Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

Êrîşeke ji Hêla Bakûr

Êrîşeke ji Hêla Bakûr

“Neteweyek xwurt ... bi ser welatê min ve derket” (YOW. 1:6).

KILAM 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

PÊŞGOTIN *

1. Birayê Russel û hevalên wî kîjan metoda lêkolînê bi kar dianî, û ev metod çima baş bû?

ZÊDETIRÎ sed sal berê, birayê Charles Russel û çend hevalên wî bi hev re dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir. Wan dixwest bizanibin ku Kitêba Pîroz bi rastî li ser Yehowa Xwedê, li ser Îsa Mesîh, li ser halê miriyan û li ser fîdyeyê çi dibêje. Metoda wan wisa bû: Yek ji wan pirsek dipirsî, û wan li hemû ayetan dinêrî, yên ku bi vê mijarê ve girêdayî ne. Paşê, wan dinivîsî ku wan çi fehm kir. Bi saya bereketa Yehowa, van şagirtên dilpak gelek rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz dîtin. Îro jî, em pir qîmetê didin van rastiyan.

2. Gava em xîret dikin ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz fehm bikin, netîceyên şaş çima carinan tên meydanê?

2 Lê belê piştî demekê, wan dît ku fehmkirina hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz her çi qas hêsan be jî, fehmkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz ew qas hêsan nîne. Gelo çima? Yek ji sebeban ev e ku gelek pêxembertiyên Kitêba Pîroz ancax li dema ku ew tên cih yan piştî ku hatine cih, rind tên fehm kirin. Lê belê sebebeke din jî heye. Ji bo ku em pêxembertiyekê bi zelalî fehm bikin, bi gelemperî lazim e ku em vê pêxembertiyê bi berfirehî lêkolîn bikin. Eger em tenê bala xwe bidin yek ji fikrên ku di pêxembertiyê de derbas dibin, lê fikrên din nexin hesabê, emê belkî bigihîjin netîceyeke şaş. Wisa tê fehm kirin ku ji ber vê sebebê, pêxembertiyeke li kitêba Yowêl bi awayekî şaş hatibû fehm kirin. Bila em vê pêxembertiyê ji nû ve lêkolîn bikin û bibînin ku çima lazim e ku em gotinên kitêba Yowêl bi awayekî din fehm bikin.

3-4. Heta niha, me pêxembertiya li Yowêl 2:7-9 çawa fehm dikir?

3 Yowêl 2:7-9 bixwîne. Yowêl ji berê de gotibû ku kulî wê biketana welatê Îsraêl, û wanê her tişt xera bikira. Bi diran û çeneyên wek diran û çeneyên şêran, van kuliyên çavbirçî wê her tişt bixwara (Yow. 1:4, 6). Bi gelek salan, em difikirîn ku ev pêxembertî nîşan dide ku xizmetkarên Yehowa çawa wek kuliyan di îşê belavkirina mizgînê de bê rawestin dixebitin. Em difikirîn ku îşê me “welêt” – yanî mirovên ku di bin kontrola rêberên dînî de ne – xera dike. *

4 Gava em tenê Yowêl 2:7-9 dixwînin, ev fikir dikare rast xuya bike. Lê belê, gava ku em bala xwe didin ayetên din ên vê pêxembertiyê, fikreke din derdikeve meydanê. Li vê meqaleyê, emê çar sebeban bibînin, ên ku nîşan didin ku gerek em vê pêxembertiyê bi awayekî din fehm bikin.

ÇAR SEBEBÊN GUHERTINA NÊRÎNA ME

5-6. Ji van du ayetan, kîjan pirs tê meydanê: (a) Yowêl 2:20? (b) Yowêl 2:25?

5 A yekê, bala xwe bide ku Yehowa di heqê kuliyan de çi dibêje: “Ez ê artêşa bakur [kuliyan] ji ser we ve dûr bixînim” (Yow. 2:20). Eger kuliyan Şahidên Yehowa temsîl bikirana, ên ku li gor emrê Îsa mizgînê belav dikin û mirovan dikin şagirtên Îsa, ma Yehowa wê ew çima dûr bixistana? (Hêz. 33:7-9; Met. 28:19, 20). Eşkere ye ku Yehowa ne xizmetkarên xwe yên dilsoz, lê tiştekî yan kesekî ku li dijî wan e, dûr dixîne.

