Here Naverokê

Mercên Bikaranînê

Mercên Bikaranînê

Hûn bi xêr hatin!

Ev malper di heqê Xwedê, Kitêba Pîroz û Şahidên Yehowa de melûmatê dide. Hûn dikarin weşan û vîdeoyên ku li we xweş tên bixwînin, li wan temaşe bikin û daxin. Em dixwazin ku her kes ji malpera me feydeyê bistîne; dîsa jî, ji kerema xwe re naveroka vê malperê ser malper yan sepaneke din kopî nekin. Eger hûn dixwazin melûmatên ku li vê malperê hene rêyî kesên din bidin, hûn dikarin bala wan li gor van Mercên Bikaranînê bikişînin ser vê malperê.

 Mafê Telîfê

© 2024 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania. Hemû maf parastî ne.

Ev malper ji aliyê Watchtower Bible and Tract Society of New York, Inc. (“Watchtower”) ve tê weşandin û xwedî kirin. Eger tiştekî din nayê gotin, hemû nivîsar û zanyariyên din, ên ku li ser vê malperê hene, milkiyeta fikrî ya Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania (“Watch Tower”) ne.

 Markayên Ticarî

Adobe, logoya Adobeyê, Acrobat û logoya Acrobatê markayên Adobe Systems Incorporated in. iTunes û iPod markayên Apple Inc. in. Microsoft, logoya Microsoftê û navên bername û berhemên Microsoftê – mesela Microsoft Office û Microsoft Office 365 – markayên ticarî yên Microsoft Inc. in. Android markayeke ticarî ya Google LLC ye. Robota Androidê li gor berhemên ku ji aliyê Google’ê ve hatine hazir kirin û parve kirin tê peyde kirin yan guhertin û li gor mercên Creative Commons 3.0 Attribution License (https://creativecommons.org/licenses/by/3.0/us/) tê bi kar anîn. Hemû markayên ticarî û markayên ticarî yên tescîlkirî yên din milkiyeta xwediyên wan in.

 Mercên Bikaranînê û Îzna ji bo Bikaranîna Malperê

Hûn dikarin vê malperê li gor van Mercên Bikaranînê bi kar bînin. Gava hûn vê malperê bi kar tînin, hûn hem van Mercên Bikaranînê hem jî Mercên Din ên Bikaranînê (bi giştî wek “Mercên Bikaranînê” tên bi nav kirin), yên ku li vê malperê tên nîşan dayîn, bi temamî qebûl dikin. Eger hûn van Mercên Bikaranînê yan jî pareke van Mercên Bikaranînê qebûl nakin, divê hûn vê malperê bi kar neynin.

Bikaranîna minasib çi ye? Li gor sînorên ku li jêr tên nîşan dayîn, hûn dikarin:

  • berhemên hunerî, weşanên elektronîk, muzîk, foto, nivîsar yan vîdeoyên tescîlkirî yên Watch Towerê, yên ku li vê malperê hene, ji bo armancên şexsî û neticarî daxin, çap bikin û li wan temaşe bikin;

  • lînk yan kopyayên elektronîk yên weşan, vîdeo yan bernameyên bideng, ên ku ji vê malperê dikarin bên daxistin, ji kesên din re bişînin.

Lê belê:

  • weşandina berhemên hunerî, weşanên elektronîk, markayên ticarî, muzîk, foto, nivîsar yan vîdeo yan meqaleyên ji vê malperê li ser Înternetê (yanî li malperekê, li rûpeleke ji bo parvekirina dosyayan, li rûpeleke ji bo parvekirina vîdeoyan yan li toreke civakî) qedexe ye;

  • weşandina berhemên hunerî, weşanên elektronîk, markayên ticarî, muzîk, foto, nivîsar yan vîdeoyên ji vê malperê tevî sepanekê yan wek para sepanekê (yan şandina malzemeyên wisa ji sîstemekê re, da ku sepanek karibe wan bi kar bîne) qedexe ye;

