Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 18

Nixumandin û Heleqetiya Te Tevî Xwe

Nixumandin û Heleqetiya Te Tevî Xwe
  • Nixumandina mesîhiya ça tê kirinê?

  • Çi lazim e bikî, wekî seva nixumandinê hazir bî?

  • Ça merî dikare xwe tesmîlî Xwedê ke?

  • Çira nixumandin zef ferz e?

1. Çira wezîrê Etyûpiyê xwest bê nixumandinê?

“VA YE av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?”. Eva pirsa di qirna yekêda wezîrê Etyûpiyê da. Dannasînkarê bi navê Fîlîpo wîra îzbat kiribû, ku Îsa ye Mesîhê sozdayî. Giliyên ji Nivîsarên Pîroz usa dilê wî girt, ku ewî xwest bê nixumandinê! (Karên Şandiya 8:26-36).

2. Çira tu gerekê dişirmîş bî derheqa nixumandinê?

2 Hergê tu bi dil û can tevî kesekî ji Şedên Yahowa vê kitêbê heta vî serî hîn bûyî, dibek tu jî texmîn dikî ku hazir î caba xwe li ser vê pirsê bidî: ‘Îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?’. Tu pêhesiyayî ku Kitêba Pîroz emirê heta-hetayê di cinetêda, soz dide (Lûqa 23:43; Eyantî 21:3, 4). Usa jî tu pêhesiyayî derheqa halê miriya û derheqa gumana bona wan (Waîz 9:5; Yûhenna 5:28, 29). Dibe tu îda diçî li ser civatên Şedên Yahowa û tevî wan nêzîk bûyî, û dibînî ku ewana li gora hebandina rast dijîn (Yûhenna 13:35). Lê hê ferz ev e, ku te îda destpêkiriye heleqetiya xwe tevî Yahowa Xwedê mezin kî.

3. (a) Îsa çi ferman da şagirtên xwe? (b) Ça nixumandin tê kirinê?

3 Ça tu dikarî nîşan kî ku dixwazî Xwedêra qulix kî? Îsa gote şagirtên xwe: “Niha herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin” (Metta 28:19). Di vê yekêda Îsa xwexa mesele hîşt, ew di avêda hate nixumandinê. Çaxê Îsa hate nixumandinê, av li ser serê wîda nekirin, ne jî li ser wî reşandin (Metta 3:16). Xebera yûnanî, yê ku tê welgerandinê “nixumandin”, tê hesabê “ketina bin avê”. Lema jî nixumandina mesîhiya hema usa tê kirinê, dêmek çaxê merî tê nixumandinê ew pêda gerekê bikeve bin avê.

4. Nixumandin çi dide kifşê?

4 Nixumandin di avêda, dewakirineke ferz e seva wan meriya kî ku dixwaze wekî hevaltiya wî tevî Yahowa Xwedê hebe. Bi nixumandinê tu ber gişka eşkere nîşan dikî, ku dixwazî Xwedêra qulix kî û wekî şa yî qirara Xwedê pêk bînî (Zebûr 40:7, 8). Lê seva ku tu hazir bî bêyî nixumandinê, tu gerekê çend gavên ferz bikî.

LAZIM E ZANEBÛN Û BAWERÎ

5. (a) Gava pêşiyê çi ye, seva ku bêyî nixumandinê? (b) Çira ferz e herî li ser civatên mesîhiya?

5 Bi rastiyê, gava pêşin te îda kiriye. Zanî çi cûreyî? Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yahowa, tu derheqa Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh pêhesiyayî. (Bixûne Yûhenna 17:3.) Lê hela hê gelek tişt heye tu dîsa hîn bî. Qulixkarên Xwedêye rast dixwazin, ku di “zanebûna emirê Xwedêda gihîştî bin” (Kolosî 1:9). Bi saya civatên Şedên Yahowa tuyê bikaribî hê zêde zanebûnê bistînî (Îbranî 10:24, 25). Hergê tu her gav bêyî li ser civatên Şedên Yahowa, ev wê alî te bike ku zanebûnê derheqa Xwedê bistînî.

Seva nixumandinê tu gerekê bistînî zanebûna rast ji Xebera Xwedê. Ev heye dewakirineke ferz

6. Zanebûna te ji Kitêba Pîroz gerekê çiqas be, seva ku bêyî nixumandinê?

6 Seva ku bêyî nixumandinê, eseyî nîne bizanibî hemû tiştî çi ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e. Lê eseyî ye wekî bizanibî hemû hînkirinên ferz ji Kitêba Pîroz û qebûl kî van hînkirina. Mesele, bal wezîrê Etyûpiyê hine zanebûn îda hebû, lê wîra alîkarî lazim hat ku rêzên ji Kitêba Pîroze mayîn jî fem bike (Karên Şandiya 8:30, 31). Tuyê jî paşî nixumandinê dîsa gelek tişt hîn bî. Femdarî ye wekî em timê dikarin derheqa Xwedê zanebûna xwe zêdekin (Waîz 3:11). Lê seva ku bêyî nixumandinê bes e ku bizanibî û qebûl kî hine hînkirinên ferz ji Kitêba Pîroz (Îbranî 5:12). Mesele, hînkirina derheqa halê miriya, ferzbûna navê Xwedê û Padşatiya wî.

