriyê bê guman alî wî dikir ku ew dilrast bimîne. Seba dilrastiya Eyûb, Yehowa xelateke pir mezin da wî (Eyûb 42:12-17; Aqûb. 5:11). Li axiriyê, Eyûb wê xelateke hê jî mezintir bistîne. Gelo tu jî bawer î ku Yehowa wê dilrastiya te xelat bike? Xwedayê me hê eynî ye (Malx. 3:6). Eger em tu caran ji bîr nekin ku ew qîmetê dide dilrastiya me, hêviya me wê tu caran winda nebe! (1. Sel. 5:8, 9).

16. Daxwaza me çi ye?

16 Çi dibe bila bibe, tu caran dev ji dilrastiya xwe bernede. Ji bîr neke ku di vê dozê de, tu ne tenê yî. Li hemû dinyayê bi milyonan kesên dilrast hene. Wek kesên ku li demên berê heta mirinê dev ji dilrastiya xwe bernedaye, tu jî dikarî dilrastiya xwe îsbat bikî (Îbr. 11:36-38; 12:1). Bila em jî wek Eyûb biqerar bin ku em tu caran dev ji dilrastiya xwe ber nedin! Bila dilrastiya te jî heta bi hetayê hurmet û rûmetê bide Yehowa!

KILAM 124 Timê Amin in

^ par. 5 Dilrastî çi ye? Yehowa çima qîmetê dide vê sifatê? Dilrastî çima ji bo me muhîm e? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Kitêba Pîroz li ser van pirsan çi dibêje. Wekî din, emê bi zelalî bibînin ku em çawa dikarin dilrastiya xwe roj bi roj biparêzin. Eger em wisa bikin, emê nîmetên mezin bistînin.

^ par. 3 Peyva Îbranî, ya ku wek “bêkêmasî” tê wergerandin û ji bo heywanan tê bi kar anîn, bi peyva “dilrastî” ve girêdayî ye, ya ku ji bo însanan tê bi kar anîn.

^ par. 50 RESIM: Eyûb ji zarokên xwe re behsa tebîatê dike.

^ par. 52 RESIM: Birayek tevî hevalkarên xwe li pornografiyê nanêre

^ par. 54 RESIM: Birayek televîzyoneke mezin nakire, a ku gelek biha ye û ji wî re ne lazim e

^ par. 56 RESIM: Birayek li ser hêviya Cenetê dua dike û kûr difikire.