HIŞYAR BIMÎNIN!
Gelo Serwêrtiya Qewî Heye ku Dikare ser Planêta Me Serwêrtiyê Bike?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Nav temamiya dinyayêda dewletada tevlihevbûn pêşda tên. Hela hê wan welatada jî, yên ku qewî têne kifşê, edilayî tune ji bo problêmên polîtîkî, protêstên aliyê cimetêda û bijartina serwêrada.
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî serwêrtîke usa heye, ku timê qewî dimîne. Dibeke we bihîstiye derheqa vê serwêrtiyê. Çaxê Îsa hîn dikir ku ça dua bikin, ewî vî duayîda besa vê serwêrtiyê kir.
“Hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be. Bira Padşatiya te bê. Bira qirara te çawa li ezmên, usa jî li ser rûyê erdê bê sêrî’” (Metta 6:9, 10).
Gelo Kitêba Pîroz derheqa vê Padşatiyê çi dibêje?
Ev Padşatî—serwêrtiya qewî ye
Ev Padşatî ji ezmên serwêrtiyê dike.
Îsa vê serwêrtiyê nav kir “Padşatiya ezmana” (Metta 4:17; 5:3, 10, 19, 20). Lema jî ewî got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36).
Ev Padşatî wê dewsa hemû serwêrtiya meriva bigire.
Kitêba Pîroz dibêje: “Ev padşatî . . . wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44, DT).
Ev Padşatî û Padşê vê Îsa Mesîh, wê tu car kuta nebin.
Kitêba Pîroz dibêje: “Serwêrtiya wî serwêrtîke her-heyî ye û padşatiya wî wê tu cara hilneşe” (Daniyêl 7:13, 14, ÎM).
Padşatî wê edilayî û bêxofiyê bîne ser erdê.
Kitêba Pîroz dibêje: “Wê her kes bin mêwa [berên] xweda û bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:4).
Hê zêde pêbihesin derheqa Padşatiyê
Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî heçî zef wedê xwe ser belakirina “mizgîniya Padşatiyê” xerc dikir (Metta 9:35). Ewî usa jî pêxembertî kir:
“Ev mizgîniya Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, ku hemû miletara bibe şedetî, û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).
Îro mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê, 240 welatada tê belakirinê. Em we hêlan dikin hê zêde derheqa vê serwêrtiyê pêbihesin û usa jî ça hûn dikarin ji vê serwêrtiyê karê bistînin.
Ji kerema xwe binihêrin vîdêoya bi navê Çi ye Padşatiya Xwedê?

