Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13

Îbadeta Rast wê Dilşadiya Te Zêde Bike

Îbadeta Rast wê Dilşadiya Te Zêde Bike

“Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî” (PEYXAM 4:11).

KILAM 31 Bi Xwedê re Bimeşe

PÊŞGOTIN *

1-2. Yehowa ji çi cure îbadetê razî ye?

 GAVA ku tu peyva “îbadet” dibihîzî, çi tê ber çavê te? Belkî birayekî dilnizm, ê ku çûye ser çokan û dua dike, tê ber çavê te. Yan jî, belkî malbateke bextewar, a ku Kitêba Pîroz bi hev re lêkolîn dike, tê ber çavê te.

2 Mirovên li her du mîsalan îbadetê dikin. Gelo Yehowa wê îbadeta wan qebûl bike? Eger îbadeta wan li gor mexseda wî be û bi hezkirin û hurmetê bê kirin, ewê ji îbadeta wan razî be. Em ji Yehowa pir hez dikin. Em dizanin ku ew hêjayî îbadeta me ye, loma em dixwazin bi awayê herî baş ji wî re îbadetê bikin.

3. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi?

3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku li demên berê, Yehowa çi cure îbadet qebûl dikir, û emê bala xwe bidin heşt xisûsiyetên îbadeta meqbûl. Li dema lêkolînê, bila em bifikirin ku em çawa dikarin bi awayekî baştir îbadetê bikin. Wekî din, emê bibînin ku îbadeta rast me çima dilşad dike.

LI DEMÊN BERÊ, YEHOWA ÇI CURE ÎBADET QEBÛL DIKIR?

4. Li demên berê, xizmetkarên Yehowa çawa nîşan dida ku ew ji wî hez dikin û qedrê wî digirin?

4 Li demên berê, kesên dilsoz wek Habîl, Nûh, Birahîm û Eyûb bi îtaet, bawerî û qurbanên xwe nîşan dida ku ew ji Yehowa hez dikin û qedrê wî digirin. Kitêba Pîroz nabêje ku gerek wan çawa îbadet bikira. Lê belê, eşkere ye ku van kesên dilsoz çi ji destê wan dihat dikir ku rûmetê bidin Yehowa, û Yehowa ji îbadeta wan razî dibû. Paşê, Yehowa Qanûna Mûsa da neviyên Birahîm. Di vê qanûnê de, rêberiya xisûsî hebû ku gerek wan çawa ji Yehowa re îbadet bikira.

5. Piştî mirin û rabûna Îsa Mesîh, îbadeta rast çawa guherî?

5 Piştî mirin û rabûna Îsa Mesîh, Qanûna Mûsa hat betalkirin (Romayî 10:4). Yehowa dixwest ku şagirtên Îsa Mesîh êdî li gor “Şerîeta Mesîh” bijîn (Galatî 6:2). Ji bo ku ew guh bidin vê “Şerîet” yan qanûnê, ne lazim bû ku ew bi sedan emir û qaîdeyan ezber bikin û li gor wan hereket bikin. Lazim bû ku ew Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin û li gor gotinên wî bijîn. Îro, em jî çi ji destê me tê dikin ku pey Îsa Mesîh herin, da ku em Yehowa razî bikin û “rihetiyê ji bo canê xwe bibînin” (Metta 11:29).

6. Em çawa dikarin ji vê meqaleyê feydeyê bistînin?

6 Gava ku emê bala xwe bidin xisûsiyetên îbadeta xwe, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Di vî warî de, ez çawa bi pêş ve diçim? Gelo ez dikarim bi awayekî baştir îbadetê bikim?” Eger em heta niha rind pêş ve çûne jî, wê baş be ku em ji Yehowa alîkariyê bixwazin, da ku em pê derxin ku gerek em ji çi aliyî ve hê jî zêdetir bi pêş ve herin.

EM ÇAWA ÎBADETÊ DIKIN?