  • peydekirin, zêdekirin, kopîkirin, weşandin yan awayên din ên bikaranîna berhemên hunerî, weşanên elektronîk, markayên ticarî, muzîk, foto, nivîsar yan vîdeoyên ji vê malperê ji bo armancên ticarî yan ji bo pere qedexe ye (qazanc tune be jî);

  • çêkirina sepan, hacet yan teknolojiyan ji bo weşandinê, yên ku bi xisûsî ji bo topkirin, kopîkirin, daxistin, jêgirtin, berhevkirin yan kolandina dane, HTML, wêne yan nivîsarên vê malperê hatine hazir kirin, qedexe ye (weşandina sepanên bêpere û neticarî ji bo daxistina dosyayên elektronîk – mesela dosyayên EPUB, PDF, MP3 û MP4 – ji warên umûmî yên vê malperê qedexe nîne);

  • îstismarkirina vê malperê yan xizmetên wê – mesela bi navgîniya astengbûna ji wan re yan bi navgîniya bikaranîna wan bi metodên ku bi eşkereyî nehatine teswîb kirin – qedexe ye.

  • Bikaranîna vê malperê bi awayekî ku zerarê dide yan dikare zerarê bide yan ku mewcûdbûn yan vekirîbûna vê malperê xera dike yan dikare xera bike qedexe ye. Wekî din, bikaranîna vê malperê bi awayekî nemeşrû, îlegal, sextekar yan zerardar yan jî ji bo armanc yan tevî çalakiyeke nemeşrû, îlegal, sextekar yan zerardar qedexe ye.

  • Bikaranîna vê malperê yan wêne, weşanên elektronîk, markayên ticarî, muzîk, foto, nivîs yan vîdeoyên ku tê de hene ji bo armancên ticarî qedexe ye.

  • Ev malper xizmetên Google Maps bi kar tîne, yên ku ne di bin kontrola me de ne. Bikaranîna Google Maps di bin hikmê Mercên Din ên rojane yên Google Maps/Google Earth in. Gava Mercên Xizmetê tên rojane kirin, ji me re xeber nayê dayîn; loma, ji kerema xwe re Mercên Xizmetê bixwînin berî ku hûn xizmetên Google Mapsê bi kar bînin. Eger hûn Mercên Xizmetê qebûl nakin, xizmetên Google Maps bi kar neynin. Google Maps daneyên bikarhêneran naşîne vê malperê.

 Arşîva Tibî

Naveroka arşîva tibî (“Arşîva Tibî”) tenê ji bo melûmatê ye. Arşîva Tibî tewsiyeyên tibî nade û nikare cihê tewsiye, teşhîs yan tedawiya profesyonel bigire. Arşîva Tibî test, doktor, berhem, metod, nêrîn yan melûmatên ku ew behsa wan dike, tewsiye nake û teyîd nake.

Eger di heqê nexweşî yan tedawiyekê pirseke we hebe, ji kerema xwe re ji doktor yan pisporekî tenduristiyê bipirsin.

Em çi ji destê me tê dikin ku li Arşîva Tibî melûmata rast û rojane pêşkêş bikin. Dîsa jî, melûmata ku hûn dikarin ji Arşîva Tibî bistînin, “bi halê mewcûd”, yanî bê garantiya eşkere yan îmakirî tê dayîn. Mesela, ev malper garantiyên eşkere yan îmakirî nade ku Arşîva Tibî ji bo bazarê yan ji bo armanceke xisûsî minasib e. Wekî din, ev malper garantî nake ku melûmata Arşîva Tibî pêbawer, rast, rojane, bifeyde yan bêkêmasî ye. Ev malper ji bo şaşî yan kêmasiyên li naveroka Arşîva Tibî mesûliyetê qebûl nake. Rîskên bikaranîna melûmata Arşîva Tibî bi temamî aîdî we ne. Sebeb çi be jî – mesela garantî, peyman, neheqî yan teoriyên din yên hiqûqî – û eger ev malper di heqê îhtimala zeraran de hatibe hişyar kirin jî, ev malper ji bo zerarên ku seba bikaranîn yan bêîmkaniya bikaranîna Arşîva Tibî tên meydanê (mesela zerarên tesadûfî yan nerasterast, birîndarbûn, mirina seba îhmalê, windakirina qazancê yan zerarên ku seba windabûna daneyan yan sekinandina îş tên meydanê) tu mesûliyetê qebûl nake.

