Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

KILAM 22 Bila Daxwaza Xwedê bi Destê Padîşahiyê Bê Cih!

Hukmên Yehowa Her Tim Adil û Rast in

Hukmên Yehowa Her Tim Adil û Rast in

“Xudan … naxwaze ku kesek helak bibe” (2. PETRÛS 3:9).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çima dikarin emîn bin ku di pêşerojê de, hukmên Yehowa wê rast û adil bin.

1. Rojên me ji çi aliyî ve xisûsî ne?

 ÎRO, tiştên ku di Kitêba Pîroz de ji berê ve hatibûn gotin li ber çavê me tên cih. Mesela, em dibînin ku “Padîşahê Bakur” û “Padîşahê Başûr” çawa ji bo serweriya dinyayê bi hev re reqabetê dikin (Danîêl 11:40, Mizgînî). Em dibînin ku mizgîniya Hukimdariya Xwedê li seranserê dinyayê tê belavkirin û bi milyonan însan wê qebûl dikin (Îşaya 60:22; Meta 24:14). Wekî din, em “di wexta rast de” têr û tije xwarina ruhî distînin (Meta 24:45-47, NWT).

2. Em dikarin ji çi emîn bin, lê gerek em çi qebûl bikin?

2 Yehowa Xwedê alî me dike ku em tiştên ku wê di demeke nêzîk de çêbin gav bi gav baştir fehm bikin (Methelokên Silêman 4:18; Danîêl 2:28). Em dikarin emîn bin ku gava tengasiya mezin dest pê bike, emê her tiştê muhîm bizanin, ên ku ji me re lazim in, da ku em bikarin dilsoz bimînin û yekîtiya xwe biparêzin. Lê belê, gerek em qebûl bikin ku em di heqê pêşerojê de hin tiştan nizanin. Di vê meqaleyê de, emê pêşî bibînin ku çima lazim e ku em nêrîna xwe ya li ser hin bûyerên pêşerojê biguherînin. Paşê, emê bala xwe bidin hin tiştên ku em di heqê pêşerojê de û di heqê hukmên Yehowa de dizanin.

TIŞTÊN KU EM NIZANIN

3. Berê, me digot ku Yehowa wê kengê êdî îznê nede ku kesek bikeve nav xizmetkarên wî, û me çima wisa digot?

3 Berê, me digot ku piştî destpêkirina tengasiya mezin, kesên ku ji Yehowa re îbadetê nakin wê êdî nikaribin bibin xizmetkarên Yehowa û li Harmegedonê sax bimînin. Sebebê vê nêrînê ev bû ku em difikirîn ku her tiştê ku di dema Tofanê de çêbûbû wê bi eynî şeklî di rojên me de jî çêbe. Mesela, em difikirîn ku madem ku Yehowa berî Tofanê deriyê gemiyê girtibû û êdî îzin neda ku kesek bikeve hundir, piştî destpêka tengasiya mezin jî tu kes wê êdî nikaribe bibe xizmetkarê Yehowa û xelas bibe (Meta 24:37-39).

4. Em çima êdî nabêjin ku tiştên ku di dema Nûh de qewimîbûn bi awayekî mezintir di rojên me de tên cih?

4 Gelo her tiştê ku di dema Tofanê de çêbû bi rastî jî tiştekî ku wê di pêşerojê de çêbe, temsîl dike? Na. Kitêba Pîroz wisa nabêje. Rast e, Îsa Mesîh got ku dema hazirbûna wî wê bibe mîna “rojên Nûh”, lê wî negot ku her tiştê ku wê demê qewimîbû – mesela girtina deriyê gemiyê – wê bi awayekî mezintir dîsa bê cih. Dîsa jî, em dikarin ji serpêhatiya Nûh û Tofanê dersan bigirin.

5. (a) Berî Tofanê, Nûh çi kir? (Îbranî 11:7; 1. Petrûs 3:20) (b) Ji aliyê belavkirina xebera Xwedê ve, halê me çawa dişibe rojên Nûh?

