KARÊN ŞANDIYAN 25-26
XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ |Pawlos Doza Xwe Dibe ber Qeyser û Mizgînê Dide Hêrodês Egrîpa Padîşah
25:11; 26:1-3, 28
Eger me “bibin ber walî û padîşahan”, ne hewce ye ku em ji berê de xeman bikişînin ku em çi bibêjin. Dîsa jî, gerek “amade bin ku ... bersîvê bidin” her kesê ku sebeba baweriya me dipirse (Mt 10:18-20; 1Pt 3:15). Gava kesên muxalif “bi qanûnê neheqiyê dikin”, em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin nimûne? (Zb 94:20).
-
Em heqên xwe bi kar tînin ku îşê belavkirina mizgînê biparêzin (Kar 25:11).
-
Em bi awayekî hurmetkar bi memûrên dewletê re bipeyivin (Kar 26:2, 3).
-
Eger fersend hebe, em dikarin bibêjin ku me û kesên ji mizgînê çawa feyde stendiye (Kar 26:11-20).