7. Hînbûna Kitêba Pîroz ça gerekê li ser te hukum be?

7 Lê tenê zanebûn bes nîne, lazim e usa jî bawerî, çimkî “bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:6). Di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, ku çaxê bineliyên ji bajarê Korintiya kevin bihîstin dannasînkirina şagirtên Îsa, ewana “bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê” (Karên Şandiya 18:8). Hînbûna Kitêba Pîroz wê baweriyê bal te pêşda bîne, ku Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye. Hînbûna Kitêba Pîroz usa jî gerekê alî te bike ku bawer bikî, wekî hemû sozên Xwedê rast in û qurbanbûna Îsa Mesîh rastî jî xilazkirinê tîne (Yêşûa 23:14; Karên Şandiya 4:12; 2 Tîmotêyo 3:16, 17).

RASTIYA KITÊBA PÎROZ MERIYARA GILÎ KE

8. Bi saya çi xwestina te wê hê zêde be, seva ku xeber dî tevî meriya derheqa wê yekê, çi ku tu hîn bûyî?

8 Çiqas hê zêde dilê teda bawerbûn mezin be, haqas tê texmîn kî ku tu nikarî di dilê xweda xwey kî wan tişta, çi ku tu hîn bûyî (Yêremiya 20:9). Xwestina te xeber dî tevî meriya derheqa Xwedê û qirara wî, wê hê zêde be. (Bixûne 2 Korintî 4:13.)

Bawerbûn gerekê te hêlan ke, derheqa baweriya xwe meriyara gilî kî

9, 10. (a) Derheqa rastiya Kitêba Pîroz pêşiyê tu dikarî destpêkî tevî kê xeber dî? (b) Çi tu gerekê bikî, hergê dixwazî tevî Şedên Yahowa derkevî dannasînkirinê?

9 Derheqa rastiya Kitêba Pîroz, pêşiyê tu dikarî destpêkî bi merîfetî tevî bira-pismamên xwe, hevalên xwe, cînarên xwe û tevî heval-xebatkarên xwe xeber dî. Paşê tuyê îda bixwazî tevî Şedên Yahowa derêyî û dannasîn bikî. Derheqa vê nêta xwe bêje wî merivîra, kî ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibe. Hergê bê kifşê ku tu hemû tiştî usa dikî, çawa ji te tê dewakirinê, seva ku derêyî dannasîn bikî, wî çaxî tê tevî wî merivî, kî ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, rastî du rûspiyên civatê bêyî û ewana wê tevî te derheqa vê yekê xeber din.

10 Ev yek vê alî te bike, ku hê rind nas kî rûspiyên civatê, yên ku şivantiyê keriyên pezên Xwedê dikin (Karên Şandiya 20:28; 1 Petrûs 5:2, 3). Hergê rûspî bibînin ku tu fem dikî û bawer dikî hînkirinên ferz ji Kitêba Pîroz, diqedînî şîretên Xwedê û bi rastiyê jî dixwazî bibî Şedê Yahowa, wî çaxî ewana wê tera bêjin ku tu îda dikarî derkevî derheqa mizgîniya xêrê dannasîn bikî ça dannasînkarê ne nixumandî.

11. Çi tu gerekê di emirê xweda biguhêzî, seva ku bikaribî derêyî dannasîn bikî?

11 Seva ku tu bikaribî derêyî dannasîn bikî, dibeke tera usa jî lazim be di emirê xweda tiştekî biguhêzî. Mesele tu gerekê terk bidî wan xeysetên xirab, derheqa kîjana tenê tu zanî. Usa jî pêşiya ku bêjî, wekî dixwazî bibî dannasînkarê nenixumandî, hergê gunên teye usa giran hene ça mesele bênamûsî, serxweşbûn û bi xirabî xebitandina narkotîkê, tu gerekê ji van gunên giran aza bî. (Bixûne 1 Korintî 6:9, 10; Galatî 5:19-21.)

TOBEKIRIN Û VEGERANDIN

12. Çira tobekirin gelek ferz e?