 Garantî, Bisînorkirina Berpirsiyariyê

Watchtower vê malperê û hemû zanyarî, naverok, malzeme û xizmetên din, ên ku bi navgîniya vê malperê ji we re tên pêşkêş kirin, bê garantî ji we re tedarek dike. Watchtower qet temînat yan garantiyên eşkere yan îmakirî nade.

Watchtower garantî nake ku di ve malperê de qet vîrus yan tiştên din ên zerardar tune ne. Watchtower mesûliyeta ji bo zerarên ku ji bikaranîna xizmet, zanyar, naverok, malzeme yan xizmetên din, ên ku bi navgîniya vê malperê ji we re tên pêşkêş kirin, tên meydanê – mesela zerarên rasterast, zerarên nerasterast, zerarên tesadûfî, zerarên cezaî û zerarên binavgîn (wek windakirina qazancê) – red dike.

 Îxlalkirina Mercên Bikaranînê

Ji xeynî mafên din yên Watchtowerê li gor van Mercên Bikaranînê, eger hûn van Mercên Bikaranînê bi awayekî îxlal bikin, Watchtower dikare vê îxlalê li gor dilê xwe çareser bike. Mesela, Watchtower dikare riya we bigire ku hûn nikaribin bigihîjin vê malperê, qedexe bike ku hûn bigihîjin vê malperê, riya kompîturên ku navnişana IP ya we bi kar tînin bigire, ji peydekerê xizmeta Înternetê bixwaze ku ew riya we bigire ku hûn nikarin bigihîjin vê malperê û/yan dozeke li hemberî we veke.

 Revîzyon

Watchtower dikare van Mercên Bikaranînê carinan revîze bike. Bikaranîna vê malperê ji tarîxa ku Mercên Bikaranînê yên revîzekirî li vê malperê tên weşandin ve di bin hikmê van Mercên Bikaranînê yên revîzekirî de ye. Ji bo ku hûn versiyona herî nû bizanibin, ji kerema xwe re vê rûpelê carinan kontrol bikin.

 Qanûn û Selahiyetdariya Hiqûqî

Ev Mercên Bikaranînê li bin hikmê qanûnên Dewleta New Yorkê (DYA) ne û divê bi van qanûnan bê şîrove kirin. Hikmên hiqûqa taybetî ya navnetewî derbas nabin. Hemû dozên ku bi van Mercên Bikaranînê eleqedar in gerek li mehkemeyeke dewletê yan federal, a ku li Dewleta New York’ (DYA) selahiyetdar e, bên vekirin.

 Betalbûna Qismî

Eger mehkemeyeke selahiyetdar qerarê bide ku pareke van Mercên Bikaranîne bêhikm, betal yan îlegal e yan jî nikare bê îcra kirin, hikmên din wê dîsa jî derbasdar bimînin. Eger Watchtower hikmekî van Mercên Bikaranînê îcra neke jî, ev yek nayê maneya ku Watchtower dev ji vî hikmî an ji mafê îcrakirina vî hikmî berdaye.

 Tevahiya Peymanê

Ev Mercên Bikaranînê ji bo bikaranîna vê malperê tevahiya peymana di nav we û Watchtowerê ne û cihê hemû peymanên berê digirin, ên ku ji bo bikaranîna vê malperê hebûn.