Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Îlon 2022: Kampanyaya Xisûsî ya ji bo Destpêkirina Kursên Kitêba Pîroz

Îlon 2022: Kampanyaya Xisûsî ya ji bo Destpêkirina Kursên Kitêba Pîroz

Li meha Îlonê, emê pir xîret bikin ku kursa Kitêba Pîroz bi destê broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! teklîfî her kesî bikin. Wê mehê, hedefa ji bo pêşengên alîkar tenê 30 saet e. Gelo emê vê kampanyaya xisûsî çawa pêk bînin?

  • Li ziyaretên pêşîn: Bi alîkariya pişta broşûrê bala mirovan bikişîne, û eger fersend hebe, nîşan bide ku kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe. Kesên ku berê eleqedar bûn û kesên ku te berê ziyaret kiribûn, ji bîr neke. Heta niha, wan belkî kursa Kitêba Pîroz qebûl nekiriye, lê bi saya broşûr û metoda nû, ewê belkî bixwazin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Eger kes ne li malê be, broşûran nehêle. Wekî din, broşûran bi nameyan neşîne kesên ku negotiye ku ew eleqedar in. Li meha Îlonê, Komîteya Xizmetê ya Civatê dikare zêdetir civînên ji bo xizmetê derbas bike.

  • Fersendên din: Eger civata te erebeyên weşanan bi kar tîne, li van erebeyan broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! nîşan bide. Ji kesên eleqedar re bibêje ku ew dikarin hem broşûrê hem jî kursa Kitêba Pîroz a bêpere bistînin. Li ziyareta pêşîn yan li ziyareteke din bi kurtasî nîşan bide ku kurs çawa derbas dibe. Nazirê xizmetê dikare ji hin mizgînvanên hoste re bibêje ku bila ew herin dikan û fîrmayan ku kursa Kitêba Pîroz teklîf bikin. Wekî din, tu dikarî kursa Kitêba Pîroz ji hevalkarên xwe re yan ji kesên ku tu li xizmeta neresmî rastî wan têyî re teklîf bikî.

Îsa Mesîh emir daye ku em mirovan hîn bikin û alî wan bikin ku ew bibin şagirtên wî (Mt 28:19, 20). Bila ev kampanyaya xisûsî alî me bike ku em bi destê broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! bigihîjin vê hedefê.