7. Yehowa li duayên jidil çawa dinêre?

7 Dua qismekî îbadeta me ye. Nivîsarên Pîroz duayên me dişibînin bixûra ku bi xisûsî dihat hazirkirin û pêşiyê li konê îbadetê, paşê jî li perestgehê dihat pêşkêşkirin (Zebûr 141:2). Li demên berê, Xwedê ji bêhna bixûrê razî dibû. Mîna vê, “duaya rastan wî dilxweş dike” (Methelokên Silêman 15:8; 5. Mûsa 33:10). Ji bo ku Yehowa ji duayên me razî be, ne lazim e ku em gotinên xisûsî bi kar bînin. Em dikarin bawer bin ku gava em hezkirin û şikurdariya xwe ji dil tînin zimên, Yehowa pir şa dibe. Ew dixwaze ku em ji wî re behsa xem, hêvî û xwestekên xwe bikin. Berî ku em dua bikin, wê helbet baş be ku em rind bifikirin ku emê çi bibêjin. Bi vî awayî, emê karibin “bixûra” herî xweş pêşkêşî Bavê xweyî ezmanî bikin.

8. Çi fersendeke baş heye ku em pesnê Xwedê bidin?

8 Pesndayîna Yehowa qismekî îbadeta me ye (Zebûr 34:1). Gelek sebeb hene ku em bi şikurdarî behsa sifet û karên Yehowa bikin û bi vî awayî pesnê wî bidin. Eger em li ser qenciya Yehowa – yanî li ser hemû tiştên ku wî ji bo me kirine – kûr bifikirin, emê her gav bixwazin pesnê wî bidin. Îşê belavkirina mizgînê fersendeke xisûsî dide me ku em “ji Xwedê re qurbanên pesnahiyê, yanê, mêwa lêvên ku navê wî îqrar dikin pêşkêş bikin” (Îbranî 13:15, KP). Çawa ku gerek em rind bifikirin ku emê di duayên xwe de çi bibêjin, gerek em rind bifikirin ku emê di xizmetê de ji mirovan re çi bibêjin. Em dixwazin ku ‘qurbana pesnahiyê’, ya ku em pêşkêşî Yehowa dikin, a herî baş be. Loma, em bi dil û can ji mirovan re behsa rastiyê dikin.

9. Wek xizmetkarên Xwedê yên berê, em ji civînan çawa feydeyê distînin? Behsa mîsaleke şexsî bike.

9 Civînên me qismekî îbadeta me ne. Li demên berê, lazim bû ku xizmetkarên Xwedê di salê de sê caran li ber Yehowa li hev top bibin (5. Mûsa 16:16). Gava ew diçûn cihê civînê, gelo lazim bû ku ew ji bo emniyeta mal û zeviyên xwe bitirsiyana? Na! Yehowa soz dabû wan: “Gava tu salê sê caran herî hizûra Xwedayê xwe Xudan, wê tu kes çav bernede welatê te” (2. Mûsa 34:24, Mizgînî). Kesên ku ji Yehowa hez dikir baweriya xwe bi wî dianî, û ew bi dewamî diçûn cejnan. Ev yek ji bo wan pir bifeyde bû. Bi saya van cejnan, wan dikaribû Qanûna Xwedê baştir fehm bikira, li ser qenciya wî kûr bifikiriyana û ji hevaltiya bi xizmetkarên Yehowa yên din re kêf bistanda (5. Mûsa 16:15). Wexta ku em fedakariyê dikin ku herin civînan, em jî pir feydeyê distînin. Ka bîne ber çavê xwe ku gava em xwe hazir dikin ku cewabên kin û xweş bidin, Yehowa çi qas şa dibe!

10. Kilamên me çima qismekî muhîm ê îbadeta me ne?

10 Kilamên me qismekî îbadeta me ne (Zebûr 28:7). Îsraêliyan kilam wek qismekî muhîm ê îbadeta xwe didîtin. Dawid Padîşah 288 zilamên ji eşîra Lêwî wek kilambêjên perestgehê tayîn kiribûn (1. Dîrokan 25:1, 6-8). Em jî dikarin bi destê kilamên pesndayînê nîşan bidin ku em ji Xwedê hez dikin. Ji bo vê, ne lazim e ku em xwediyê dengê bilbilan bin. Carekê bifikire: Gava em xeber didin, “em hemû di gelek tiştan de diterpilin”, lê dîsa jî, em li civînan û li xizmetê bi rihetî xeber didin (Aqûb 3:2). Loma, gerek em nefikirin ku ji ber ku dengê me ew qas xweş nîne, em nikarin bi kilamên xwe pesnê Yehowa bidin.