6 A diduyan, bala xwe bide ku li Yowêl 2:25, Yehowa çi dibêje: “Ez ê berdêla salên ku artêşa minî mezin, ya ku şandim nav we, salên ku kullî, yelek û hasîl û gazam xwarine bidim we.” Li vê ayetê, Yehowa sozê dide ku ewê zerara ku ji aliyê kuliyan ve hatiye meydanê, telafî bike. Eger kuliyan mizgînvanên Padîşahiyê temsîl bikirana, ev yek wê bihata maneya ku xebera ku ew îlan dikin zerarê dide. Lê bi rastî, xebera ku ew îlan dikin, tiştekî baş e, çimkî ev xeber dikare jiyana însanan bifilitîne û bibe sebeb ku hin kesên xerab tobe bikin (Hêz. 33:8, 19).

7. Di Yowêl 2:28, 29 de, peyva “paşî” çima muhîm e?

7 Yowêl 2:28, 29 bixwîne. Sebeba sisêyan çi ye? Li van ayetan, Yehowa dibêje ku ewê ruhê xwe birijîne “paşî” ku kulî wezîfeya xwe bînin cih. Eger kuliyan mizgînvanên Padîşahiya Xwedê temsîl bikirana, ma Yehowa wê çima ruhê xwe birijanda piştî ku ewê îşê xwe xelas bikin? Bi eslê xwe, bê alîkariya ruhê pîroz, wanê nikaribûya bi ew qas salan li gel muxalefet û qedexeyan îşê xwe berdewam bikira.

Birayê Rutherford û birayên din ên meshkirî, yên ku fermanên Xwedê yên li ser vê dinyaya xerab bi mêrxasî îlan dikir (Li paragrafa 8an binêre)

8. Kuliyên ku Peyxam 9:1-11 behsa wan dike, kê temsîl dikin? (Li resmê li ruyê kovarê binêre.)

8 Peyxam 9:1-11 bixwîne. Niha emê sebeba çaran bibînin. Berê, me belaya kuliyan, a ku Yowêl behsa wê kiribû, bi pêxembertiyeke li kitêba Peyxamê ve girêdida, ya ku dişibe pêxembertiya Yowêl. Pêxembertiya li kitêba Peyxamê behsa kuliyan dike, yên ku “li ser serê wan tiştek wek tacên zêrîn hebû û rûyê wan wek rûyê mirovan bû” (Pey. 9:7). Wanê pênc mehan – ku emrê kuliyan ew qas e – ezab bidaya “mirovên ku mora Xwedê li ser eniya wan tune”, yanî dijminên Xwedê (Pey. 9:4, 5). Wisa tê fehm kirin ku kitêba Peyxamê di van ayetan de bi rastî jî behsa xizmetkarên meshkirî dike. Ew fermanên Xwedê yên li ser vê dinyaya xerab bi mêrxasî îlan dikin, û ev yek kesên ku ji dinyayê hez dikin, pir aciz dike.

9. Kuliyên ku Yowêl dîtibûn çawa ji yên ku Yûhenna behsa wan kir cuda ne?

9 Pêxembertiya li kitêba Peyxamê û pêxembertiya li kitêba Yowêl helbet ji hin aliyan ve dişibin hev, lê di nav wan de ferqên mezin jî hene. Mesela, li gor pêxembertiya Yowêl, kuliyan wê hemû nebat wêran bikirana (Yow. 1:4, 6, 7). Lê belê, li gor dîtiniya Yûhennayê şandî, kuliyan wê ‘ziyan nedaya giyayê erdê’ (Pey. 9:4). Kuliyên ku Yowêl dîtibûn ji hêla bakur hatin (Yow. 2:20). Lê belê, yên ku Yûhenna dîtibûn ji kortalekê derketin (Pey. 9:2, 3). Kuliyên ku Yowêl behsa wan kir wê bihatana dûr xistin. Lê belê, kuliyên ku di kitêba Peyxamê de derbas dibin nayên dûr xistin, lê îşê xwe xelas dikin. Wekî din, Kitêba Pîroz nabêje ku Yehowa ji wan razî nîne (li çarçoveya “ Pêxembertiyên di Heqê Kuliyan de Dişibin Hev, Lê ji Hev Cuda ne” binêre).

