Bîranîna Mirina Îsa
Duşem, 22 Adarê, sala 2027
Her sal, Şedên Yehowa bîranîna mirina Îsa derbaz dikin, çimkî ewî temî da û got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19).
Em we û malbeta we teglîf dikin ser vê qewimandinê.
Pirsên Gelek Meriya
Kê dikare bê?
Her kes dikare bê. Hûn dikarin tevî malbet û hevalên xwe bên.
Çiqas wede ew bername dikişîne?
Wê weke sihetekê bikişîne.
Kîderê wê bê derbazkirinê?
Hûn dikarin tevî Şedên Yehowa têklî bin, seva ku ciyê derbazkirinê pêbihesin.
Gelo hatin peretî ye?
Na.
Gelo wêderê pere wê bê topkirinê?
Na. Şedên Yehowa tu car ser civînên xwe pera top nakin (Metta 10:8).
Gelo kincxwekirin gerekê çi cûreyî be?
Şedên Yehowa kincên usa li xwe dikin, ku qedir bidine kifşê hindava vê qewimandinê.
Çi wê biqewime ser Bîranîna Mirina Îsa?
Ew civat wê destpêbe û xilaz be pê kilama, û yek ji Şedên Yehowa wê dua bike. Gotara Bîranîna Mirina Îsada wê bê şirovekirinê, ku çima mirina Îsa ferz e û çi kar em dikarin bistînin ji wê yekê, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirin.
Seva hê zêde elametî bistînin, binihêrin gotara bi navê, “Çira Şedên Yehowa Êvara Bîranînê usa Derbaz Nakin, Çawa Rêlîgiyên Din?”
Gelo Bîranînên din wê kengê derbaz bin?
2027: Duşem, 22 Adarê
2028: Led, 9 Nîsanê
2029: Pêşem, 29 Adarê