11. Li gor 5. Mûsa 6:6, 7, pir muhîm e ku em çi bikin?

11 Xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz û perwerdekirina zarokan qismekî îbadeta me ye. Li roja Sebtê, Îsraêliyan kar nedikir, lê wexta xwe ji bo Yehowa xerc dikir (2. Mûsa 31:16, 17). Wekî din, kesên bawermend ji zarokên xwe re behsa Yehowa û qenciya wî dikir. Gerek em jî ji bo xwendin û lêkolîna Peyva Xwedê wextê veqetînin. Ev yek qismekî îbadeta me ye û alî me dike ku em nêzîktirî Yehowa bibin (Zebûr 73:28). Gava ku em Kitêba Pîroz bi malbata xwe re lêkolîn dikin, em alî zarokên xwe dikin ku ew jî bibin dostên Bavê meyî ezmanî (5. Mûsa 6:6, 7 bixwîne).

12. Yehowa li îşê çêkirina konê îbadetê çawa dinêrî, û ev yek çi rêyî me dide?

12 Avakirin û tamîrkirina cihên îbadetê qismekî îbadeta me ye. Kitêba Pîroz îşê çêkirina konê perestgehê wek “karê pîroz” bi nav kir (2. Mûsa 36:1, 4, NWT). Îro jî, Yehowa îşê avakirina Salonên Îbadetê û avahiyên teşkîlatê wek xizmeteke pîroz dibîne. Em pir qîmetê didin xwişk û birayên ku di vî îşê muhîm de dixebitin. Wekî din, ew îşê belavkirina mizgînê jî tînin cih. Hin ji wan dixwazin wek pêşeng xizmet bikin. Eger ew ji aliyê ruhî ve hazir in, wê baş be ku rîspî wan tayîn bikin. Her kes helbet nikare îşê avakirinê bike, lê em gişt dikarin destekê bidin îşê paqijkirin û xwedîkirina avahiyan.

13. Gerek em li bexşên ku em ji bo îşê Padîşahiyê didin, çawa binêrin?

13 Bexşdayîna ji bo îşê Padîşahiyê qismekî îbadeta me ye. Ji Îsraêliyan re hatibû gotin ku bila ew destvala nekevin hizûra Yehowa (5. Mûsa 16:16). Gerek wan li gor derfetên xwe bexş bidana. Bi vî awayî, wan dikaribû şikurdariya xwe ya ji bo her tiştê ku Yehowa ji bo wan kiribû, nîşan bidaya. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin û qîmetê didin bereketên ku em ji wî distînin? Wê baş be ku em li gor derfetên xwe bi bexşan piştgiriya civata xwe û îşê cîhanî yê Şahidên Yehowa bikin. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Eger dilxwazî hebe, dayîna yekî ne li gor tiştê ku di destê wî de tune, lê li gor tiştê ku di destê wî de heye, meqbûl e” (2. Korîntî 8:4, 12). Ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ne ev e ku em çi qas bidin, lê ev e ku em çi ji destê me tê bikin (Marqos 12:42-44; 2. Korîntî 9:7).

14. Li gor Methelokên Silêman 19:17, Yehowa li desteka ku em didin xwişk û birayan çawa dinêre?

14 Alîkarîdayîna ji xwişk û birayên hewcedar re qismekî îbadeta me ye. Yehowa soz dabû ku ewê kesên ku bi comerdî alîkariya feqîran dikin, xelat bike (5. Mûsa 15:7, 10). Her ku em destekê didin xwişk yan birayekî hewcedar, wisa dibe qey em hediyeyekê didin Yehowa (Methelokên Silêman 19:17 bixwîne). Mesela, gava xwişk û birayên ji Filîpyayê hediyeyek şand Pawlos, ê ku li wê demê girtî bû, wî ev hediye wek “goriyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin ... û li wî xweş tê” bi nav kir (Filîpî 4:18). Ka li civata xwe binêre û ji xwe bipirse: “Gelo kesekî muhtac heye, yê ku ez dikarim alî wî bikim?” Gava Yehowa dibîne ku em bi wext, qewet, huner û mal û milkê xwe piştgiriya kesên hewcedar dikin, ew ji me razî dibe. Yehowa vêya wek qismekî îbadeta me dibîne (Aqûb 1:27).