10. Em ji ku dizanin ku kuliyên ku Yowêl û Yûhenna behsa wan kiribû dikarin tiştên cuda temsîl bikin? Mîsalekê bide.

10 Seba van ferqên mezin, ên ku di nav van du pêxembertiyan de hene, em fehm dikin ku ew bi hev ve girêdayî nînin. Gelo ev tê maneya ku kuliyên ku Yowêl behsa wan kiribû û kuliyên ku di kitêba Peyxamê de derbas dibin, ne eynî ne? Belê! Ji bo temsîlkirina cure cure tiştan, Kitêba Pîroz carinan eynî tiştî bi kar tîne. Mesela, di Peyxam 5:5 de, Îsa Mesîh wek “şêrê ku ji eşîra Cihûda ye” tê bi nav kirin, lê belê di 1. Petrûs 5:8 de Îblîs tê şibandin “şêrekî ku dihumîne”. Ji ber çar sebebên ku me dîtine, eşkere ye ku gerek em pêxembertiya Yowêl bi awayekî din fehm bikin. Lê çawa?

MANEYA PÊXEMBERTIYA YOWÊL ÇI YE?

11. Gotinên Yowêl 1:6 û 2:1, 8, 11 çawa rêyî me didin ku kulî kê temsîl dikin?

11 Ji ayetên din ên pêxembertiya Yowêl, em fehm dikin ku pêxember behsa êrîşeke leşkerî dikir (Yow. 1:6; 2:1, 8, 11). Yehowa got ku ewê bi destê artêş yan ordiyeke mezin – yanî bi destê leşkerên Babîlê – cezayê bide Îsraêliyên neguhdar (Yow. 2:25). Ordiya Babîlê wek “artêşa bakur” tê bi nav kirin, çimkî leşkerên Babîlê wê ji hêla bakur biketana welatê Îsraêl (Yow. 2:20). Ev ordî wek ordiyeke kuliyan bû. Yowêl di heqê wan de wisa got: “Her [leşker] di rêya xwe de dimeşe. ... Di bajêr de dipengizin, li ser dîwarên bajêr baz didin; di hundirê xaniyan de radipelikin, mîna dizan ji şivakan ve dikevin” (Yow. 2:8, 9). Vê sehneyê bîne ber çavê xwe: Leşker wek kuliyan ketine bajêr. Êdî li her derê ne. Tu kes nikare ji şûrê Babîliyan bireve!

12. Pêxembertiya Yowêl a di heqê kuliyan de çawa hat cih?

12 Di sala 607an a B.M. de, Babîlî (yan Kildanî) ketin bajarê Orşelîmê. Kitêba Pîroz li ser vê êrîşê wisa dibêje: “Qiralê Kildaniyan ... ciwanên wan bi şûr ve kuştin û heyfa wî li egîdê ciwan, li qîza ku nezewiciye, ji zilamê kal û por sipî ve nehat; XUDAN hemûyan da destê wî. Û mala XUDAN şewitandin û dîwarê Orşelîmê xera kirin û agir bi hemû qesrên wê ve xistin û hemû firaxên wê yî bi qîmet xera kirin” (2. Dîr. 36:17, 19). Belê, Babîliyan welatê Îsraêl kir “çolekî bê mirov û bê heywan” (Yêr. 32:43).

13. Maneya gotinên Yêremya 16:16, 18 çi ye?

13 Weke 200 sal piştî pêxembertiya Yowêl, Yehowa bi destê Yêremya pêxember got ku li wexta vê êrîşê, leşkerên Babîlê wê li Îsraêliyên ku xerabî dikir bigerin û hemûyan bigirin. Kitêba Yêremya wisa dibêje: “A vay, ez ê pirr masîvanan bînim, XUDAN dibêje û dê wan bigirin û ez ê paşî wê pirr nêçîrvanan bînim û dê ji ser her çiyayî û ji ser her gir û ji quntara zinaran nêçîra wan bikin. ... Ez ê fesadiyên wan û sûcên wan bi du qatî bidim.” Îsraêliyên ku tobe nedikir wê nikaribûya xwe di behrê de yan di daristanan de ji Babîliyan veşarta (Yêr. 16:16, 18).

MIZGÎN!

14. Gotinên Yowêl 2:28, 29 kengê hatin cih?

14 Paşê, Yowêl mizgînek da. Welat wê dîsa berdar bûya (Yow. 2:23-26). Rojekê, Yehowa wê bi comerdî xwarina ruhî bidaya. Yehowa wisa got: “Ez ê Ruhê xwe birijînim ser hemû mirovan; dê lawên we jî, qîzên we jî peyxambertiyê bikin ... ez ê bi ser dîlan jî û bi ser cariyan ve jî Ruhê xwe birijînim” (Yow. 2:28, 29). Lê belê, gava Îsraêlî ji Babîlê vegeriyan welatê xwe, ruhê pîroz hemen nehat rijandin. Ruhê pîroz ancax çend sedsal bi şûn de, li roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M. hat rijandin. Em vêya ji ku dizanin?

