Jiyan û Xizmeta Îsa Mesîh

Di van vîdeoyan de bibîne ku Îsa Mesîh, kurê Xwedê û xelaskarê mirovahiyê, bi rastî kesekî çawa bû.

Beş 1: Ronahiya Rastîn a Dinyayê

Kî dikare mirovan ji gunehê ku wan ji Adem standiye, xelas bike? Tenê Mesîh hêviya me hemûyan e.

Beş 2: “Ev e Kurê Min”

Yehyayê Vaftîzkar ji bo Mesîhê sozdayî rê hazir dike. Bibîne ku di destpêka xizmeta Îsa Mesîh de çi tiştên xweş çêbûn!

Beş 3: “Ew Ez im”

Îsa ji Nîkodêmos, ji jinikeke Samerî û ji xelkê bajarê Nasirayê dibêje ku ew Mesîhê sozdayî ye, lê belê bi tenê hin kesên dilpak baweriya xwe bi wî tînin. Piştî ku Îsa mucîzeyeke mezin çêkir, ew gazî masîgirên dilpak dike ku li pey wî werin.