5 Gava Nûh fermana Yehowa Xwedê bihîst, wî baweriya xwe pê anî û dest bi çêkirina gemiyê kir (Îbranî 11:7; 1. Petrûs 3:20 bixwîne). Îro jî, kesên ku mizgîniya Hukimdariya Xwedê dibihîzin gerek baweriya xwe pê bînin û li gor tiştên ku ew hîn dibin, hereket bikin (Karên Şandiyan 3:17-20). Petrûsê şandî Nûh wek “peyvbêjê rastdariyê” bi nav kir (2. Petrûs 2:5). Lê belê, wek me di meqaleya berê de dîtibû, em nizanin ka Nûh fermana Xwedê gihand her kesî yan na. Îro, em jî xebera Xwedê bi dil û can li seranserê dinyayê belav dikin. Lê belê, em çi qas xîret bikin jî, ji destê me nayê ku em berî dawiya vê dinyaya xerab mizgîniyê bigihînin her kesî. Gelo çima?

6-7. Berî dawiya vê dinyaya xerab, gelo emê bikarin mizgîniyê bigihînin her kesî?

6 Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku mizgînî “wê li seranserê dinyayê bê belavkirin, da ku hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin, û hingê dawî wê bê” (Meta 24:14, NWT). Di rojên me de, ev gotina Îsa Mesîh bi awayekî berfireh tê cih. Mizgîniya Hukimdariya Xwedê bi zêdetirî 1.000 zimanî tê belavkirin, û bi saya malpera jw.org, piraniya însanên li seranserê dinyayê dikarin mizgîniyê bibihîzin.

7 Lê belê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe yên pêşîn re gotibû ku “berî hatina Kurê Mirov”, ewê nikaribin bigihîjin her kesî (Meta 10:23, NWT; 25:31-33). Îro jî wê wisa be. Belavkirina mizgîniyê li hin welatan hatiye qedexekirin, û bi milyonan însan li welatên wisa dijîn. Bi ser de, her deqe bi sedan zarok tên dinyayê. Em pir xîret dikin ku mizgîniyê bigihînin mirovên ji “her milet, bavik, ziman û gel” (Peyxam 14:6). Dîsa jî, rastî ev e ku berî dawiya vê dinyaya xerab, emê nikaribin bigihîjin her kesî.

8. Kîjan pirs tê meydanê? (Li resiman jî binêre.)

8 Loma, pirsek tê meydanê: Halê kesên ku berî destpêka tengasiya mezin fersenda wan çênebû ku mizgîniyê bibihîzin, wê çi be? Yehowa û Kurê wî – yê ku Yehowa ew kiriye hakim – wê li mirovan çawa binêrin? (Yûhena 5:19, 22, 27; Karên Şandiyan 17:31). Ayeta sereke ya vê meqaleyê dibêje ku Yehowa “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9; 1. Tîmotêyos 2:4). Wekî din, gerek em qebûl bikin ku heta niha, Yehowa ji me re eşkere nekiriye ku ewê li ser kesên ku mizgînî nebihîstiye, çi qerarê bide. Ew helbet ne mecbûr e ku her tiştê ku wî kiriye û wê bike, ji me re bibêje.

Yehowa wê li ser kesên ku berî destpêka tengasiya mezin fersenda wan tune bû ku mizgîniyê bibihîzin, çawa qerarê bide? (Li paragrafa 8an binêre) b


9. Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa ji me re çi eşkere kiriye?

9 Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa hin tiştên ku ewê bike ji me re eşkere kirine. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa wê kesên “nerast”, ên ku fersend neketibû destê wan ku mizgîniyê qebûl bikin û xwe serrast bikin, ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15; Lûqa 23:42, 43). Loma, pirsên din tên meydanê.