15. Li gor Karên Şandiyan 2:16, 17, Petrûs kîjan peyv guhert gava wî behsa Yowêl 2:28 kir, û ev yek çi rêyî me dide?

15 Bi îlhama Xwedê, Petrûsê şandî eşkere kir ku gotinên Yowêl 2:28, 29 li roja Pentîkostê hatin cih. Li sibeha wê rojê, weke saeta 9an, ruhê pîroz bi mucîze hat rijandin ser şagirtên Îsa, û wan bi cure cure zimanan behsa “karên Xwedê yên mezin” kir (Kar. 2:11). Bi îlhama Xwedê, Petrûs gotinên pêxembertiya Yowêl hinek guhertin. Gelo bala te kişand ku wî kîjan peyv guhert? (Karên Şandiyan 2:16, 17 bixwîne). Li şûna gotina “paşî”, ya ku di pêxembertiya Yowêl de derbas dibe, Petrûs gotinên “di rojên dawîn de” bi kar anî, ya ku li vir tên maneya rojên dawîn ên sîstema Cihû. Wî got ku li wê demê, ruhê pîroz wê “ser hemû mirovan” bihata rijandin. Ev yek nîşan dide ku pir wext derbas bû heta ku pêxembertiya Yowêl hat cih.

16. Li sedsala yekê, ruhê pîroz li ser belavkirina mizgînê çawa tesîr dikir? Îro, ruhê pîroz çawa dixebite?

16 Piştî ku Xwedê ruhê xwe li sedsala yekê li ser şagirtên Îsa rijandibû, îşê belavkirina mizgînê zû bi pêş ve çû. Di sala 61ê ya P.M. de, Pawlosê şandî li nameya xwe ya ji Kolosiyan re got ku mizgîn êdî “ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re hatiye dayîn” (Kol. 1:23). Belê, di rojên Pawlos de, mizgîn gihîşt hemû derên ku mirovên wê demê nas dikirin. Di rojên me de, îşê belavkirina mizgînê bi alîkariya ruhê pîroz hê jî bêtir belav bûye – heta “kujê dinyayê yê herî dûr”! (Kar. 13:47; li çarçoveya “ Ezê Ruhê Xwe Birijînim” binêre).

ÇI GUHERIYE Û ÇI NEGUHERIYE?

17. Em pêxembertiya Yowêl a di heqê kuliyan de êdî çawa fehm dikin?

17 Çi guheriye? Em niha pêxembertiya li Yowêl 2:7-9 zelaltir fehm dikin. Me dîtiye ku ev ayet behsa îşê mizgîndayînê nakin, ê ku em îro bi xîret tînin cih. Ev ayet tenê behsa êrîşa ordiyên Babîlê dikin, ên ku di sala 607an a B.M. de ketin bajarê Orşelîmê.

18. Di heqê xizmetkarên Yehowa de, çi neguheriye?

18 Çi neguheriye? Xizmetkarên Yehowa mizgînê li her derê û bi cure cure metodan belav dikin (Met. 24:14). Qedexeyên dewletê nikarin îşê me bidin sekinandin. Bi saya bereketa Yehowa, em mizgîna Padîşahiyê bi xîreteke hê jî mezintir belav dikin. Em bi dilnizmî li rêberiya Yehowa digerin da ku em pêxembertiyên Kitêba Pîroz fehm bikin, û em bawer in ku gava wext bê, ewê alî me bike ku em rastiyê bi temamî fehm bikin! (Yûh. 16:13).

KILAM 97 Emir Xebera Xwedêva Girêdayî ye

^ par. 5 Bi gelek salan, me bawer dikir ku pêxembertiya li beşên 1 û 2yan ên kitêba Yowêl behsa belavkirina mizgînê ya îroyîn dike. Lê belê, çar sebebên muhîm hene, yên ku nîşan didin ku gerek em nêrîna xwe ya li ser vê para pêxembertiya Yowêl serrast bikin. Gelo ev çar sebeb çi ne?

^ par. 3 Mesela, li meqaleya “Jehovah’s Wisdom Observed in Creation” binêre (The Watchtower, 15 Nîsan 2009, par. 14-16; bi zimanê Îngilîzî).