ÎBADETA RAST ME DILŞAD DIKE

15. Ji bo pêkanîna îbadeta rast her çi qas wext û qewet lazim be jî, ev yek çima li me bi zêdeyî zor nayê?

15 Ji bo ku em îbadeta rast pêk bînin, wext û qewet lazim e. Dîsa jî, pêkanîna îbadeta rast li me bi zêdeyî zor nayê (1. Yûhenna 5:3). Gelo çima? Çimkî em ji Yehowa hez dikin. Ferz bike ku zarokek dixwaze hediyeyekê bide bavê xwe. Dibe ku ew bi saetan xîret bike ku resmekî çêke. Ji ber ku zarok ji bavê xwe hez dike û ji dil dixwaze vê hediyeyê bide wî, ew seba wexta ku gerek ew xerc bike aciz nabe. Mîna vê, ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em ji dil dixwazin wext û qeweta xwe ji bo pêkanîna îbadeta rast bi kar bînin.

16. Li gor Îbranî 6:10, Yehowa li xîreta me çawa dinêre?

16 Dê û bav dizanin ku her zarok nikare eynî hediyeyê bide wan. Mîna vê, Bavê meyî ezmanî fehm dike ku şertên her yekî ji me ji hev cuda ne. Belkî derfeta te heye ku tu ji gelek kesên din zêdetir tişt bikî. Yan jî, belkî emrê te êdî mezin e, siheta te nebaş e yan mesûliyetên te yên ji bo malbatê giran in û tu nikarî bi qasî kesên din bikî. Xemgîn nebe! (Galatî 6:4). Yehowa wê keda te ji bîr neke. Eger tu çi ji destê te tê bikî û eger tu vêya bi niyeta rast bikî, ewê ji te razî be (Îbranî 6:10 bixwîne). Yehowa niyeta dilê te dibîne. Ew dixwaze ku tu bi tiştên ku tu dikarî bikî dilxweş bî.

17. (a) Eger li me zor tê ku em hin xisûsiyetên îbadeta xwe pêk bînin, wê baş be ku em çi bikin? (b) Te çawa ji xisûsiyeteke ku li çarçoveya “ Dilşadiya Xwe Zêde Bike” tê nîşandayîn, feyde dîtiye?

17 Eger li me zor tê ku em hin xisûsiyetên îbadetê – mesela lêkolîna şexsî yan xizmeta umûmî – pêk bînin, em dikarin çi bikin? Bi îhtimaleke mezin, her ku em van tiştan bikin, emê ji wan zêdetir kêfê bistînin û feydeyê bibînin. Pêkanîna îbadetê dişibe elimîna enstrumanekê. Eger em bi dewamî prova nekin, em nikarin rind pêş bikevin. Lê eger em roj bi roj prova bikin û her ku diçe zêdetir wexta xwe ji bo elimîna vê hunerê veqetînin, emê netîceyên baş bi dest bixin, û emê jê zêdetir kêfê bistînin. Ma em nikarin ji bo îbadeta xwe jî eynî tiştî bikin?

18. Eger em bi dewamî ji Yehowa re îbadetê bikin, netîce wê bibe çi?

18 Di jiyana me de, tiştê herî muhîm ev e ku em bi dil û can ji Yehowa re îbadetê bikin. Bi saya îbadeta ji Yehowa re, jiyana me dilşad û bimane ye, û hêviya me heye ku em heta bi hetayê bijîn û ji Yehowa re xizmet bikin (Methelokên Silêman 10:22). Dilê me bihizûr e, çimkî em dizanin ku eger em rastî tengasiyan bên, Yehowa wê alî me bike (Îşaya 41:9, 10). Gelek sebebên me hene ku em bi dilşadî ji Bavê xweyî ezmanî re îbadetê bikin. Belê, ew bi rastî ‘hêja ye ku rûmet, hurmet û hêzê bistîne’! (Peyxam 4:11).

KILAM 24 Werin Çiyayê Yehowa

^ par. 5 Ji ber ku Yehowa Xaliqê her tiştî ye, ew hêjayî îbadeta me ye. Ji bo ku ew ji îbadeta me razî be, gerek em guh bidinê û li gor prensîpên wî bijîn. Li vê meqaleyê, emê li ser heşt xisûsiyetên îbadeta rast xeber bidin, û emê bibînin ku pêkanîna wan çawa dikare dilşadiya me zêde bike.