10. Kîjan pirsên din tên meydanê?

10 Gelo hemû kesên ku wê di dema tengasiya mezin de bimirin wê heta bi hetayê helak bibin? Gelo hêviya wan wê tune be ku ji mirinê bên rakirin? Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku dijminên ku Yehowa û ordiyên wî yên ezmanî wê li Harmegedonê helak bikin wê ji mirinê neyên rakirin (2. Selanîkî 1:6-10). Lê halê kesên din wê çi be? Mesela, eger kesek ji ber nexweşî, ji ber kalbûn û pîrbûnê yan ji ber qezayan bimire yan jî ji aliyê mirovekî din ve bê kuştin, halê wî kesî wê çi be? (Waiz 9:11; Zekerya 14:13). Li dinyaya nû, gelo hin ji van kesan wê tevî kesên din ên “nerast” ji mirinê bên rakirin? Em nizanin.

TIŞTÊN KU EM DIZANIN

11. Li Harmegedonê, mirov wê li ser çi esasî hukim bistînin?

11 Di heqê pêşerojê de, em hin tiştan dizanin. Mesela, em dizanin ku li Harmegedonê, mirov wê li gor vê yekê hukim bistînin ku ew ji bo birayên Mesîh çi kiriye û çi nekiriye (Meta 25:40). Kesên ku piştgiriya Mesîh û hilbijartiyan kiribû wê wek “mî” bên hesabkirin. Wekî din, em dizanin ku piştî destpêka tengasiya mezin, hin birayên Mesîh wê hê li dinyayê bin, û ewê ancax demeke kin berî Harmegedonê bên birin ezmanan. Heta ku birayên Mesîh li dinyayê bin, fersenda mirovên dilpak wê hebe ku piştgiriya wan û karê wan bikin (Meta 25:31, 32; Peyxam 12:17). Ev yek tê çi maneyê?

12-13. Piştî helakkirina “Babîla Mezin”, dibe ku hin kes çi bikin? (Li resiman jî binêre.)

12 Piştî destpêka tengasiya mezin jî, dibe ku hin kesên ku helakkirina “Babîla Mezin” bibînin bînin bîra xwe ku Şahidên Yehowa behsa vê bûyerê kiribû. Gelo dibe ku hin kesên ku van bûyeran bibînin, fikra xwe biguherînin û baweriya xwe bi Yehowa bînin? (Peyxam 17:5; Hêzekîêl 33:33).

13 Tiştekî wisa di rojên Mûsa de jî çêbûbû. Gava miletê Îsraîlê ji Misrê derket, “gelek kesên din jî tevli wan çûn”. Dibe ku gava wan didît ku gotinên Mûsa yên di heqê 10 belayan de çawa dihatin cih, wan baweriya xwe bi Yehowa anî (2. Mûsa 12:38, Mizgînî). Eger piştî helakkirina Babîla Mezin jî tiştekî wisa çêbe, gelo emê xemgîn bin ji ber ku hin kes demeke kin berî dawiya vê dinyaya xerab tev li me bin? Helbet na! Gerek em şexsiyeta Bavê xweyî ezmanî ji xwe re bikin emsal. Kitêba Pîroz li ser wî wisa dibêje: “Xwedayê dilrehm û keremdar, zû hêrs nabe, dilsozî û dilovaniya wî zêde ye” a (2. Mûsa 34:6).

Piştî helakkirina “Babîla Mezin”, hin kes wê bînin bîra xwe ku Şahidên Yehowa behsa vê bûyerê kiribû (Li paragrafên 12 û 13yan binêre) c


14-15. Gelo pêşeroja herheyî ya mirovan bi vê yekê ve girêdayî ye ku ew kengê dimirin yan li ku derê dijîn? (Zebûr 33:4, 5)

14 Carinan, hin xwişk û bira wisa dibêjin: “Xwezî ku merivên min berî tengasiya mezin bimirin, da ku hêviya wan hebe ku ji mirinê bên rakirin.” Niyeta van xwişk û birayan helbet ne xerab e. Lê belê, pêşeroja herheyî ya mirovan bi vê yekê ve girêdayî nîne ku ew kengê dimirin. Yehowa hakimê kamil e, û qerarên wî rast û adil in (Zebûr 33:4, 5 bixwîne). Belê, em dikarin emîn bin ku Hakimê hemû dinyayê wê ya rast bike (1. Mûsa 18:25).

