Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Elametiyê Zêde

Çi tê Hesabê Dîyarê Miriya?

Çi tê Hesabê Dîyarê Miriya?

DI KITÊBA Eyantî 20:13 orîjînalêda, dewsa xebera “Dîyarê Miriya”, xebera Yûnanî hadîs tê xebitandinê. Lê li ser zimanê Îbranî ev xeber ça şêol tê welgerandinê. Ev du xeber di Kitêba Pîrozda weke 70 car hatine nivîsarê, û gele car tê xebitandinê çaxê xeberdan derheqa mirinê diçe. Mesele, di hine welgerandinên Kitêba Pîrozda xebera “şêol” û “hadîs”, tê welgerandinê ça, “dîyarê miriya”, “mezel”, “çel”, “cenim” yan jî “warê miriya”. Lê di gele zimanada tunene xeberên usa, wekî mena xebera “şêol” û “hadîs” rast derbazî meriya bikin. Were em pêbihesin, hela “şêol” û “hadîs”, bi rastiyê çi têne hesabê. Çimkî bi vê yekê emê pêbihesin, ku xebera “Dîyarê Miriya”, yê ku di welgerandina Kitêba Pîroze li ser zimanê kurmancîda dewsa “şêol” û “hadîs” nivîsar e, ça gerekê bê femkirinê, û usa jî wê seva me zelal be, wekî heçî zef ji miriyên me bi rastiyê li kîderê ne.

Di Kitêba Waîz 9:10-da, nivîsar e: “Li mezelda [şêolê], ya ku tuyê herî, şixul û fikir, zanebûn û bîlanî tune (DT)”. Ji vir em serwaxt dibin, ku şêol heye mezel. Lê gelo li vir derheqa kîjan mezelî xeberdan diçe? Dibek tenê derheqa mezelekî? Na. Çimkî gava di Kitêba Pîrozda xeberdan derheqa tirbê yan mezelê diçe, di orîjînalêda ne ku şêol û hadîs têne nivîsarê, lê giliyên dinê (Destpêbûn 23:7-9; Metta 28:1). Belê, xebera şêol nayê hesabê ew mezel, kîderê ku çend merî hatine definkirinê (Destpêbûn 49:30, 31).

Ça ji Kitêba Pîroz tê kifşê “Şêol” yan “Hadîs”, ev heye mezelekî hê gele mezin û fire. Mesele, di kitêba Îşaya 5:14-da nivîsar e, wekî şêolê “qirika xwe fire kir û bêpîvan devê xwe vekir”. Rast e şêolê îda gelek merî daqurçandiye, ew tucar nabêje: “Bes e!” (Metelok 30:15, 16). Şêol ji mezela, hê mezintir e û “qet têr nabe” (Metelok 27:20). Şêol tu car tijî nabe. Xilaziya wî tune. Dêmek şêol yan hadîs, bi rastiyê nayê hesabê cîk li ser erdê, yan binê erdê, yan jî welatê miriya. Şêol tê hesabê mezelê hemû miriya, yên ku hatine çelkirinê. Heçî zef ji miriya hema li wê derê ne.

 Niha em hê rind fem dikin miriyên me li kîderê ne. Ji Kitêba Pîroz tê kifşê ku ew merî yên ku di şêolêda nin, dêmek di mezelê hemû miriyada nin, ewana wê bêne saxkirinê * (Îbo 14:13; Karên Şandiya 2:31; Eyantî 20:13). Usa jî ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî di mezelê hemû miriyada ne ku tenê ew merî ne, yên ku Yahowara qulix kirine, lê usa jî gele ji wan meriya, yên ku Yahowara qulix nekirine (Destpêbûn 37:35; Zebûr 55:15). Derheqa vê yekê Kitêba Pîroz dibêje, wekî “hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).

^ abz. 1 Ew merî yên ku wê neyêne saxkirinê, ewana ne ku di şêolêda yan hadîsêda nin, lê di “geennêda” (Metta 5:30; 10:28; 23:33). Ça şêol û hadîs, usa jî geenna, bi rastiyê nayê hesabê cîk li ser erdê.