Derbazî serecemê

TIMÊ EDILAYÊDA BIN!

Civata Mezin ya Şedên Yehowa Sala 2022

Em bi dil û can we teglîf dikin, binihêrin civata mezine sêrojî ya îsal, kîjan ku Şedên Yehowa hazir kirine.

Ji bo pandemiya COVID-19, bernama civata mezin ya îsal, wê ser malpera jw.org bê nîşankirinê. Vîdêo wê par bi par bêne danîne mehên Tîrmeh û Tebaxêda.

Hatin Bêpere ye. Ne lazim e pêşda xwe binivîsin.

Tiştên Sereke Bernamêda

Înî: Pêbihesin ku çawa bi saya hizkirinê, em edilaya dil distînin û edilayê tevî meriva xwey dikin. Dîna xwe bidine wê yekê, ku çira şîretên ji Kitêba Pîroz derheqa jin-mêra, dê-bava û zara dikarin bêne navkirinê “xerîta edilaya malbetê”.

Şemî: Gelo meriv dikare edilaya dil wî çaxî jî xwey ke, çaxê ji bo nexweşiyê diçerçire, rastî problêmên êkonomîkî tê, rastî teşqelên tebiyetê tê û çetinayên din? Binihêrin vîdêoya dilgerm, kîjan ku nîşan dike, wekî xizmetkarên Xwedê nav temamiya dinyayê çi dikin, ku edilayêda bijîn.

Led: Gelo em bi rastî dikarin bibine dostê Xwedê? Gelo em hêsa dikarin bibine dostê Xwedê, yan bona wê yekê em gerekê tiştekî bikin? Cabên wan pirsa hûnê bikaribin bibihên ji gotara ser hîmê Kitêba Pîroz, bi navê “Dostiya Tevî Xwedê; Gelo Ew yek Rêalî ye?

Bi temamî ewê bernamê û vîdêo derheqa civatên meye mezin binihêrin.