12 Pêşiya ku bêyî nixumandinê, lazim e dîsa tiştekî bikî. Petrûsê şandî got: “Tobe kin û berbi Xwedê vegerin, ku gunêd we bêne resîtkirinê” (Karên Şandiya 3:19). Tobekirin tê hesabê wekî bona tiştekî ku te îda kiriye, poşman bî. Lê tobekirin ne tenê wan meriyara lazim e, kî ku bi bênamûsiyê dijîn. Çimkî her kes ji meriya gune dikin û hemûşkara baxşandina Xwedê lazim e (Romayî 3:23; 5:12). Pêşiya hînbûna Kitêba Pîroz me nizanibû qirara Xwedê çi ye. Ev bû menî ku me nikaribû bi qirara Xwedê bijîta. Lema jî pêşiya nixumandinê, her kesîra lazim e tobekirin.

13. Çi ye vegerandin?

13 Paşî tobekirinê lazim e vegerandin. Bes nîne tenê poşman bî seva kirên xwe. Gelek ferz e wekî tu jîyîna xweye berê înkar kî, û safî kî timê wê yekê bikî çi ku rast e. Tobekirin û vegerandin ev gavên ferz in, yên ku tu gerekê pêşiya nixumandinê bikî.

XWETESMÎLKIRIN

14. Pêşiya ku tu bêyî nixumandinê, kîjan gaveke ferz tu gerekê bikî?

14 Dîsa gaveke ferz heye, çi ku tu gerekê pêşiya nixumandinê bikî. Tu gerekê xwe tesmîlî Yahowa Xwedê bikî.

Te îda duakirina xweda xwe tesmîlî Xwedê kiriye?

15, 16. Çi tê hesabê xwe tesmîlî Xwedê bikî, û çira merî gerekê bixwaze evê yekê bike?

15 Di duakirinêda xwe tesmîlî Yahowa Xwedê bikî, tê hesabê ku tu soz didî Xwedê, wekî timê wîra amin bî (Qanûna Ducarî 6:15). Lê çi ye menî ku meriv dixwaze Xwedêra timê amin be? Mesele, çaxê xort hevaltîke nêzîk dike tevî wê qîzikê, kîjanê ku begem dike, ew çiqas zêde keçikê nas dike û texmîn dike xeysetên wêye baş, haqas ew dixwaze ku heleqetiya xwe tevî wê hê nêzîk bike. Wede şûnda tebiyetî ye ku ew wê bixwaze tevî keçikê bizewice. Ew fem dike ku pey zewacêra hê zêde tişt wê ji wî bê dewakirinê, lê hizkirin wî hêlan dike evê cabdariyê hilde ser xwe.

16 Çimkî tu derheqa Yahowa pêdihesî û hizkirina xwe hindava wî mezin dikî, lema tu dixwazî bi dil û can û bê eglekirin wîra qulix kî. Her kes, kî ku dixwaze bibe peyçûyê Kurê Xwedê Îsa Mesîh, gerekê “xwe înkar ke” (Marqos 8:34). Xweînkarkirin, ev tê hesabê ku di hemû tiştîda gura Xwedê bikî û nehêlî wekî nêt-xwestinên te û meremên te di vê yekêda rê te bigirin. Ça tê kifşê, îda pêşiya nixumandinê tu gerekê bixwazî qirara Xwedê biqedînî, qedandina qirara wî gerekê di emirê teda li ser ciyê pêşin be. (Bixûne 1 Petrûs 4:2.)

TIRSÊ BIDE ALÎKÎ

17. Çira hinek newêrin xwe tesmîlî Xwedê kin?

17 Hinek xwe tesmîlî Xwedê nakin, çimkî ditirsin evê yekê bikin. Ewana dibek ditirsin ku çaxê bibine mesîhî, wê îda cabdar bin ber Xwedê. Ewana dibek jî dişirmîş dibin, ku wê şaşiya bikin û dilê Yahowa bêşînin. Lema jî newêrin xwe tesmîlî Yahowa bikin.

18. Bi saya çi tuyê bixwazî xwe tesmîlî Xwedê bikî?

18 Hergê hûn di dilê xweda hizkirinê hindava Yahowa mezin dikin, hûnê bixwazin xwe tesmîlî wî kin û bijîn usa çawa ew dixwaze (Waîz 5:4). Paşî tesmîlbûnê, bê şik hûnê hemû tiştî bikin “wekî . . . bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her aliyava li wî xweş bên” (Kolosî 1:10). Hergê hûn Yahowa hiz dikin hûnê bibînin, ku çetin nîne qirara Xwedê biqedînin. Hûnê qayîl bin tevî giliyên Yûhenna şandî, yê ku got: “Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyên wî diqedînin. Û temiyên wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3).

19. Çira gerekê netirsî xwe tesmîlî Xwedê bikî?

