Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Yehowa li ser Te Çi Difikire, Gelo Tu jî Wisa Difikirî?

Yehowa li ser Te Çi Difikire, Gelo Tu jî Wisa Difikirî?

‘Yehowa ji gelê xwe razî ye’ (Zb 149:4). Erê, em nekamil in, lê Yehowa bala xwe dide sifetên me yên baş. Û ew dizane ku em dikarin qenciyê bikin. Lê carinan ji bo me zehmet e em sifetên xwe yên baş bibînin. Belkî kesên din qedrê me nagirin, loma em xwe bêqîmet dibînin. Yan em seba şaşiyên berê difikirin ku Yehowa ji me hez nake. Eger em di halekî wisa de bin, çi dikare alî me bike?

Ji bîr neke, Yehowa ji mirovan zêdetir dibîne (1Sm 16:7). Yanî, tiştên ku em li ser xwe jî nizanin, Yehowa wan dibîne. Şikir, Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku Yehowa li ser me çi difikire. Wexta ku em Kitêba Pîroz dixwînin em dikarin baştir fehm bikin ku Yehowa ji xizmetkarên xwe çi qas hez dike.

LI VÎDEOYA DILÊ XWE LI BER YEHOWA RIHET BIKE TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:

  • Mîsala sporvanekî û bavê wî li ser Yehowa çi nîşanî me dide?

  • Kesê ku gunehekî giran kiribû, lê paşê tobe kiriye çawa dikare dilê xwe li ber Yehowa rihet bike? (1Yh 3:19, 20)

  • Birayê me ji serpêhatiyên Dawid û Yehoşafat çi feyde dîtiye?