Dersên ji Kitêba Pîroz
Ev weşan wê te bibe rêwîtiya demê. Bibe şahidê tiştên ku Xwedê afirandine, bûyîna Îsa Mesîh û hatina Hukimdariya Xwedê.
Nameya ji Koma Rêberiyê
Ev kitêb çawa tê bikaranîn?
DERS 1
Xwedê Ezman û Erd Çêkirin
Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê ezman û erd afirandin. Gelo wî çima melekê pêşîn berî her kesî û berî her tiştî afirand?
DERS 2
Xwedê Mêr û Jina Pêşîn Çêkirin
Xwedê mêr û jina pêşîn xuliqandin û ew kirin nav baxçeyê Adenê. Wî xwest ku ew malbatekê ava bikin û hemû dinyayê bikin cenet.
DERS 3
Adem û Hewayê Guh Neda Xwedê
Di baxçeyê Adenê de çima dareke taybet hebû? Çima Hewayê ji fêkiya vê darê xwar?
DERS 4
Ji ber Qehira Xwe Bû Mêrkuj
Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, lê ya Qayîn qebûl nekir. Gava Qayîn bi vê yekê hesiya, ew pir qehirî. Dûre wî tiştekî pir xerab kir.
DERS 5
Gemiya Nûh
Gava melekên xerab li ser erdê bi jinan re zewicîn, kurên wan çêbûn. Kurên wan biqewet û bêrehm bûn. Zilm û zordarî li her derê belav bû. Lê Nûh ne wek wan bû. Wî ji Xwedê hez dikir û guh dida wî.
DERS 6
Heşt Kes di Tofanê de Sax Man
Di Tofanê de 40 roj û 40 şevan baran barî. Nûh û malbata wî ji salekê zêdetir di gemiyê de man. Piştre Xwedê got ew dikarin derkevin.
DERS 7
Birca Babîlê
Hinek mirovan qerar da ku bajarekî ava bikin û birceke ku serê wê digihîje heta ezmanan çêkin. Xwedê çima ji nişka ve wisa kir ku ew bi zimanên cuda bipeyivin?
DERS 8
Birahîm û Sarayê Guh Da Xwedê
Birahîm û Sarayê çima jiyana xwe ya rehet hişt û wek koçer li welatê Kenanê dijiyan?
DERS 9
Dawiya Dawî Kurekî Wan Çêbû!
Xwedê soza ku dabû Birahîm çawa anî cih? Gelo ev soz bi destê Îshaq an Îsmaîl pêk hat?
DERS 10
Jina Lût Bînin Bîra Xwe
Xwedê agir û kewkurd li ser Sodom û Gomorayê barandin. Çima ev bajar hatin wêrankirin? Çima gerek em jina Lût bînin bîra xwe?
DERS 11
Îmana Birahîm Tê Ceribandin
Xwedê ji Birahîm re got: ‘Ji kerema xwe re kurê xwe yê yekta bibe û wî li ser çiyayekî li Moriyayê bike qurban.’ Gelo Birahîm di vê ceribandinê de çawa îmana xwe nîşan da?
DERS 12
Aqûb Mîrasê Distîne
Kurên Îshaq û Rebekayê yên cêwî çêbûn. Navên wan Esaw û Aqûb bûn. Ji ber ku Esaw pêşîn ji dayik bû, heqê wî hebû ku mîraseke taybet bistîne. Çima wî ev heqê xwe ji bo sênîkeke xwarinê da?
DERS 13
Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin
Aqûb ji bo ku bereketa Yehowa bistîne çi kir? Aqûb û Esaw çawa li hev hatin?
DERS 14
Xulamekî ku Guh Dida Xwedê
Ûsiv tiştê rast dikir, lê dîsa jî gelek êş û tengasî kişandin. Gelo çima?
DERS 15
Yehowa Ûsiv ji Bîr Nekir
Ûsiv her çi qas ji malbata xwe dûr bû jî, Xwedê her tim bi wî re bû.
DERS 17
Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê Bike
Gelo Yoxevedê çawa kurê xwe Mûsa ji mirinê filitand?
DERS 19
Sê Belayên Pêşîn
Ji ber ku Fîrawûn yekî pozbilind bû û daxwaza Xwedê red kir, wî gelek bela anîn serê miletê xwe.
DERS 22
Mucîzeya li Behra Sor
Fîrawûn piştî Deh Belayan sax ma. Lê mucîzeyeke din li benda wî bû. Gelo ew piştî vê mucîzeyê sax ma an na?
DERS 23
Wan Sozek Da Yehowa
Gava Îsraîliyan li ber Çiyayê Sînayê konên xwe vegirtin, wan sozeke xisûsî da Xwedê.
