Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Rastî Derheqa Bav, Kur û Ruhê Pîroz

Rastî Derheqa Bav, Kur û Ruhê Pîroz

EW MERIV yên ku sêyekane bawer dikin, dibêjin ku Xwedê sê par e: Bav, Kur û Ruhê Pîroz. Ev hersêk yek in, û weke hev himzor in. Dêmek, hînkirina wan ew e, wekî Bav Xwedê ye, Kur Xwedê ye, Ruhê Pîroz jî Xwedê ye, lê Xwedê tenê yek e.

Gelek ji wan meriya, yên ku sêyekane bawer dikin, qayîl dibin ku nikarin vê hînkirinê şirovekin. Lê bawer dikin, ku ev hînkirin ji Kitêba Pîroz e. Bi rastiyê, di Kitêba Pîrozda qe carekê jî xebera “sêyekane” nehatiye nivîsarê. Lê dibek jî li wê derê tiştek derheqa sêyekane tê gotinê? Seva ku caba vê pirsê pêbihesin, were em pêşiyê pêbihesin wekî gava meriv derheqa sêyekane xeber didin, kîjan cî ji Kitêba Pîroz ewana didin xebatê.

“XEBER XWEXA XWEDÊ BÛ”

Di Yûhenna 1:1-da tê gotinê: “Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tevî Xwedê bû û Xeber xwexa Xwedê bû”. Paşê di vî serîda Yûhenna şirovedike, ku “Xeber” eva Îsa Mesîh ye (Yûhenna 1:14). Çimkî nivîsar e ku Xeber Xwedê ye, lema jî geleka usa fem kirin, ku Kur û Bav ewana her du jî, hene Xwedêk.

Dîna xwe bide wê yekê, ku eva para ji Kitêba Pîroz serê-sêrîda li ser zimanê Yûnaniya hatiye nivîsarê, paşê îda li ser zimanên dinê hatiye tercimekirinê. Hine tercimanên Kitêba Pîroz safî kirin usa tercime kin, wekî bê femkirinê ku “Xeber” Xwedayê Himzor nîne. Mesele, wana nivîsî ku “xeber xwedê bû”, bi herfa biçûk, çi ku tê hesabê wekî rast e xeber xwedê ye, lê ne Xwedayê Himzor. Lê gelo çira li ser Îsa, tê gotinê “xwedê”? Çimkî li ser zimanê Yûnaniya, “xwedê” tê hesabê “yekî zor” û Îsa rastî jî yekî zor e û li ser ezmana paşî Xwedayê Himzor, ciyê bilind digire.

ZÊDE ÎZBATKIRIN

Çimkî gelek ji meriya zimanê Yûnaniya ya berê nizanin, lema jî pirs pêşda tê: “Ji ku em zanin wekî Yûhenna bi van giliya çi dixwest bigota?”. Were em derheqa meseleke usa dişirmîş bin. Dersdarek tiştek şagirtên xwera got, lê şagirt bi temamiyê fem nekirin ku dersdar çi dixwest bigota. Lê çi gerekê şagirt bikin, wekî serwaxt bin? Ewana gerekê ji dersdar hê zêde elametî derheqa vê yekê pêbihesin, usa nîne? Bi saya elametiyên zêde, şagirt îda wê bikaribin hê rind giliyên dersdarê fem bikin. Derheqa giliyên Yûhenna jî em dikarin usa bêjin, seva ku Yûhenna 1:1 hê rind fem bikin, em gerekê derheqa Îsa di kitêba Yûhennada hê zêde elametî bixûnin. Hergê tu derheqa vê pirsê hê zêde îzbatkirinê bistînî, tuyê bikaribî bêyî li ser nêta rast.

Mesele, were em binihêrin çi Yûhenna nivîsî di kitêba xweda, serê 1-da, rêza 18-da: “Tu kesî tu car Xwedê [yê Himzor] nedîtiye”. Lê meriya Îsa Mesîh dîtiye. Yûhenna giliyên usa nivîsî: “Xeber [Îsa Mesîh] bû xûn û goşt, bi kerem û rastiyêva tijî di nav meda konê xwe danî. Me rûmeta wî dît” (Yûhenna 1:14). Ji vê yekê tê kifşê, ku Îsa Mesîh Xwedayê Himzor nîne. Yûhenna usa jî gotibû ku Xeber “tevî Xwedê bû”. Lê hela dişirmîş be, ça Îsa dikare tevî Xwedê be û ev Xwedê xwexa Îsa be. Mesele ça tu dikarî tevî kesek bî, û ev kesek jî xwexa tu bî? Xêncî wê yekê, ji Yûhenna 17:3 em dikarin pêbihesin, ku Îsa li ser Bavê xwe got ku ew heye “Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval”. Bi vê yekê Îsa Mesîh xwexa nîşan kir, ku di orta wî û Bavêda firqî heye, û ewana yek nînin. Usa jî xilaziya kitêbê, Yûhenna evî hemû tiştî bi giliyên usa hevva girêdide: “Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurê Xwedê” (Yûhenna 20:31). Dîna xwe bidê, ku Îsa tê navkirinê ça Kurê Xwedê, ne ku Xwedê. Eva elametiyên zêde ji kitêba Yûhenna nîşan dike, wekî Yûhenna 1:1 çawa gerekê bê femkirinê. Îsa Mesîh, dêmek Xeber, heye “xwedê”, çimkî ew paşî Xwedêyê Himzor ciyê mezin digire li ser ezmana. Lê ew ne Xwedayê Himzor e, û nikare tevî wî bibe yek.

ÎZBATKIRINÊN DIN

Were em mesela dersdar û şagirta berdewan kin. Bide hesabê xwe, ku paşî wê yekê ça dersdar hê zêde elametî da şagirtara, şagirt yeke dudilî ne derheqa vê pirsê. Bi texmîna te niha şagirt çi gerekê bikin? Ewana gerekê evê pirsê ji dersdarekî din jî bipirsin, wekî wanra hê îzbat be. Hergê dersdarekî din jî hemû tiştî mîna dersdarê pêşin şiroveke, wî çaxî şagirt îda wê bawer bikin, usa nîne? Hergê tu dudilî yî, hela Yûhenna derheqa Îsa û Xwedayê Himzor çi dixwest bigota, were em binihêrin, ku derheqa vê pirsê nivîskarekî din Metta çi dibêje. Çaxê Metta derheqa xilaziya vê dinya xirab xeber dida, ewî giliyên Îsa wekiland û got: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketên ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav” (Metta 24:36). Ça ev gilî nîşan dikin, ku Îsa ne Xwedayê Himzor e?

Bi van giliya Îsa nîşan kir, ku Bav ji Kur, hê zef zane. Hergê Îsa parek ji Xwedê bûya, ewî jî wê ev hemû tişt bizanibûya, çi ku Xwedê zane. Lema jî em fem dikin wekî Kur tevî Bav yek nîne. Lê hinek dişirmîş dibin, wekî wî çaxî Îsa ça meriv xeber dida lema usa got. Lê wekî usa ne, derheqa ruhê pîroz çi dikarin bêjin? Hergê ruhê pîroz parek ji Xwedê ye, çira Îsa got ku tenê Xwedê zane, lê derheqa ruhê pîroz tu tişt negot?

Wedê hînbûna Kitêba Pîroz, tuyê hê zêde bikaribî pêbihesî derheqa vê pirsê. Ev hemû hînkirin wê alî te bikin, wekî tu bizanibî rastiyê derheqa Bav, Kur û ruhê pîroz (Zebûr 90:2; Karên Şandiya 7:55; Kolosî 1:15).