15 Wekî din, li gor mantiqê, pêşeroja herheyî ya mirovan bi vê yekê ve girêdayî nîne ku ew li ku derê dijîn. Li hin welatan, bi milyonan însan mizgînî nebihîstiye. Qet ne bimantiq e ku Yehowa van însanan bi otomatîk wek “bizin” hesab bike (Meta 25:46). Hakimê adil ê hemû dinyayê ji me hê jî zêdetir xema wan dixwe. Em nizanin ku li tengasiya mezin, Yehowa wê çi bike. Dibe ku fersenda hin ji wan kesan hebe ku Yehowa nas bikin, baweriya xwe bi wî bînin, û li dema pîrozkirina Yehowa aliyê wî bigirin (Hêzekîêl 38:16).

Piştî destpêka tengasiya mezin, gelo hin kesên ku van bûyeran dibînin wê fikra xwe biguherînin?

16. Em di heqê Yehowa de çi dizanin? (Li resim jî binêre.)

16 Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, em hîn bûne ku Yehowa çi qas qîmetê dide jiyana mirovan. Wî canê Kurê xwe feda kir, da ku em hêviya jiyana herheyî bistînin (Yûhena 3:16). Me hemûyan rehm û dilovaniya Yehowa li ser xwe hîs kiriye (Îşaya 49:15). Ew her yek ji me rind nas dike. Eger em bimirin jî, ew dikare me ji nû ve bi hemû xisûsiyet û bîranînên me yên berê vegerîne jiyanê (Meta 10:29-31). Belê, em dikarin emîn bin ku Bavê meyî dilovan wê bi awayekî terazdar, adil û birehm li ser her kesî qerareke bêqisûr bide (Aqûb 2:13).

Em dikarin emîn bin ku Yehowa wê her kesî bi awayekî terazdar, adil û birehm hukim bike (Li paragrafa 16an binêre)


17. Di meqaleya din de, emê li ser çi xeber bidin?

17 Ev fehmkirina nû hê jî zêdetir nîşan dide ku belavkirina mizgîniyê karekî pir muhîm û acîl e. Gelo çima? Û çima ew qas muhîm e ku em ji belavkirina mizgîniyê newestin? Di meqaleya din de, emê cewabên van pirsan bistînin.

KILAM 76 Ma Tu Dilxweş Nabî?

a Piştî helakkirina Babîla Mezin, hemû xizmetkarên Yehowa wê di dema hicûma Gogê ji Magogê de bên ceribandin. Kesên ku wê piştî helakkirina Babîla Mezin aliyê xizmetkarên Xwedê bigirin jî wê bên ceribandin.

b RESIM: Ev sê sehne nîşan didin ku mizgînî belkî çima nagihîje hin kesan: (1) Jinikek li welatekî wisa dijî ku li wê derê alimên dînî îznê nadin ku mizgînî bigihîje wê, (2) jin û mêrek li welatekî wisa dijîn ku belavkirina mizgîniyê li wê derê qedexe ye û bitalûke ye û (3) zilamek li cihekî dûr û tenha dijî, loma fersenda wî tune ye ku mizgîniyê bibihîze.

c RESIM: Jinikeke ciwan, a ku dev ji rêya rastiyê berdabû, tîne bîra xwe ku ew di heqê helakkirina “Babîla Mezin” de çi hîn bûbû. Ew fikra xwe diguherîne û vedigere ba dê û bavê xwe, yên ku Şahidên Yehowa ne. Eger tiştên wisa çêbin, gerek em rehm û dilovaniya Bavê xweyî ezmanî ji xwe re bikin emsal û dilxweş bin ji ber ku gunehkarek vegeriya.