19 Seva ku xwe tesmîlî Xwedê bikî, lazim nîne qedandî bî. Yahowa rind zane mecalên te, û ev ji te van tişta çi ku tu nikarî bikî, dewa nake (Zebûr 103:14). Yahowa qenciyê tera dixwaze, ew wê alî te bike û te qewî ke. (Bixûne Îşaya 41: 10.) Tu dikarî bawer bikî ku hergê bi temamiya dilê xwe gumana xwe bidî ser Yahowa, “ew jî riya te” wê rast ke (Metelok 3:5, 6).

BI NIXUMANDINÊ NÎŞAN KE KU XWE TESMÎLÎ XWEDÊ DIKÎ

20. Çira tu gerekê paşî xwetesmîlkirinê bêyî nixumandinê?

20 Dişirmîş be li ser wan tişta çi ku jorê hatibû gotinê. Dibe ev yek alî te bike, ku tu bixwazî di duakirina xweda xwe tesmîlî Yahowa bikî. Lê her kes kî ku bi rastiyê Xwedê hiz dike, paşî tesmîlkirinê usa jî gerekê ber temama derheqa baweriya xwe “bi dev îqrar” ke, seva ku xilazbûnê bistîne (Romayî 10:10). Lê ça evê yekê bikin?

Nixumandin bi sîmbolîk tê hesabê, ku tu seva emirê xweyî berê dimirî, û tezeda têyî bûyînê, seva ku qirara Xwedê biqedînî

21, 22. Ça tu dikarî derheqa bawerbûna xwe ber temama “bi dev îqrar” kî?

21 Hergê tu dixwazî bêyî nixumandinê, tu gerekê evê yekê bêjî kordînatorê koma rûspiyên civata xwe. Ew wê xem ke, wekî çend rûspî tevî te hînkirinên ferz ji Kitêba Pîroz biwekilînin. Hergê rûspî bibînin ku tu hemû tiştî usa dikî çawa lazim e seva nixumandinê, ewana wê tera bêjin ku tu dikarî îda ser civata mezine ku wê bibe, xwe binixumînî. * Pêşiya nixumandinê tuyê gotar, yanê têmekê bibihêyî, kîderê ku wê bê şirovekirinê wekî çiqas ferz e nixumandin. Paşî gotarê, xebervan du pirsên hêsa dide wan, kî ku wê bêne nixumandinê û ewana caba xwe didin. Bi vê yekê ewana derheqa bawerbûna xwe ber temama “bi dev îqrar” dikin.

22 Bi nixumandinê ew ber temama eşkere dikin, ku xwe tesmîlî Xwedê dikin û bûne Şedên Yahowa. Wî merivî kî ku tê nixumandinê, pêda dikine bin avê. Û bi vê yekê eşkere tê kifşê ku ewî xwe tesmîlî Yahowa kir.

ÇI TÊ HESABÊ NIXUMANDIN

23. Çi tê hesabê bêyî nixumandinê “bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz”?

23 Îsa got ku şagirtên wî “bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz” wê bêne nixumandinê (Metta 28:19). Ev tê hesabê, wekî ew kî ku tê nixumandinê, qebûl dike serwêrtiya Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh (Zebûr 83:18; Metta 28:18). Ev usa jî fem dike ku rola ruhê pîroz dêmek qewata Xwedê çida ne (Galatî 5:22, 23; 2 Petrûs 1:21).

24, 25 (a) Çi tê hesabê nixumandin bi sîmbolîk? (b) Caba kîjan pirsa emê pêbihesin?

24 Lê nixumandin nayê hesabê xwe tenê têkî bin avê. Mena nixumandinê bi sîmbolîk e û ev tiştekî ferz e. Çaxê merî xwe pêda dike bin avê, bi sîmbolîkê ev tê hesabê ku merî dimire seva jîyîna xweye berê, dêmek jîyîna xweye berê dihêle. Lê çaxê ew ji avê derdikeve ev ça bêjî tezeda tê bûyînê, seva ku qirara Xwedê biqedîne. Ferz e bînî bîra xwe, ku te emirê xwe tesmîlî Yahowa kiriye, ne ku tesmîlî merivekî, şixulekî, yan jî teşkîletekê kiriye. Tesmîlbûna û nixumandina te, ev heye destpêbûna heleqetiya teye nêzîk tevî Xwedê, dêmek dostiya te tevî Xwedê (Zebûr 25: 14).

25 Lê nixumandin nayê hesabê, ku tu îda xilazbûyî. Seva ku xilazbûnê ji Xwedê bistînî tu gerekê “xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey” kî (Cihûda 21). Ev çi tê hesabê? Ça em dikarin xwe di hizkirina Xwedêda xwey kin? Serê paşin wê caba vê pirsê bide.

^ abz. 21 Nixumandin timê derbaz dibe li ser civatên Şedên Yahowa ye mezin.