DERS 26
Dozdeh Zilamên ku Çûn Keşfê
Dozdeh zilam rabûn çûn ku welatê Kenanê keşf bikin. Yêşû û Kaleb jî bi wan re bûn. Ew ji deh zilamên din cuda bûn.
DERS 27
Wan li ber Yehowa Serî Hilda
Korah, Datan, Abîram û 250 zilamên din rastiyeke muhîm a li ser Yehowa fehm nekiribû.
DERS 30
Rehabê Zilamên ku Hatin Keşfê Veşartin
Sûrên bajarê Erîhayê hilweşiyan. Lê mala Rehabê, ya ku di sûr de hatibû avakirin, hilneweşiya.
DERS 31
Yêşû û Gîbeonî
Yêşû ji Xwedê re dua kir û got: “Ya roj, tu bisekine!” Gelo Xwedê bersiva wî da?
DERS 32
Rêberekî Nû û Du Jinên Xurt
Piştî mirina Yêşû, Îsraîliyan dest bi îbadeta pûtan kir. Jiyan her ku diçû zehmet dibû, lê Yehowa bi destê sê kesên xurt alî wan kir.
DERS 33
Rût û Naomî
Du jinên ku mêrên wan mirin vegeriyan Îsraîlê. Yek ji wan Rût bû. Ew çû nav zeviyê ku simbilan berhev bike. Li wir bala Boaz çû ser wê.
DERS 34
Gîdeon Zora Mîdyaniyan Bir
Piştî ku Mîdyaniyan gelek tehde li wan kir, Îsraîliyan ji Yehowa lava kir ku ew alî wan bike. Gelo ordiya Gîdeon ya biçûk çawa zora 135.000 eskerên dijmin bir?
DERS 35
Hanna ji bo Kurekî Dua Dike
Êlqana malbata xwe dibe konê îbadetê yê li Şîloyê. Li wir Hannayê ji bo kurekî dua dike. Piştî demekê wê Samûyel anî dinyayê!
DERS 36
Soza Yeftah
Yeftah çi soz da Yehowa û çima? Gava keça Yeftah soza bavê xwe bihîst, wê çi kir?
DERS 37
Yehowa bi Samûyêl re Dipeyive
Her du kurên Kahînê Mezin Elî di konê îbadetê de wek kahîn xizmet dikir, lê wan guh nedida qanûnên Xwedê. Samûyêlê ciwan ne wek wan bû. Rojekê Yehowa bi wî re peyivî.
DERS 38
Yehowa Şîmşon Xurt Kir
Xwedê hêz da Şîmşon ku ew bi Filîstiyan re şer bike, lê ji ber ku Şîmşon qerareke nebaş da, Filîstiyan ew girt.
DERS 39
Padîşahê Pêşîn ê Xelkê Îsraîl
Xwedê hakim tayîn kirin ku ji Îsraîliyan re rêberiyê bikin, lê wan padîşahek dixwest. Samûyêl rabû çû û Saûl kir padîşahê pêşîn, lê dûre Yehowa Saûl red kir. Gelo çima?
DERS 40
Dawid û Golyat
Yehowa Dawid hilbijart ku bibe padîşahê nû yê xelkê Îsraîl. Gelo Dawid çima padîşahekî minasib bû?
DERS 41
Dawid û Saûl
Gelo Saûl Padîşah çima ji Dawid nefret dikir? Lê Dawid di heqê Saûl de çi difikirî?
DERS 49
Melîkeyeke Xerab Tê Cezakirin
Îzebelê ji bo kuştina Nabot planek çêkir. Daxwaza wê ev bû ku rezê wî jê bistîne! Xerabiya wê ji Yehowa re veşartî nema.
DERS 50
Yehowa Alî Yehoşafat Kir
Dema ku Cihûda ji aliyê miletên dijmin ve hat tehdîdkirin, Padîşahê qenc Yehoşafat bi duayan alîkarî ji Xwedê xwest.
DERS 51
Şervanekî Xurt û Keçeke Biçûk
Ciwaneke Îsraîlî ji xatûna xwe re behsa qudreta Yehowa kir. Di netîceyê de mucîzeyek çêbû.
DERS 54
Yehowa li Ûnis Sebir Dikir
Pêxemberekî Xwedê çima ji aliyê masiyekî ve hat daqurtandin? Ew çawa ji zikê masî derket? Gelo Yehowa çi ders da wî?
DERS 55
Melekê Yehowa Hîzkiya Parast
Dijminên Cihûdayê dibêjin ku Yehowa wê xelkê xwe neparêze, lê ew şaş in!
