Here Naverokê

Gelo Xwedê Heye?

Gelo Xwedê Heye?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Belê, di Kitêba Pîroz de gelek îsbat hene, yên ku me îqna dikin ku Xwedê heye. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em bi korî bawer nekin, lê rind lêkolîn bikin û bi hiş û aqlê xwe “her tiştî ji hev derxin” (1. Selanîkî 5:21; 1. Yûhenna 5:20). Ka em niha ji Kitêba Pîroz li hin îsbatan binêrin.

  •   Gerdûna bi rêk û pêk û jiyana ku tê de ye, nîşan dide ku Afirandêr heye. Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Her çi qas mantiqa vê ayetê besît be jî, gelek kesên xwendî bi vê fikrê qayîl in. a

  •   Însan ji aliyê madî ve çi qas têr bin jî, dîsa jî dixwazin mane û mexseda jiyanê fehm bikin. Loma Kitêba Pîroz dibêje ku însan ne tenê bi tiştên fîzîkî, lê bi tiştên ruhî jî eleqedar dibin, yanî însan dixwazin Xwedê nas bikin û ji wî re îbadetê bikin (Metta 4:4; Peyxam 4:11). Ev hewcedariya ruhî nîşanî me dide ku Xwedê heye, ew Afirandêrekî dilovan e, û dixwaze me ji aliyê ruhî ve têr bike.

  •   Tiştên ku Kitêba Pîroz bi sedan salan ji berê ve gotibûn, gişt hatine cih. Ev yek îsbat dike ku Xwedê heye, çimkî însan nikare ji berê ve bizanibe ku çi wê biqewime (2. Petrûs 1:21).

  •   Zanîna nivîskarên Kitêba Pîroz ji aliyê ilm û zanistê ve ji ya alimên wê wextê qat bi qat zêdetir bû. Mesela, di demên berê de gelek însanan bawer dikir ku erd li ser pişta heywanekî wek fîl, beraz, an gayekî ava bûye. Lê belê Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê ‘li ser nînbûnê dinya daliqandiye’ (Eyûb 26:7). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku erd gilover e (Îşaya 40:22, Mizgînî). Gelek kes qebûl dikin ku nivîskarên Kitêba Pîroz ev zanîn ji Xwedê standibû. Çimkî, li wê çaxê tarîfeke wisa ancax bi alîkariya Xwedê mumkin bû.

  •   Hin kes baweriya xwe winda dikin ji ber ku ew nikarin cewabên hin pirsên xwe yên girîng bistînin. Mesela, ew wisa dipirsin: Madem ku Xwedê dilovan û hêzdar e, çima li dinyayê ew qas êş û xerabî hene? Çima bi navê dîn û baweriyan gelek caran li şûna qenciyê xerabî çêdibin? (Tîtos 1:16). Kitêba Pîroz cewabên van pirsan dide!

a Mesela, ezmannasekî bi navê Allan Sandage carekê di heqê gerdûnê de wisa gotibû: “Bi fikra min, ne mumkin e ku nîzama gerdûnê ji kaosekê hatibe meydanê. Wisa xuya dike ku her tişt li gor qanûn û qaîdeyan ava bûye. Xwedê ji bo min sireke balkêş e, lê ev yek nîşan dide ku çima li şûna tunebûnê ev hebûna mucîzewî heye.”