Kurdî (Kurmancî)
BIRCA ÇAVDÊRIYÊ Gelo Dawiya Hemû Şeran Wê Çawa Bê?
https://cms-imgp.jw-cdn.org/img/p/wp/202509/RD/pt/wp_RD_202509_lg.jpg
wp25 no. 1

BIRCA ÇAVDÊRIYÊ No. 1 2025 | Gelo Dawiya Hemû Şeran Wê Çawa Bê?

Gelo tu bi hesret dixwazî li dinyayeke ku şer û pevçûn lê tune ye bijî? Gelek kes dibêjin ku ev fikir xweş e, lê tenê xeyal e. Kitêba Pîroz zelal dike ku mirov çima nikarin hemû şeran bidin sekinandin. Wekî din, Kitêba Pîroz şîrove dike ku aştiya dinyayê çawa mumkin e û wê di demeke nêzîk de pêk bê.

Di vê kovarê de, peyvên “şer” û “pevçûn” ji bo komên çekdar, ên ku ji bo armanceke siyasî bi hev re şer dikin, tên bikaranîn. Navên hin kesan hatine guhertin.

 

Şer Felaketeke Mezin e

Hem leşker hem jî sivîl dizanin ku bandora şer çi qas xerab e.

Şer û Pevçûn Çawa Bandorê li Hemû Mirovan Dikin?

Şer û pevçûn hem ji aliyê madî ve hem jî ji aliyê manewî ve zerareke pir mezin li dû xwe dihêlin. Ka bala xwe bide çend mînakan.

Gelo Mirov Dikarin Dawiyê li Şer û Pevçûnan Bînin?

Hewldanên ji bo sekinandina şer û pevçûnan dewam dikin, lê gelo ev hewldan wê bi ser bikevin?

Çima Şer û Pevçûn Xelas Nabin?

Kitêba Pîroz sebebên sereke yên şer û pevçûnan eşkere dike.

Çawa Şer û Pevçûn Wê bi Dawî Bibin?

Hukimdariya Xwedê wê dawiyê li hemû şeran bîne û aştiya rastîn li ser rûyê erdê pêk bîne.

Li vê Dinyaya ku Şer lê Hene Hizûrê Bibîne

Kitêba Pîroz îro jî alî kesên ku şer bandor li wan kiriye dike.

Gelo Te Qet ji Xwe Pirsiye?

Gelo rojekê emê li dinyayeke ku şer lê tune ye bijîn? Tiştên ku Kitêba Pîroz li ser vê mijarê dibêje hêviyê didin me.