Here Naverokê

Here naverokê

Totikên ji bo Kûçikên Min

Totikên ji bo Kûçikên Min

NICK, zilamekî ku li Oregonê (DYA) dijî, wisa nivîsî: “Di bihara sala 2014an de, min dest pê kir ku du kûçikên xwe yên biçûk li merkeza bajarê bigerînim. Şahidên Yehowa bi gelemperî li wê derê li kêleka erebeyên weşanan disekinîn. Kincên wan xweşik bûn û wan bi dilgermî silav dida her kesî.

Şahidên Yehowa ne tenê li hember mirovan dilovan bûn, lê li hember kûçikên min jî. Rojekê, Elaine’ê, ya ku li kêleka erebeya weşanan sekinîbû, totik dan du kûçikên min. Piştî vê yekê, gava em li merkezê digeriyan û kûçikên min erebeya weşanan didît, wan ez wî aliyî kaş dikirim ji bo ku dîsa totikan bistînin.

Bi gelek mehan, kûçikên min ji van totikan kêf distand, û min jî ji sohbetên kin bi Şahidên Yehowa re kêf distand. Lê belê, min nedixwest bi wan re zehf xeber bidim. Ez zêdetirî 70 salî bûm û min rind nizanibû ku Şahidên Yehowa bi çi bawer dikirin. Ji ber ku dilê min êdî ji dêrên Protestan sar bû, min qerar dabû ku bi tena serê xwe Kitêba Pîroz lêkolîn bikim.

Wê demê, min li cure cure cihan gelek Şahidên din didîtin, ên ku bi erebeyên weşanan disekinîn. Ew jî pir dilgerm bûn. Wan her tim bi destê Kitêba Pîroz cewabên pirsên min didan û bi saya vê yekê, ez hêdî hêdî bi wan bawer dibûm.

Rojekê, Elaine’ê ji min pirsî: ‘Gelo tu bawer dikî ku heywan hediyeyên ji Xwedê ne?’ Min got: ‘Helbet!’ Paşê, Elaine’ê Îşaya 11:6-9 nîşanî min da. Ji wê demê û pê ve, min qerar da ku di heqê Kitêba Pîroz de zêdetir melûmatê bistînim. Lê belê, min dîsa jî nedixwest weşanên Şahidên Yehowa bixwînim.

Piştî vê, min çend caran bi Elaine û zilamê wê Brent re sohbet kir. Sohbetên me kin, lê pir bimane bûn. Wan ji min re got ku bila ez kitêbên ji Metta heta Karên Şandiyan bixwînim, da ku ez fehm bikim ku gerek şagirtên Îsa jiyaneke çawa bajon, û min jî wisa kir. Piştî demeke kin, min qebûl kir ku Brent û Elaine bi min re kursa Kitêba Pîroz derbas bikin. Ev yek li havîna sala 2016an bû.

Ez hem li benda kursên xwe hem jî li benda civînên li Salona Îbadetê dibûm. Ez gelek bextewar bûm ku ez elimîm ku Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje. Piştî salekê, ez bin av bûm û bûm Şahidê Yehowa. Niha ez 79 salî me, û ez pir şa me ku min riya rast dîtiye. Yehowa ez bibereket kirim û ez kirim pareke malbata xweye mezin.”