WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Yehowa Xizmetkarên Xwe Diparêze
Cejna Derbasbûnê ya pêşîn pir muhîm bû. Wê şevê, gava Fîrawûn dît ku kurê wî mir, wî ji Mûsa re got: “Rabin, him hûn û him jî lawên Îsraêl, ji nava netewa min derkevin û herin, mîna ku we digotin, ji XUDAN re peristinê bikin” (2Mû 12:31). Belê, Yehowa eşkere kiribû ku ew xizmetkarên xwe diparêze.
Tarîxa Şahidên Yehowa îsbat dike ku îro jî, Yehowa xizmetkarên xwe diparêze û rêberiya wan dike. Muzeyeke li merkeza cîhanî ya bi navê “Xelkekî ji bo Navê Yehowa” vêya nîşan dide.
LI VÎDEOYA MÛZÊYA WORWÎKÊ: CIMETA KU NAVÊ YEHOWA HILDA SER XWE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Ji sala 1914an û pê ve, Xwendekarên Kitêba Pîroz dest bi xebitandina kîjan teknolojiyê kir, û netîce bû çi?
-
Baweriya xizmetkarên Yehowa di salên 1916 û 1918an de çawa hat ceribandin, û çi îsbat hebû ku Yehowa rêberiya teşkîlatê dikir?
-
Xizmetkarên Yehowa çawa li hemberî muxalefetê dilsoz mane?
-
Di sala 1935an de, xizmetkarên Yehowa çi fehm kir, û vê yekê li ser wan çawa tesîr kir?
-
Eger tu çûyî vê muzeyê, tiştên ku li wê derê tên nîşan dayîn çawa nîşanî te daye ku Yehowa xizmetkarên xwe diparêze û rêberiya wan dike?