Jîyîn û Xizmetiya Îsa

Hê zêde pêbihesin derheqa Kurê Xwedê Îsa Mesîh û Xilazkarê însanetê ji vê vîdêoyê.

Jîyîn û Xizmetiya Îsa—Înformasiya Derheqa Rêzên Vîdêoya

Bivînin ku çawa qewimandinên Kitêba Pîrozda bi cûrekî mexsûs hatine nîşankirinê vê rêza vîdêoyêda, derheqa Îsa Mesîh.

ÊPÎZODA 1

Ronaya Rast Kîjan ku Hate Dinyayê

Ûsiv û Meryemêra qedirekî usa hate dayînê, wekî Îsa mezin kin, yê ku ji hemû zara cude dibe.

ÊPÎZODA 2

“Ev e Kurê Minî Delal”

Yûhennayê Nixumdar derheqa hatina Mesîh elam dike. Îsa xizmetiya xwe destpêdike.

ÊPÎZODA 3

“Ew Ez im”

Îsa Nîkodêmo, kulfeta Samerî û merivên ji Nisretê hîn dike, lê rêaksiya wan ji hev cude dibe.

ÊPÎZODA 4

“Ez bona vê Yekê Hatime”

Îsa kesên nexweş qenc dike, cina derdixe, şagirta hazir dike û 12 şandiya dijbêre.

ÊPÎZODA 5

“Meriv ser Hînkirina Wî Zendegirtî Man”

Paşî wê yekê ça Îsa elaleta mezin qenc dike, ew Gotara xweye ser Çiyê dibêje, ya ku yek ji gotarên wîye navdar e.

ÊPÎZODA 6

“Gelo yê ku Gerekê Bihata Tu yî?”

Îsa kurê jinebiyê sax dike, bi meselên hêsa hîn dike û nêt-meremên wan meriva eyan dike, yên ku guh didine wî.

Jîyîn û Xizmetiya Îsa—Trêylêra Rêzên Vîdêoya

Dîna xwe bidine trêylêra hewas ya rêzên vîdêoya, ya ku çar kitêbên Mizgîniyê ber çevê me diha zelal dike.