Gary, yê ku berê esker bû, wisa dibêje: “Berî ku min dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, min nizanibû ku li dinyayê çima ew qas zilm, neheqî û tevlihevî hene. Lê niha dilê min rehet e. Ez dizanim ku Yehowa Xwedê wê dinyayê bike cihekî ewle.”
Ne tenê Gary wisa difikire. Kitêba Pîroz alî kesên din jî kiriye. Gelo çawa?
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Tu qenc î û hazir î ku efû bikî, ey Yehowa” (Zebûr 86:5, NWT).
FEYDEYA VÊ ZANÎNÊ: “Ev ayet dibêje ku Yehowa dilrehm e. Ez dizanim ew hazir e ku her tiştê ku min berê di şer de kiribû efû bike” (Wilmar, Kolombiya).
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Ez ezmanekî nû û erdekî nû diafirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişan” (Îşaya 65:17).
FEYDEYA VÊ ZANÎNÊ: “Ji ber tiştên ku min di eskeriyê de dîtin, ez ji trawma û depresyonê êşê dikişînim. Lê ev ayet tîne bîra min ku di demeke nêzîk de Yehowa wê fikrên ku min xemgîn dikin û kabûsên min ji holê rake. Û ewê qet di hiş û dilê min de nemînin. Diyariyeke çi qas xweş e!” (Zafirah, Amerîka).
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Bila di rojên wî de rastdarî kulîlkan bide, aştî bi zêdebarî hebe, heta ku heyv biqede” (Zebûr 72:7).
FEYDEYA VÊ ZANÎNÊ: “Ez gelek caran li ser van gotinan difikirim. Di demeke nêzîk de, kabûsên şer wê xelas bibin û qet ne hewce ye ku em ji bo ewlehiya hezkiriyên xwe xeman bixwin” (Oleksandra, Ûkrayna).
Îşaya 26:19).
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Wê miriyên te vejin [rabin]. … Kesên di nav tozê de dijîn, şiyar bin û bi kêf biqîrin!” (FEYDEYA VÊ ZANÎNÊ: “Teqrîben hemû ferdên malbata min di komkujiya Tûtsiyan de hatin kuştin. Lê ev ayet dibêje ku ezê wan dîsa bibînim. Ez bi çar çavan li bendê me ku gava ew ji mirinê bên rakirin dîsa dengê wan bibihîzim û kêfxweşiya wan bibînim!” (Marie, Rwanda).
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Di nêz de wê dawiya yê xerab bê … Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat, ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet” (Zebûr 37:10, 11).
FEYDEYA VÊ ZANÎNÊ: “Her çi qas şer bi dawî bûye jî, neheqî dewam dike û hê jî mirovên xerab hene. Ev ayet qewetê didin min. Yehowa her tiştî dibîne û ji halê min fehm dike. Ew soz dide ku di demeke nêzîk de hemû kul û derd wê xelas bibin û bên jibîrkirin” (Daler, Tacîkistan)
Ev kes aîdî bi milyonan Şahidên Yehowa ne ku Kitêba Pîroz alî wan kiriye ku hizûrê bibînin. Mirovên li dinyayê ji ber milet, kultur, eşîr an sebebên din ên şexsî ji hev nefret dikin. Lê belê, Şahidên Yehowa hîn bûne ku her cure nefretê red bikin (Efesî 4:31, 32). Şahidên Yehowa ji aliyê siyasî ve bêalî dimînin û şidetê red dikin (Yûhena 18:36).
Wekî din, Şahidên Yehowa li seranserê dinyayê wek malbateke dilovan alî hev dikin (Yûhena 13:35). Wek mînak, Oleksandra ji ber şer mecbûr mabû ku bi xwişka xwe re bireve welatekî din. Ew wisa dibêje: “Gava em di sînor re derbas bûn, di cih de me Şahidên Yehowa dîtin û wan bixêrhatina me kir. Bi alîkariya wan, em hîn bûn ku li welatekî xerîb wek koçber bijîn.”
Gelo hûn dixwazin zêde hîn bibin ku Kitêba Pîroz li ser mijara aştiyê û maneya wê ya ji bo jiyana we çi dibêje? Em we bi kêfxweşî dawetî civînên xwe dikin. Ji bo dîtina cihekî li nêzîkî we, hûn dikarin bikevin malpera jw.org. Di vê malperê de, hûn dikarin kursa Kitêba Pîroz ya bêpere ya bi Şahidekî Yehowa re bixwazin. Di vê kursê de, weşana Heta Bi Hetayê Dilşad Be! tê bikaranîn.