Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?

Pirtûka Pîroz behsa çi dike?

Çima Pêwiste ku Mirov ji Pirtûka Pîroz Lêkolînê Bike?

Li ser hin mijarên Pirtûka Pîroz, a ku herî zêde belavbûyî ye, bifikire.

BEŞ 1

Afirandêr Bihiştekî Dide Mirov

Pirtûka Pîroz afirandina mirovan çawa tarîf dike? Xwedê kîjan emir dan cotê pêşîn?

BEŞ 2

Qewirîna ji Bihiştê

Ji bo kirinên Adem û Hewayê, Xwedê ji bo însanan çi tenzîm kir?

BEŞ 3

Tofana Nûh

Xerabî çawa li ser dinyayê belav bû? Nûh baweriya xwe çawa nîşan dida?

BEŞ 4

Xweda bi Birahîm re Peymanekî Girê Dide

Birahîm çima koçî welatê Kenanê kir? Xweda bi Birahîm re kîjan peymanê girê da?

BEŞ 5

Xweda Birahîm û Malbata Wî Berdar Dike

Gava Yehowa ji Birahîm xwest ku ew lawê xwe qurban bike, bi vê yekê wî dixwest çi bigota? Ûsiv berî mirina xwe behsa kîjan pêxemberiyê kir?

BEŞ 6

Eyûb ji Yahowa Xweda re Dilsoz Dimîne

Pirtûka Eyûb çawa nîşan dide ku hemû însanên biaqil dikarin derbarê mafê rastdariya Padîşahiya Xweda de cihê xwe bigirin?

BEŞ 7

Xweda Lawên Îsraêl Rizgar Dike

Xweda çawa Mûsa bi kar anî ku Îsraêlî ji koletiya Misrê rizgar dike? Cejna derbasbûnê çima dihat pîrozkirin?

BEŞ 8

Gelê Îsraêl Welatê Kenanê Dagir Dike

Gava gelê Îsraêl welatê Kenanê dagir kir, Yahowa çima jiyana Rexabê û maliyên wê li Erîhayê parastin?

BEŞ 9

Lawên Îsraêl Padîşahekî Dixwazin

Gava lawên Îsraêl Padîşahekî xwest, Yahowa Şawûl hilbijart. Yahowa çima Dawid li şûna Şawûl xist padîşah?

BEŞ 10

Silêman bi Şehrezayiyê Padîşahiyê Dike

Hin mîsalên şehrezayiyê yên Silêman çi ne? Gava ew ji riya Yahowa derket, netîce bû çi?

BEŞ 11

Lavijeyên Hîndarî û Xemrevînê

Kîjan zebûran nîşan didin ku Xweda alî kesên ku ji wî hez dikin dike û teseliyê dide wan? Di lavijeyên Silêman de, Padîşah çi nîşanî me dide?WEB:OnSiteAdTitleLavijeyên Hîndarî û Xemrevînê

BEŞ 12

Şehrezayiyên bo Jiyana Rojane

Bifikire ku şîretên îlhamkirî yên li Methelokên Silêman û Waîz çawa dikarin alîkariya pratîk bidin û bibin bingeha ewlebûna li Xweda.

BEŞ 13

Padîşahên Qenc û Yên Neqenc

Îsraêliyan di du padîşahiyan de çawa ji hev veqetiyan?

BEŞ 14

Xweda bi Navgîniya Pêxamberên Xwe Diaxive

Pêxamberên Xweda çi cure peyam radigihandin? Li ser 4 mijaran bifikire, yên ku wan pêk dianî.

BEŞ 15

Pêxamberê ku li Sergomiyê Pêşerojê Dibîne

Daniyêl derbarê Mesîh û Padîşahiya Xweda de çi pêhesiya?

BEŞ 16

Mesîh Tê

Xweda Yehya û melekan çawa bi kar anî ku ew nîşan bidin ku Îsa, Mesîh e? Yehowa çawa kurê xwe wek Mesîh bi zelalî nîşan da?

BEŞ 17

Îsa Rastiya Derbarê Padîşahiya Xweda de Hîn Dike

Temaya gotinên Îsa çi bû? Wî çawa nîşan da ku padîşahiya wî wê li ser hezkirin û dadperweriyê bê damezrandin?

BEŞ 18

Îsa Kerametan Pêk Tîne

Kerametên Îsa derbarê hêz û rêveberiya wî ya li cîhana pêşerojê de çi nîşan didin?

BEŞ 19

Îsa Bûyerên ku Bandorê li Tevahiya Cîhanê Dikin ji Berê ve Radigihîne

Nîşana ku Îsa ji şandiyên xwe re dabû tê çi maneyê?

BEŞ 20

Îsa Mesîh Dimire

Îsa kîjan cejna nû saz kir berî ku ew hat dan dest û li ser dîrekê hat îdamkirin?

BEŞ 21

Îsa Mesîh Dijî!

Şagirtên Îsa çawa pêhesiyan ku Xweda Îsa ji mirinê vejandiye?

BEŞ 22

Şandî Mizgîniyê Bê Tirs Belav Dikin

Li cejna Pentîkostê çi qewimî? Reaksiyona dijminan li hemberî belavkirina mizgîniyê ya şopînerên Îsa çawa bû?

BEŞ 23

Mizgînî Belav Dibe

Piştî ku Pawlos li Lîstrayê zilamekî qenc kir çi çêbû? Kîjan bûyer bûn sedem ku Pawlos çû Romayê?

BEŞ 24

Pawlos ji Civînan re Nameyan Dinivîse

Pawlos derbarê rêxistina civatên minasib de kîjan telîmat nîşan dan? Wî derbarê Mesîhê sozdayî de çi got?

BEŞ 25

Şîretên Derbarê Bawerî, Tevgerîn û Hezkirinê de

Şopînerekî Îsa çawa dikare baweriya xwe nîşan bide? Gelo mirov çawa nîşan dide ku ew bi rastî ji Xweda hez dike?

BEŞ 26

Bihişt Dîsa Tê Damezrandin!

Nivîsara Peyxamê peyama Pirtûka Pîroz çawa bidawî dike?

Peyama ku Pirtûka Pîroz Radigihîne: Kurte

Yahowa çawa gav bi gav da kifşê ku Îsa wê bibe Mesîh, ê ku dinyayê wê dîsa bike bihişt?

Cedwela Wextên Pirtûka Pîroz

Li cedwela wextan ji 4026 B.Z. heta nêzîkî 100 P.Z., binêre.