DERS 56
Yoşiya ji Qanûna Xwedê Hez Dikir
Yoşiya di 8 saliya xwe de bû padîşah û wî alî xelkê xwe kir ku ew ji Yehowa re îbadetê bike.
DERS 57
Yehowa Wezîfeyek Da Yêremya
Ji ber gotinên vî pêxemberê ciwan, rîspiyên Cihûdayê pir aciz bûn.
DERS 58
Orşelîm Hat Wêrankirin
Xelkê Cihûdayê ji îlahên sexte re îbadetê dikir, loma Yehowa ew terk kirin.
DERS 59
Çar Xortên ku Guh Da Yehowa
Çar xort biqerar bûn ku ji Yehowa re dilsoz dimînin, heta dema ku ew li qesra padîşah ya li Babîlê bûn jî.
DERS 61
Wan Serên Xwe Netewandin
Şadrak, Meşak û Abed-Nego red dikin ku ji heykelê zêrîn ê padîşahê Babîlê re îbadetê bikin.
DERS 67
Sûrên Orşelîmê
Nehemya bihîst ku dijminên wî plana êrîşê hazir dikin. Gelo ew çima netirsiya?
DERS 68
Zarokekî Êlîzabêtê Çêbû
Çima ji zilamê Êlîzabêtê re hat gotin ku ewê heta jidayikbûna kurik lal bimîne?
DERS 70
Melek Xebera Bûyîna Îsa Belav Dikin
Gava şivanan bihîst ku Îsa ji dayik bûye, ew di cih de rabûn çûn wê derê.
DERS 73
Yehya Rê Hazir Dike
Gava Yehya mezin bû, ew bû pêxember. Wî hîn dikir ku hatina Mesîh nêzîk bûye. Gelo mirov li ser tiştên ku wî digotin çi difikirîn?
DERS 75
Îblîs Îsa Diceribîne
Gava Îsa sê caran ji aliyê Şeytan ve hat ceribandin, wî çawa bersiv da?
DERS 76
Îsa Îbadetgehê ji Ticaran Paqij Dike
Gelo Îsa çima heywan ji îbadetgehê derxistin û maseyên kesên ku pere diguhertin avêtin erdê?
DERS 77
Jinika li ber Bîrê
Jineke Samerî şaş ma ku Îsa pê re xeber da. Gelo çima? Gelo tiştekî ku Îsa tenê ji wê re gotibû çi bû?
DERS 78
Îsa Mizgîniya Padîşahiyê Belav Dike
Îsa hinek şagirtên xwe dawet kirin ku bibin “masîgirên mirovan”. Piştre wî 70 şagirtên xwe perwerde kirin ku ew çawa mizgîniyê belav bikin.
DERS 79
Îsa Gelek Mucîzeyan Çêdike
Îsa li ku derê bûya jî, kesên nexweş dihatin cem wî û wî ew qenc dikirin. Heta wî keçeke biçûk jî ji mirinê rakir.
DERS 82
Îsa Şagirtên Xwe Dielimîne ku Çawa Dua Bikin
Gelo wî ji şagirtên xwe re got ku ew dikarin her tim ji bo çi dua bikin?
DERS 86
Îsa Lazar ji Mirinê Radike
Gava Îsa dît ku Meryem digirî, ew jî giriya. Piştî vê xemgîniyê, Îsa bi mucîzeyekê dilê her kesî xweş kir.
DERS 88
Îsa Tê Girtin
Ji bo ku dijmin Îsa bigirin, Cihûdayê Îsxeryot komeke mezin a zilaman dibe Baxçeyê Gêtsemaniyê.
DERS 89
Petrûs Îsa Înkar Dike
Di hewşa mala Kayafas de çi çêbû? Di hundirê mala wî de çi hat serê Îsa?
DERS 95
Tu Tişt Nikare Wan Bisekinîne
Rêberên dînî Îsa kuşt û êdî dixwest ku devê şagirtên Îsa bigirin. Lê ew bi ser neketin.
DERS 98
Mirovên ji Gelek Miletan Dibin Mesîhî
Pawlosê şandî û hevalên wî li gelek cihên dûr mizgînî belav kir.
DERS 99
Nobedarek Rastiyê Nas Dike
Pawlosê şandî û Sîlas keçikeke xizmetkar ji tesîra cinekî xelas kir û ji ber vê yekê ketin hebsê. Gelo nobedarê hebsê çawa rastî nas kir?
DERS 101
Pawlos Dişînin Romayê
Sefer pir bi xeter bû, lê tu tiştî nikaribû Pawlosê şandî bide sekinandin.
DERS 103
“Bila Hukimdariya Te Bê”
Di kitêba Peyxamê de tê gotin ku Hukimdariya Xwedê wê jiyana li ser rûyê erdê çawa xweştir bike.

